NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî êrîş û bombebaranên artêşa Tirk a dagirker, 44 rojin li Binarê Qendîl û 34 rojin jî li herêma Bradostê ciwanên Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiya mertalên zindî kirine. Ciwan her roj bang dikin û dibêjin “Roj roja yekitiyê ye.”
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 27’ê Gulanê de li dijî herêma Xakûrkê dest bi operasyonê kir, Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparên Kurdistanê li dijî van êrîşan nêzî du mehane dest bi çalakiya mertalên zindî kirine. Ev çalaki berdewamiya çalakiyên sala 2018’ane. Dema ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de êrîş kir ser xaka Başûrê Kurdistanê, Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparên Kurdistanê wêdemê jî li Binarê Qendîlê sê mehan çalakiya mertalên zindî berdewam kiribûn.
Li Qendîl û Bradostê çalakiya mertalên zindî
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşan kir, carek din ciwanên welatparêz û têkoşer ên Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiyê kirin, lê vê carê çalakiya xwe li du deveran berdewam dikin, çalakiya yekem a ciwanan di 14’ê Hezîranê de li Binarê Qendîlê destpêkir, çalakiya duyemîn jî di 24’ê Hezîranê de li Bradostê destpêkir.
Ciwan bi armanca ku pêşî li van êrîşan bigrin, ji Kerkûk, Silêmanî, Çemçemal û hinek deverên din ên Başûrê Kurdistanê kombûn û bere xwe dan Binarê Qendîl û Herêmên Parastina Medya yê. Ji bilî ciwanên Başûr, ciwanên ji Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevî ciwanê Enternasyonalîst jî beşdarî çalakiyê bûne.
Piştgiriya pêkhateyên Başûr ji bo mertalên zindî
Ji roja çalakiya mertalên zindî destpêkirî ta îro ji gelek deverên Başûrê Kurdistanê, şandeyên aliyên siyasî, Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî, ciwan, rêxistin, oldar, pîrên Zerdeştiyan, nûnerên Kakeyiyan, Êzidî û terîqeta Neqşebendî ji bo piştgiriyê serdana çalakiya mertalên zindî kirine û piştgiriya xwe bi çalakiya ciwanan re anîne ziman. Ev serdanên piştgiriyê rojane berdewam dikin.
Herwiha gelek Pêşmergeyên Dêrîn jî bi armanca piştgiriyê ji Kerkûk, Silêmanî, Qerehincîr, Bazyan, Şarbajêr, Germiyan û Ranya yê serdana ciwanan kirin piştgiriya xwe bi ciwanan û gerîla re anîn ziman û gotin, “pêşmergeyên dêrîn çawan ku li dijî dagirkeriyê şerkirin, wê îro jî li dijî dagirkeriyê bêdeng nebin û li gel xuşk û birayên xwe yên gerîla cihbigrin.”
Rojane welatî û koçerên herêma Biradostê serdana çalakvanan dikin û piştgiriya xwe bi çalakiya ciwanan re tînin ziman.
Çalakiya Mertalên Zindî yekem çalakiya sivîlane li Bradostê
Çalakiya Mertalên Zindî li herêma Bradostê ku ji 24’ê Hezîranê ve despêkiriye, wek yekem çalakiya sivîlan a li dijî dagirkeriyên dewleta Tirk tê binavkirin. Xelkê herêmê tevî ku dibin zextek zede ya asayîşa PDK’ê û bombebaranên artêşa Tirk de ye jî, lê rojane gelek welatî ji bo piştgiriyê serdana çalakvanan dikin.
Di dema serdana welatiyan ji bo çalakgeran de, ciwan armanca çalakiya xwe ji wana re vedibêjin û li ser dîroka Kurdistan û êrîşên li ser Kurdistanê perwerde dibinin. Herwiha ciwan beşek ji demê xwe ji bo lîstina topê û gotina stranan veqetandine.
Ciwan parastinê dikin, asayîşa PDK’ê jî wana binçav dike
Ji roja ku çalakiya mertalên zindî destpêkirî ve rojane asayîşa PDK’ê li Hewlêr, Zaxo û Dihokê gelek caran welatiyên ku dixwazin serdana çalakgeran bikin, asteng dikin û heqaretê li wan dikin. Asayîşa PDK’ê ciwanek binavê Eyub Xelîl yê xelkê Kerkûkê ye, di 24’ê Hezîranê de beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li Biradostê bibû, di dema vegerê de li Sîdekanê ji aliyê hêzên asayişa ser bi PDK’ê ve hate girtin. Eyûb Xelîl ji wê rojê ve nehatiye berdan û asayîşa PDK’ê tû bersîvek jî nedaye malbata wî.
Bi pêşengtiya ciwanên Başûrê Kurdistanê çalakvanên mertalên zindî bi dirûşma ‘Emê Kerkûk, Xakûrk bikin biheşt, û welatê xwe ji bo dagirkeran bikin dojeh’ dest bi çalakiyê kirine û diyar dikin ku heya êrîş li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam bikin, ew jî wê dest ji çalakiya xwe bernedin.
ÇALAKIYA MERTALÊN ZINDÎ ROJ BI ROJ: