HEWLÊR – Îro ragihandinên PDK’ê dîmeneke yek deqeyî belav kiriye û îdîa dikin ku dîmenê kuştina rêveberê MÎT’ê Tirk a li restoranta Hoqqebaz a Hewlêrê ye, lê belê tişta balkêş ew e ku kesên di dîmenên ku hatine parvekirin de kesên ku li televizyonê dimenên bûyerê temaşe dikin bi zimanê Tirkî diaxivin.
Di ragihandinên PDK’ê de dengê ew kesên ku bi Tirkî diaxivin hatiye jêbirin. Lê belê heman dîmen di tevnên civakî de hatiye belavkirin ku di vir de kesên dengê axaftinên wan tên bihîstin bi Tirkî ne.
Heyete MÎT’ê ya Tirk a 17 kesî ku di nava wan de cîgirê Serokê Îstixbarata Tirkiye Hakan Fîdan jî bi endamên dezgeha sîxortiyê ya PDK‘ê Parastinê bi mebesta ku îtîrafnameya ku berê hatî amade kirin îmze bikin, Mezlûm Dag û Mihemed Beşîksîz êşkence kiribûn.
Piştî rojekê ku ew nûçe belav bibû, dîmen hatiye belavkirin ku têde hindek kes bi Tirkî diaxivin. Ew kesên ku di nav dîmen de dengê wan tê û bi Tirkî diaxivin heman heyeta MÎT’ê ye. Di hindek nûçeyan de tê gotin ku qaşo ev kesana mijûlê lêkolîn kirina dîmenin.
Dengê ew kesên ku li ser dîmenê bi Tirkî diaxivin agahiyan piştrast dike ku heyeta dezgeha sîxûrtiyê ya MÎT’ê di derbarê bûyerê de lêkolînan dike. Lê di derbarê destgirtna vê dosyayê de ji hêla MÎT, PDK û hêzên ewlekariyê ti daxuyaniyek ji bo ragihandinan û raya giştî û dezgehên çapemeniyê nehate eşkere kirin.
DÎMENÊN KU HEYTA MÎT’Ê TIRK DIAXIVÎN:
ÇAVKANÎ: ANF – ZIYRAN BRADOST