RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“A ku bi pêş ketiye hindekî wisa ye. Hîna di 1983’an de li dij tekoşîna me dest bi komployên eşkere kirin. hereşeyeke weke “vegerin, dev jê berdin, hun nikarin bimeşin” bû. Me ev yek jî vala derxist. Me karîbû em bigihêjin asta tevgereke roja îro. Dijmin di zîndanan de ev disepand: “hun dê xwedî li PKKê dernekevin!” li hundir û derve hevdemiyek dihate armanckirin. “PKK êdî bi derbeya 12 Rezberê re hatiye mehkumkirin. Hun dê nikaribin bijîn, dê erd veqelêşe hunê bikevin nav.” Ev komployek bû.
Hindek rêberên komplogeran di bin rûpoşa PKKê de dixebitiyan. Lê piştre vekirî kar kirin. Ma ew komplo çawa hate şikestin? Bi pêşveçûyînê li duv hatine şopandin re. Di 1983’an de ji derve ve jî komplo hate sepandin. Bi ser ve meşiyan û serî hate perçiqandin. Piştre pêşveçûyînên tên zanîn derketin holê. Dîroka PKK ger di vê wateyê de jî baş were lêkolînkirin, her dem bi tekoşînên dij komplo û komplogeran ve derbas bûye. Ev di bin rûpoşa PKK û Kurdeyetiyê ve dihatin kirin. Dijmin di vê mijarê de dikarîbû hevkaran tevger bike. Berê pêhtir li derveyî partiyê didan bikaranîn, piştre hindekî din hundirê partiyê da bikaranîn. An jî teşvîk dike û bi pêşkeşkirina derfetan ve wan bi kar tîne.
Komplogeriya PDKê tê zanîn. Dema rêhevalê Hamît Avci şehît xistin, komploya “hun nikarin di başur de tevbigerin, hun nikarin li Colemêrgê çalakiyan bikin” hate sepandin. Hemît temsîlkarekî me û nirxekî me yê baş bû. Ew, gelekî bi partiyê ve girêdayî bû, ew kirin armanc. Ji vê komployê re jî emê bi amadeyî bersiv bidin. Em bi amadekariya ji komployên PDK û nîjadperestiyê re amade û bi raberkirina rûyê wan ê rast ji cîhanê re me bersiv da. Armanc dikirin ku em nikaribin li başur şer bikin. Piştre hindek êrîşên din jî çêbûn. Dîsa bi israr hindek helwest li ser me sepandin.Tekoşîna ku me li dij komplogeran meşandiye, rê vekir ku tekoşîna rizgariya netewî bi kûrahî û firehî kok berde. Piştre di nava me de hewlên tasfiyeger hetanî dawiyê pêşveçûn. Bi giştî komploger, lê komployeke pir zirav hate sepandin. Di sala 1986’an de ev bi tevahî eşkere derketin holê. Helwest jî hate raberkirin. Hindek hatin cezakirin û hindek jî reviyan.
Çi bû ew tariya ku wan dixwast biafrînin? Weke tê zanîn 1985 dihat wateya 12 Rezbereke duyem. Tişta ku van helwest û nêzîkatiyan dixwastin bipeyitînin ev bû, “ji vê û bi şûn ve hun dê nikaribin bimeşin.” Hindek jî hetanî vê derê hatin, lê bi tevahî ji hev de ketibûn. Di sala 1986’an de rexmî her tiştî tişta ku pêwîst bû bihata kirin, êdî xelasbûna ji vê rewşê, sepandin û jiyîn bû. Esas ev di rûyên hindekan de dihatin xwendin. Ketin hindek rewşên xetertir. Ger firsend bikeve destên wan dîsa wê bikevin nava komployan. Hindekan jî ev yek kir. Ez bawerim van bi qandî ku li ser hindek kesan xwekuştinê ferz bikin bi pêş ve çûn. Ger ev rewş tam zelal nebe jî, komploger wê demê berpirsyarê wargeha me bû. Kesê ku em jê re Abdulah dibêjin. Divê mirov li ser wî raweste. Erê, komploger e. Kêmaniyên wî hebûn. Rewşa wî zêde zelal nebû. Belkî jî hindek qelsiyên wî hebûn. Rewşa wî ya qelsîn a di nava jiyanê de pir xirab bi kar anîn û birin xwekuştinê. Birin îdamê, hema weke ku li welat bi serê gelek hevalan ve hatiye.
Tê bîra min, ew kesê ku bi hindek helwest û nêzîkatiyên xwe ve diyarker. Weke ku ji barekî giran xelas bibe, digot ez mirim. Hun dê çi bikin ji van? Kesê ku hun herî zêde jê bawerin, bi qandî ku xwe bikuje qelsiyê raber dike. Erê, bi rastî jî wê demê bûyereke dilreş bû. Ev bûyerên ku qet nehatin hêvîkirin ger me bikaribûya pêşiya wan bigirtaba. Bi rastî diviya wisa nebûya. Her çiqas kesayeteke qels û nezelal bû jî, ne ew kes bû ku bikeve nava rewşeke wisa. Lê bi helwestên xwe yên heyî ve ev rewş afirandin. Dudilî, durûtî û ziravgerî bi pêş xistin.
Di kongreya 3. de bi wateya destpêkirinê be jî, em bi esasî bi ser van tiştan de çûbûn. Di encama bi ser de çûyînan de van wenda kirin. Weke ku tê zanîn, biserdeçûyîneke sînordar a pratîkî jî, peyitandin ku Kongra 3. dikare rê li pêşiya pêşveçûnên girîng vebike. Ji van hindek reviyan, hindekan jî eşkere dijminahî kirin. hindekan jî di nebesiyên xwe de israr kirin. Xwe xistin rewşeke pir zehmet. Vaye di van salan de dîsa weke min gotiye, bi pirsa “divê milîtanekî şoreşger çawa be?” ve me xwast bigihên xeteke xwedî asta dîrokî. Di destpêka 1983’an de me civîneke navendî ya wergir pêk anî. Bi gumanan ve rexne jî hebûn. Bi teşeyên nirxandinên weke çimaniya pêwîstiya bi serxistina sala 1984’an, çimaniya pêwîstiya kirina sala çalakiyê, bi qandî ku em ji hezar çeman avê binin, bi pêşkeşkirina derfetan a li ber çavan ve, “ger biryar be biryar, ger derfet be derfet, hemû hene; baş e wê demê em çima radiwestin?” me hemû zelal danîn holê.
Weke ku me dixwast nebe jî, weke ku tê zanîn pêngava 15 Gelawêjê gaveke pêş bû. Lê dawiya wê girîngtir e. Dema em gihiştin dawiya sala 1984’an ji bo em bi ev gotinên dijmin ên weke “ger di 48 demjimêran de nebe jî, emê di 72 demjimêran de biqedînin.” Ji bo em neyên qedandin em nefes bi nefes li ser kar bûn. Di me de gumana ger van em di 24 demjimêran de neqedandin gelo ma sibê dikarin me biqedînin? hebû. Lê me ev yek jî têperand. Heta me got roja sêyem, roja çarem, em gihiştin destpêka sala 1985’an. Dîsa weke ku baş tê zanîn, bêyî ku em bigihên destpêka 1985’an bêtalihî li dûv hev qewimîn. Koma Sebrî Ok wan hatin komployê û nîvê wan şehît ketin. Nîv jî birîndar ketin dest.
Em dîsa li Rojhilatanavîn bûn li gel me Egît hebû. Weke ku emê “çawa 1985’an bi ser bixin” me gelekî nîqaş meşandin. Xebateke rastê mijdarê bû. Ji welat nûçê dihatin. Dema nûçeya şahadetên Sasonê hatin, bi rastî jî emê wê zivistanê çawa derbas bikin, emê çawa bikevin sala 1985’an û emê ji piyan bimînin an nemînin muamayek e. Wê demê dijmin qanuna cerdevaniyê û qanuna poşmaniyê derxistibû. Serokatiya pratikî di nava kêmaniyên giran ên taktîkî de bûn. Komên bêhêçan (deneyim) rast û çep dihatin belavkirin. Lê wisa zêde di ferxa gerîla de jî nebûn. Sala 1985’an weke tê zanîn, bi qandî sala çalakiyên mezin bû, sala wendahiyane jî. Bi rastî ger gerîlagerekî baş hebe, hêzeke bi qandî sêsed kesî hebû. Ji her alî ve daxwaziyeke mezin a tevlîbûnê hebû. Gelê welat careke rabibû ji piyan. Ji Dêrsimê hetanî Çewlikê, ji Amedê hetanî Botanê. Başur jî gelekî destdayî ye. Lê mixabin rêbertiya taktîkî, weke berxwedana Hîlwan-Siwerekê dîsa di nava kêmaniyeke mezin de bû. Û di rewşa dûvgerê kar de bû. Hîna tê bîra min, ez dihiziriyam, “çima nêzîkatiyeke wisa ji çep û paş ve? “pirtuka Rola Zorê” hatiye nivisandin, çima dawiya wê nayê? Çima nêzîkatiyeke rast ji bûyera gerîla re nayê raberkirin?” bêguman ez jî bi qandî roja îro li ser bûyera gerîla neponijiya bûm. Min digot, “dê milîtan vê yekê bikin.” Ji ber ku ez peywirên milîtanekî ji rêzê bi destgirtina min a peywiran wan rast nayê. Ez kevneşopiya tevgerê dihizirim. Min girêdanên derve yên tevgerê, pêwîstiyên lojîstikê yên bingehîn û dîsa kare bingeh ê perwerdeya kadroyan dida meşandin. Lê mixabin, milîtanên me yên pêşeng ku di qada pratikî de xwedî derfetên berfireh in, bi israr nêzîkatiyên xwe yên rastgir didin meşandin û dema em gihiştin dawiya 1985’an weke tê zanîn tevger bi têkçûyînê re rû bi rû dimîne.
Dîsa fermana Mijdarê heye: “weke ku her şêweyê derveyiya xetê dibe tasfiyegerî û wendahiyê, girêdana bi xeterê jî dibe serkeftinê” me bi teşeyeke wisa nirxandinek kir. Me dît ku, dê ev vî karî bi pêş ve nebin, di qada navîn de xetimîn, xirabgerî heye û hêza me ya gerîla ji sedî nod şehît dikeve. Bêguman, ji ber bêserokatiyê. Milîtan û şervan jî tam di rewşa serhildêrên gundiyan de ne. Tu nêzîkatiyên rast ji pêdîviya lojîstikê re raber nakin. Bi şev li gund, bi roj li ber serê gund dimînin. Dijmin bi kar anîna cerdewan û ajanan ve bi hêsanî wan nêçîr dike. Me hevalên xwe yên herî nirxdar di vê salê de wendakirin. Bi rastî jî di du-sê salan de ev hevalên ku me bi zehmetî gihandine, ji sedî dehê wan man an jî neman. Ev, bi rastî jî hindek milîtan û şervanên rast ên PKKê bûn. Min bawer dikir ku, dê çiyan baş bi kar bînin. Lê mixabin dema kêmaniya giran a wan bi ya serokatiya taktîkî re bû yek, van wendahiyan bi pêşvexistina me ya gerîla kirin zehmetiyê. Şervan û fermandarê rast dernakeve holê. Tê bîra min, Dêrsim erzan wenda dike. Li Amedê dikevin malekê, radizin û sibehê bi çepilan ve radestî dijmin tên kirin. li Botanê li derûdorên gundên gumanbar kom li ser komê tên wendakirin. Serokatiya taktîkî ya ku bi duv boçika nîjadperestiyê ve ketiye, qet naxwaze jê qut bibe. Me dest werda û di nava zivistanê tevahî de me xwast em hindekan bikşînin.
Zivistana ku 1985 bi 1986 an ve girê dida, esas ji bo ji nû ve bi pirsnîşanên giran ve derbas dibû, “gelo ma em ji nû ve dikarin tevgerê bi cih bikin?” ev yek bi gumanên wisa ve derbas bû. Me got, “em kongreyekê çêbikin” û me xwast em hindekan bikşînin. Hatin û em zivistanê bi giştî bi wan re mijul bûn. Weke tê zanîn koma Egît wan jî hebû. Ew jî baş bû, dixebitiya. Zivistanê tevahî jî li hundirê welat li Botanê mabû. Li beramberî cerdewanan hindek çalakî jî li dar xistibûn. Lê komplo bû, dibe ku di dema pevçûnekê de be di 28 Adarê de Egît şehît ket. Hindek hêmanên pêş ên ku hatine gel me jî, di nava tevlîheviyeke hişî de bûn. Hemû di nava hewlên valaderxistina hev de bûn û yek jî komplogeriyê dîsa serê xwe dirêj dikir.
Weke ku bi tasfiyebûna hêzên heyî ve, dihate xwastin ku ji nû ve xeteriyeke 12 Rezberê bi me bidin jiyîn. Bêguman li ser pêvajoya Kongreya 3. me xebatên wergir kirin. Di nava salê bi giştî de hetanî biharê em bi xwînsarî nêzî rewşa provakatoran bûn û em nehatin tehrîkan. Me rewşên wan yek bi yek bi dest girtin. Azîneya dahûrînê cara yekem me wê demê bi kûrahî nêzîkatî raber kir. Eşkere derkete holê ku divê kesayet tenê weke ku tê diyarkirin ne, divê bi hemû aliyên wê yên malbatî, civakî û dîrokî ve bi dest were girtin. Û tekoşîna me esas bi çewisandinên dijmin ne, me dît ku tekoşîna me ji ber kesayetên nebes berbi têkçûyînê ve diçe. Û me got ku, “ger ev kesayeta nebes neyê têperîn ev tekoşîn bi pêş nakeve.” Ji vê aliyê ve me serî li çeka dahurînê da. Ev yek di heman demê de dîtina nebesiya taktîkî ye. Bi ser de çûyîna çareseriyên wê yên bingeh e. Ev ji beriya kongrê û piştî kongre nirxandinên pir wergir bûn. Û dîsa ponijîna di perwerdehiyê de bû. Hîna bêyî ku 1986 bi dawî bibe, me komên mudaxeleya welat amade kirin. Ji Rojhilat ve, di ser Îranê re me bi hindek mudaxeleyên xebatê ve daxwaz kir kongrê ji wir re ragihînin.
Li wê derê jî provokasyon heye û kar qet rast bi dest nayên girtin. Kesê ku me dişand provakator derdiket. Esas bi provakasyona vê derê re ketibû pêvajoya bandor-tepkiyê. Û dema me dixwast em dahûrînên kongreyê di destpêka 1987’an de derbasî welat bikin, wan jî dixwast ew vê yekê sabote bikin. Zivistana 1987’an cara yekem dîsa li qada akademiyê hate derbaskirin û ez bawerim fermana me ya 1 Çileyê heye. Me nirxandineke “fermandar kî ye? Taybetmendiyên wî çawa ne? Bi pêş xist. Yanî edî kar bi hetanî bi dest girtina hemû aliyên fermandar, wisa wesfandin û diyarkirina peywiran van ve diçe. Sala 1987 di vê wateyê de di dîroka tekoşîna me de cara yekem dest avêtina min a ji pirsgirêkên taktîkî re, eşkerekirina taybetmendiyên milîtan û fermandaran re sala destpêkê ye. Bi biharê re me dîsa kom şandin. Çalakiyên li Mêrdînê derketin holê. Hindek bi şêweyên provakatîf bin jî, serdemeke êrîşê bû. Ger weke daxwaza me nebe jî, me kir saleke pêngavî. Rêveberiya rewşa awarte weke tepkiya vê yekê derkete holê. Bi kurtasî sala 1987’an bû saleke berxwedanê. Dîsa li welat rûnişkandina gerîla (ku me got bersiva herî rast a girêdana bi bîranîna Egît re ye) li ser vê bingehê ji Dêrsim hetanî Serhedê, Başûrêrojavayê, bi kurtasî me kom şandin çar alî. Me dewreyên perwerdehiyê yên esas amadekirin û bêyî ku dawiya vê yekê were domiya. Encam sala 1987’an hate bidestxistin.
Ger em bi kurtasî bibêjin, di derûdora 1984’an û ji beriya wê di şertên zehmet de me hewleke nebawerker bi qandî 300 gerîlayî amade kiriye û şandiye welat. Tu hevalî ranebû û negot “mirov çawa dikare ji vê artêşeke gerîla biafirîne?” tu kesî nepirsî “ev dê çawa li çiyan were bicihkirin?” Li nîva rojê li gund, li malan xwarinê bibîne, weke çûkên Koçber xwarinê berhev bike, dema tu tengav bûyî jî hindekî derbikeve çiyê. Aso, wêrekî û fedekariya wî ji vê yekê zêdetir dest nade. Li başur dikeve bin bandora nîjadperestiyê, vê yekê nabîne. Şivan wan (Saît Kirmizitoprak û hevalên wî) hîna dema ku dihiziriyan dê çawa dest bi gerîlageriyê bikin ji aliye PDKê vê bi hev û dinê hatin lêdan. Li başûr dê tiştekî ji vê cewaztir bi serê yên me ve nehatiba. Ji ber ku ketibûn wê pêvajoyê. Bixebite pêşiya vê yekê bigre, bixebite yên çiya bike gerîla, pê gav bide avêtin. Min got, piştî ku gav dan avêtin bi şûn ve çi pêş dikeve, bifikire û ha bifikire.
Şert gelekî zehmet bû, lê yê me jî her ku diçe hevkomiyên me yên ezmûneyê çêdibin. Bi kêmanî di min de hizra “divê xwe li gor vî karî bi rêk û pêk bikim, û pêşiya vî karî bernedim” serdest bû û min ji binke bawer dikir. Lê divê bi her çûyînê re êdî ji baweriyê zêdetir divê mirov rastiyan bibîne. Tenê bi baweriyê “dê bikin, pêk bînin” ve ev kar nedibû. Dema sala yekem a pêngava 15 Gelawêjê li paş ma, hevalan dest bi jimartina rojên qedînê kirin. Hêzeke pir kêm mabû û ew jî bi qandî ku bikevin hev xwedî disîplîneke sist bûn. Şens jî baş nenirxandibûn. Mezinkirin û plankirina pêngava yekem jî sererast nekiribûn. Serokatiya taktîkî çiqas xwedî hewl be jî, çiqas wêrekî jê re were dayîn jî, pisporanî nebû, kêm bû. Emê nebêjin ev an jî ew kes tawanbar e. Lê bi giştî bi qandî ku bikaribin xwe ji têkçûnê xelas bikin xwedî hêz nebûn. Ger min berdaba dawiya sala 1985 yan jî di destpêka sala 1986’an de dê ev kar razaba. Bêguman weke ku min gotiye, li ser serê me provakatorên ku kêm nedibûn hebûn û ev her li benda roj û demjimêra qedîna partiyê bûn.
Rêhevalê şehît Egît dixwast hindek tiştan baş bi pêş bixe. Piştî şehadeta wî koma ku jê re fermandarî dikir bi belavbûnê re rû bi rû ma. Dema şert wisa bûn, me bi pêwîstiya amadekariyeke bi serveçûyîna wergir dîtibû. Bi qandî ku me karîbû em bicivînin, me heval civandin û bi têşeyê Kongreya 3. hawirdorek amade kiribû. Me dest pê kir ku em pirsan bikin. Vaye ji ber sedema van nehêniyan, cara yekem me pêwistiya bi serveçûyîna hundir û pêwîstiya biserveçûyîna pirsgirêkên kesayetê ve kifş kir. Di salên 1982-83-84’an de me pêhtir pirsgirêkên giştî yên ciwaniyê, riya çareseriyê û weke riya partiyê me hindek xetên giştî danîbûn holê. Hindek diyardeyên me yên giştî hebûn, lê van ji me re têra danasîna malê me nedikir. Hetanî wê demê me toz nedigihand ser hevalên xwe. Me digot ên herî baş in, dê tiştên herî baş bikin. Lê vê pêngavê û dawiya vê yekê rê ji me re raber kir ku, bi van zilaman ve ev kar zêde bi pêş ve naçe. Di kesayeta Kurd de hindek aliyên ku mirov nikare tenê bi ajaniyê û provakatoriyê pênase bike hene. Bêyî ku ev kesayet werin dahûrîn, bêyî pêşvexistina van ev kar bi pêş ve naçin. Pêvajoyên nîqaşê yên sala 1986’an di van aliyan de gelekî erênî bû. Ev yek eşkere bû ku, kesên ku tu peywirên herî girîng didî, esas di hêza rakirina vê peywirê de nînin. Bi van şaşiyan û bi van kêmaniyan ger şer bibe dê encax wisa bibe. Li ser vê yekê me biryar da ku jimareke werimî ji nû ve bigrin perwerdehiyê. Me gihiştand jimareke dused-sêsed kesan. Di sala 1985’an de me dîsa xwe xist hewaya amadekariyên pişta 12 Rezberê.
Ez bawerim di mijara pêngava nû ya ku me bi destpêka 1987’an re destpêkiriyê fermandariya giştî ya Tirkan zêde fêmdar nebû. Divê mirov vê yekê xerîb nebîne. Dema ku hîna me nikarîbû em xwe baş nasbikin, ne gengaz bû ku fermandariya giştî pê bihese ku ka emê çiqas pêşveçûyînan çêbikin. Tê gotin, Ozal di serdema pêngava 15 gelawêjê de li qeraxa behrê bû ye, gotiye “tu tişt nabe.” Asta wê demê bi Ozal ev yek dida gotin. Pêşveçûyîna dehsalan zêde texmîn nakin. Bi asayiyê ku dewlet bihizire bibêje, “ev zêde nikarin bimeşin û nikarin bi pêş bikevin.” Hate xwastin ku li ser vê bingehê ketina 1988’an çêbibe. Dîsa di van salan de dahûrînên wergir hene. Mirov dikare bibêje ku, dahurînên Adar, Nîsan, Hezîran, Cotmeh û Mijdar ên sala 1987’an wergir in. Li wê derê ji bo ev sal were bidestxistin tiştên hatine kirin divê baş werin lêkolînkirin. Xebatên ji destpêka 1988’an û pê ve, bêyî ku ji leza xwe tu tiştan wenda bike domiyan. Me bi zorê di sala 1988’an de hindek kom şandin welat, saleke zehmet bû. Dijmin dixwast vê salê ji bo me bike saleke qedînê. Planên pêşgirtina pêngavê dihatin kirin. Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku ev planeke pir bandorkar bû. Ez bawerim Ozal jî ji vê pêvajoyê serkeftin hêvî dikir. Serokê nû yê fermandariyê hate tayinkirin. Hikumeke nû bû mijara gotinê, lewra planek hate pêşxistin. Ya herî girîng jî di nava me de provakasyonên herî wergir hatin kirin. Dema ku provakasyona zindanê berbi encamê ve diçû, Ewrûpa jî di vê mijarê de serê xwe dirêj kir.
Di qada me de jî her wiha provakasyon dihatin bipêşvexistin. Pêvajoya saleke rewşa awarte ya dijmin, li gor planan pêvajoya qêdandina me ye. Dîsa li welat di Botanê de provakasyonên mezin hatin sepandin. Li Botanê bi navê gerîla dijmingeriya gel tê kirin. Li Ewrûpa provakasyona parêzer (Husên Yildirim) pir bi eşkere dibêje, “me derbeyek kir, me partî bi dest xist.” Ya herî girîng jî di zindanê de ew provakasyona Şener a ku tê zanîn heye. Serokatiyê tam bi dest dixe. Amedê dikşînin provakasyonê, tê belavkirin û her ku diçe Şener insyatîfê bi dest dixe. Weke ku tê zanîn provakasyona Hogir li Botanê bi navê me xebata belavkirina ku kontrayê herî şareza jî nikare bike dike û vê yekê pir vekirî bi destxistina hemû rayên (yetki) partiyê û bi bêdenghiştina milîtanên partiyê ve dike. Di vê qadê de provakatorê bi navê Metîn (şahin baliç) ku ji Botanê hatiye bi qandî dikare bi ser binke ve diçe. Encam di nîva sala 1988’an de tê xwastin ku êdî bi planeke dijmin yanî di asta jor de bi planeke MÎTê ve PKK di rewşeke bênefes de were hiştin.
Di heman demê de hatina cem me ya Bîrand ku nûçegihanê Miliyetê heye. Bi dewletê re çiqas pêwendîdar e nizanim lê, dipirsiya “ji vê û pê ve ger kevir jî biteqe temenê we 1988 in. Ma hun bawer dikin ku hun dê hîna çalakiyên xwe yên leşkerî bi pêş bixin?” Bêguman ez ji xwe bawer û ewlebûm. Lê di kesên derveyî me de feraseta serdest û hewaya dixwastin bê dayîn bi teşeyê “êdî 1988 dawî ye” ye. Piştre min jî ferx kir ku, pêşveçûnên derve û hundir nirxandinên bi vê şêweyê hindeki derbasdar dikirin. Hatina cem a Huseyîn Yildirim gelekî balkêş bû. Pir girêdayî diyar dibû. Li hember min dicurifiya. Ji min re digot, “serokê min dema ez te dibînim, nikarim li ber xwe bidim, dilê min disekine. Ma tu çawa van karan bi rê ve dibi?” Bi xwe re yek du kesên din jî anîbûn. Wan jî wiha digotin: “li gor agahiyên me ji cihên ewle girtine, bêyî ku dawiya 1988’an were hun dê werin qedandin.” Dema min digot “hun ji kû dere dizanin?” digotin “istixbaratên filan cihî gotine. Dewlet xwedî planên girîng e.” Wisa gotinên hereşeyî û şantajî dikirin. Piştre jî parezer digot “min ji Serokvezirê Awistiryayê destûr girtiye, were Ewrûpayê.”
Tasfiyegeriya ku di zindanê de bi pêş ketiye, dema em gihiştin dawiya sala 1988’an di hundirê welat de xwe sepandina hindek kesên xwedî aliyên provakator, li Ewrûpayê rabûna parezer, dîsa li ber serê me derketina pratîkeke kontrayî, xeterî û îdiaya dijmin a vî karî derdixist holê. Li beramberî van hemûyan, dîsa ezmûneyên me yên zêde dibûn hebûn. Me xwast em pir watedar û xwînsar nêzî 1988’an bibin û li ser pêşveçûyînan fêmdariya me ya zêde û hewlên me yên têgihiştinê mijara gotinê bûn. Di rastiya dahurînên 1988’an bi serdeçûyîna pratîka Hogir heye. Di wargehê de bi perwerdehiyeke mezin dîsa em dixwazin rûyê rast ê kar fêm bikin. Bi serdeçûyîna provakasyona Ewrûpayê jî çêdibe. Û dema em gihiştin dawiya 1988’an, me pêvajoya perwerdehiyê kûr kiribû, jimar zêde kiribû û kêm zêde partî gihiştibû rewşekê ku bikaribe li hember tasfiyegeriyê xwe biparêze. Piştre dîsa destwerdana ser Botanê heye.
Dema em ketin 1989’an me gelekî derfetên pêşveçûyînê afirandibûn. Rewşa me ya perwerdekirina pêncsed berendaman hebû. Dîsa di nava welat de komên ku mezin dibûn hebûn û ev gelekî baş hatibûn amadekirin. Hemû diyardeyan destnîşan dikir ku emê 1989’an pir baş pêşwazî bikin. Dîsa jî gelekî nebesî derketin, me wendahiyên bêwate dan. Lê tevgerê derfetên ku hindekî din bikaribe bi pêş ve biçe afirandibûn. Ji beriya her tiştî em li vê derê gelekî wergir in. Di nava salekê de ez bawerim me hezar kes perwerde kir û me ew girtin bin baskên xwe. Bi qandî ku derfet pêşketin mê wergiriya perwerdeyê zêde kir. Dîsa li hember kesên ku nikarin xwe rast bikin tekoşîn her ku diçû wergir dibû. Li dij kesên seranser, serhildêriya gundiyane, û nêzîkatiyên xizmetî provakasyonan dikin tekoşîneke bêeman hate dayîn. Derfetên hêsantir gihiştina yên çiyan çêbûn. Rê vebûne, bi lez em teqwiyeyan dişînin, her dem û destwerdanan dikin. Van tevan rê li pêşiya pêvajoya asta çalakiya 1989’an vekir. Em dikarin bibêjin ku me ew sal baş bi ser xist. Bûyera Cizirê hebû, gerîla li Cûdî bû, kok berdabû Botanê. Rewşa vepejrîna gel mijarê gotinê bû.
Di destpêka sala 1989’an cara yekem vebûnek li ser Cizîrê heye. Û di meha Çileyê de rewşa şehît ketina Bêrîvanan (Binevş Agal) heye. Ev yek tê wê wateyê ku me dest avêtiye Cizîrê. Piştre me gelek kom şandin. Nêzî 150 mêran di bihara 1989’an de me derbasî welat kir. Dîsa dahurînên 1’ê Çileya 1989’an hene ku, gelekî wergir in. Ji bo serxistina vê salê amadekariyên rêkûpêk îfade dike. Piştre çend komên destwerdanê yên ji sed kesî ji her aliyê welat re tên şandin Divê ev sal gelekî baş werin lêkolînkirin û lêkolîn li ser vê bingehê be. Ji bo em 1989’an bi ser bixin û bi taybet li dij provakasyona 1988’an (vaye dixwazin vê salê jî pir biha bi me bidin raberkirin) bi tedbîrên ku me girtine ve em bi ser de diçin. Weke ku tê zanîn, dema berbi 1990’an ve hatin, kêm zêde 1989 hatibû biserxistin. Têkçûyîna ku dijmin hêvî dikir ne, derfetên pêşveçûyînê derketine holê û ev sal watedartir bûye.
Di encam de em xwedî îdia ketin 1990’an. Baş tê bîra min. Ji sersala 1990’an bi şûn ve ez demê li wargehê derbas dikim û dahurînan dikim. Di 1’ê çileyê de şehadeta Bêrîvan a li Cizîrê heye. Tam di roja bîstûpêncem de, şehadeta hevalê Hesen Bîndal heye. Û wê demê zilamekî ku pêhtir wesfên wî yên provakatoriyê derdikevin holê heye. Şener, Şahîn Balîç û zilamê ku di ev şerê başûr ê dawiyê de li dij me şerkirî Sari Baran heye. Her sê bûne yek bi ihtimaleke mezin li dij serokatiya partiyê jî komployan plan dikin. Û ev di meha Çilêyê de ye. Çima? ji ber ku ger em zivistanê rast derbixin, sala 1990’an dê bi pêşketinên mezin were biserxistin. Dijmin dixwaze pêşiya vê yekê bigre. Her wiha wê demê efuyeke ku Ozal derxistiye jî heye. Dê deriyên zindanê werin nîvekirin. Bi însyatîfa misoger a provakatoran ve amadekarî tên kirin. Weke ku “ger PKK dest ji çekan berde, em jî dikarin wan efû bikin. Em dikarin Apo jî efû bikin” nûçeyên ku me ji tekoşîna çekdarî bêpar bihêlin tên belavkirin.”
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/25/nirxandin-xiyanet-tek-dice-1/