NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîla TV dîmenên çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Avaşîn a li dijî artêşa Tirk a dagirker hatibû kirin parve kir.
Daxuyaniya HPG’ê ya li ser çalakiyan wiha ne:
“Çalakiya Girê Xeregol, Çelê – Colemêrg – 29.05.2019
Di 29’ê Gulanê de saet 15:00 hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de ku derbên giran li stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin, 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker pişitî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê û ji ber vê yekê şewat bi daristanê ket.
Çalakiya Girê Xwedê, Avaşîn – 25.06.2019
Di 25’ê Hezîranê de saet 13.15’an de hêzên me li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ên li Tepê Xwedê ya li Avaşînê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.
Çalakiya Girê Elîşêr, Gever- Colemêrg – 27.06.2019
Roja 27’ê Hezîranê saet 09:40’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Elîşer yê navçeya Gever a Colemêrgê bicihbûbûn çalakiyek lidarxist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û li gir teqînek mezin çêbû. Di encama teqînê de li gir şewat derket û nêzî nîv saetê dom kir. Di çalakiyê de kuştî û birîndaraên dijmin çêbûn lê hejmar nehate tespîtkirin.”