NAVENDA NÛÇEYAN – Polîsên Tirk ên dagirker li Nisêbîn û Qoserê bi ser malan de girtin. Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut jî di nav de 3 kes destgîr kirin.
Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê polîsên Tirk ên dagirker serê sibehê bi ser malan de girtin. Polîsên dagirker mal seh kirin û mal serûbin kirin. Polîsên dagirker dema bi ser malan de girt, Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, encûmenê Şaredariya Nisêbînê Mehmet Emîn Alkan û Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê Leyla Bozkurt destgîr kirin.
Diyar bû ku siyasetmedar bi çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Mêrdînê daye destpêkirin hatine destgîrkirin. Destgîrkirî birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Parêzeran ragihand ku dosyeya lêpirsînê bi sînor kirine û derbarê naveroka dosyeyê de agahî bi dest nexistine.
Diyar bû, dibe ku hijmara kesên ku hatine destgîrkirin zêdetir bibe.
AVÊTIN SER AVAHIYA HDP’Ê JÎ
Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsên dagirker bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê de jî girtin û hemû kelûpelên li hundir serûbin kirine.
Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Nûrsl Ormek jî hate destgîrkirin.
Polîsên dagirker pêr bi ser mala Endama Şaredariya Rezan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûrsel Ormek de girtin. Polîsên dagirker piştî lêgerîna malê Ormek destgîr kirin û birin Miduriyetaya Polîsan a Amedê.
Her wiha diyar bû ku Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer jî di çarçoveya lêpirsîna dozgeriya Mêrdînê de di serdegirtina mala xwe de hate destgîrkirin.