GIRÊ SPÎ – Piştî gefên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Til Rifat û Girê Spî, artêşa Tirk a dagirker di van 2 hefteyên dawî de li herêmên sînor çek û cebilxaneyê bi cih dike. Doh saet dora 18:20’an li ser xeta sînor xendek hatin kolandin û her wiha obus û çekên din ên giran hatin bicihkirin.
Her wiha li taxa Munbetih a Girê Spî ku nêzîkê sînor e, gel li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi çalakiyên mertalên zindî nerazîbûna xwe nîşan dide.
Gelên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen ên li kantona Girê Spî dijîn jî destnîşan dikin ku jiyaneke hevpar dimeşînin û gefên dewleta Tirk napejirînin û red dikin.