ZAXO –Balafirên şer ên artêşa dagirker a tirk çiyayê Xantûr ê navçeya Zaxo ya Duhokê bi dijwarî bombebaran kir.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê ragihandine balafirên şer ên artêşa dagirker a tirk nêzî nîv saete çiyayê Xantûr ku dikeve ser bajaroka Derkarê ya Naçveya Zaxoyê bi dijwarî bombebaran kir. Li gorî heman çavkaniyan 2 balafirên şer bê navber bombe li Xantûrê barandin. Ji ber bombebaranê jî têgotin ku agir û dûkel ji herêmê bilind bû.