DÊRAZOR – Bi armanca perwerdekirina civakê bi taybet ciwanan, ciwanên Dêrazorê dest bi hemleyekê li dijî madeyên hişbirê kirin. Bi vê armancê belavokên girêdayî asta xeteriya madeyên hişbirê, zirarên wê û bandorên wê yên neyînî li ser civakê, li ser şêniyên navçeya El-Kesra û gundê El-Seiwa belav kirin û bi camên dikanan xistin.
Tevî wan çalakiyan, ciwanan pêşbaziya bezê organîze kir. Beşdarên pêşbaziyê ji çarxerêya El-Kesra ber bi çarxeriya El-Seiwa ve piştî ku di nav 3 gundan re bezîn yanî 7 km qut kirin. 75 kes tevli maratonê bûn. Bez li ber çarxerêya Şehîdan a El-Sewa rawestî.
Di dawiya pêşbaziyê de çavdêrên hemleyê 3 kesên destpêkê ku bi serketine bi qemîsên ku nivîsa ‘Bi hev re li dijî madeyên hişbirê’ hatiye nivîsandin xelat kirin û kesê ku di pileya yekemîn de bi serketiye bi miqdarek pere xelat kir.
Girêdayî mijarê hevseroka Yekîtiya Ciwanan a Dêrazorê Leyla Ehmed destnîşan kir ku wan bi armanca zanakirina ciwanan da ku bikevin ferqa zirarên madeyên hişbirê yên derûnî, tenduristî û civakî, dest bi hemleya xwe kir.