MEXMÛR – Wargeha penaberan Mexmûrê dibin zext û dorpêça PDK’ê de ye. Asayîşa PDK’ê ev 10 roje nahêle şêniyên Mexmûrê biçin Hewlêrê. Nexweşên giran jî di nav de bi sedan karker û welatî her roj ji aliye hêzên PDK’ê ve tên vegerandin. Herwiha aqûbeta 2 ciwanên Mexmûrê jî nayê zanîn.
Di 17’ê Tîrmehê de li restorantek Hewlêrê endamek MÎT’ê û 2 kesên din hatin kuştin.
Ji roja bûyerê ve PDK nahêle kes ji wargeha penaberan a Mexmûr derbasî Hewlêrê bibe. Ambargoya PDK’ê a li ser wargeha penaberan a Mexmûrê 10 roj li pey xwe hişt. Bi dehan nexweşên giran jî dinav de bi sedan karker û welatî rojane diçin Hewlêr. Lê PDK ev 10 roje nahêle şêniyên wargehê derbasî Hewlêr bibe.
Asayîşa PDK’ê bê ku hêcetek nişan bide, nexweş, karker û welatiyên danê sibê dixwazin biçin Hewlêrê vedigerînin.
Aqûbeta 2 kesan nayê zanîn
Herwiha piştî rojek bûyera Hewlêrê PDK’ê bi ser malên karkerên keç yên mexmûrê de girtibûn. Bi dehan karker binçavkiribûn. Piraniya karkeran hatin berdan lê hîn jî aqûbeta 2 kesan nayê zanîn.
Hêjayî gotinê ye piştî bûyerê rojekê balafirên artêşa Tirk a dagirker carek din êrîşê xelkê Mexmûrê kir. Balafiran di nîva şevê de derdora wargehê bombe kirin. Di encama êrîşa balafirên artêşa Tirk a dagirker de 2 kesên sivîl birîndar bûn.
Herwiha rojane balafirên şer û keşfê li ser wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cudî digerin.