WAN – Dibistanên li Bakurê Kurdistanê ji bo polîtîkayên bişavtinê yê dewleta tirk a dagirker lingekî esasî ye. Bi vê re girêdayî di wan dibistanan de mamosteyên ku ji bo bişavtina zarokan tên erkdarkirin bi awayekî taybet tên hilbijartin. Dibistanên Îmamhatip ku taybet bi destê Akp’ê hatine avakirin xizmetî polîtîkayên bişavtin û bêesilkirina zarokan dike.
Li navçeya Wanê Tuşba li dibistana navîn ya Îmamhatip ya kaşo bi navê “Şehit Soner İdil İmamhatip Ortaokulu” berpirsyarek ya bişavtin û bêesilkirinê bi navê Rukiye Kiliç li ser torên civakî hindek parvekirin kir ku van polîtîkayan pişterast dike û wan kiryaran belge dike.
Mamosteya faşîst ya şerê taybet Rukiye Kiliç di parvekirine xwe de der barê xwendevana di dibistana maderî a navê Arjîn ku malbata wê alîgirê HDP’ê ye wiha got; ‘Min ne xwest ew jî xerab bibe, ji ber vê min helbesta ‘Al’ bi Arjîn da jiberkirin (ezberkirin)’. Rukiye Kiliç ya faşîst bi wî tarzêe xwe ên faşîzane li ser torên civakî parvekirina dike. Di parvekirinek din a di dîroka 23’ê Nîsanê de berpirsyara bişavtin û bêesilkirinê wiha dibeje; ‘Min ji zarokan negot wê kijan tişortan lixwe bikin. Min perê wan komkir û ji wan re tişortên bi heyv û stêrkê (ala tirka) stend. Ger di nav zarokan de sempatizanê PKK’ê hebin bila krîza dil derbas bikin, tiştek nabe’. Mamosteya ku kaşo berpirsyarê perwerde û fêrkirinê ye, bi wan parvekirinê xwe netewperestî û faşîstbûna xwe derxist rûye rojê.
Ji doh heta roja me ya îro, destpêkê li Dêrsîmê û tevahî Bakurê Kurdistanê ku bi riya wan dibistanan dixwazin polîtîkayên bişavtin û bêesilkirina zarokên Kurdan pêşbixin û bi şerê taybet bi awayekî veşartî û bendefiêl wan kiryarên xwe pêk bine, pêwîste hemû kes, destpêkê gelê me hişyar bin û bi baldarî nêz bibin.
Parvekirina mamsoteya şerê taybet ya bişavtin û bêesilkirinê wiha ne: