BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a 19’ê Tîrmehê ya li navbera gundên Horsel û Kortê yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê de gerîlayên wan ên bi navê Agît Soro (Celal Gok) û Yilmaz Çavreş (Cîhan Koyûncû) şehîd bûne.
HPG’ê ev got: 19’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC’ ya dagirker saet 12:30’î qada navbera Gundê Horsel û Kortê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê bombe kiribûn. Piştî bomberdûmana balafirên şer û şûnde saet 13:30’î helîkopteran bombe li qadê barandine. Di vê bomberdmanê de hevryên me yên bi navê Agît (Celal Gok) û Yilmaz (Cîhan Koyûncû) şehîd bûne.
Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
![]() |
Nasnav : Agît Soro Nav û Paşnav: Celal Gok Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayikê- Bav: Afîfe – Ahmet Cih û Dîroka Şehîdbûnê : Amed/ 19’ê Tîrmeha 2019 |
![]() |
Nasnav: Yilmaz Çavreş Nav û Paşnav: Cîhan Koyûncu Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayikê- Bav: Adîle – Vedat Cih û Dîroka Şehîdbûnê : Amed/ 19’ê Tîrmeha 2019 |
Hevrêyê me Egîd Soro, di nav malbateke welatparêz a Amedê de bûye û mezin bûye. Hê di temenê xwe yê biçûk de rastiya dijmin nas dike. Hevrê Egîd ê ku polîtîkayên dijmin ên li dijî xelkê Amedê ji nêz ve dîtî, sala 2014’an tevlî refên gerîla dibe. Çanda welatparêzî ku ji nav civaka tê de mezin bûyî girtî, bi çanda şoreşger a partiyê re gihandiye hev û bûye xwedî sekn û kesayetiyeke mînak. Hevrê Egîd ku li gelek herêman li dijî dijminê dagirker, weke têkoşerekî dilwêrek şer kirî, heta kêliya dawî ya şehîd bûyî jî ji bo azadiya gelê Kurd bûye xwedî ked û hewldaneke bêhempa.
Hevrêyê me Yilmaz Çavreş, sala 1992’an li Amedê, di nav malbateke welatparêz de hatiye dinyayê. Hevrêyê me Yilmaz ku bûyî şahidê zext û polîtkayên dagirkerya Tirk ên tinekirinê, dagirkerî lêpirsîn kiriye û ketiye nav lêgerînan. Piştî van lêgerînan polîtîkayên dijmin ên tinekirinê yên li dijî gelê Kurd qebûl nekirine û li ser vî esasî sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bûye. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bûyî şûnde, bi jiyana gerîla û çiyê re bûye yek û bi awayekî çalak tevlî vê jiyanê bûye. Hevrêyê m e Yilmaz her kêlî li gorî dilsoziya bi nirxên rêxistinê nêzî kar û xebatan bûye û têkoşîn kiriye. Hevrê Yilmaz ku bi eşqa hevrê, gel û welat dagirtî, hemû hevrêyên li dora xwe bi vê sekna xwe bandor kirine. Lewre di nav koma hevrêyan de bûye mînaka hezkirin û dilsoziyê. Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Botanê, ji Botanê heta Amedê li gelek herêman têkoşîn kiriye, erk û berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî pêk anîn. Ji vî aliyî ve jî bûye têkoşerekî mînak.”