KOBANÊ – Çavkaniyên taybet ji ajansa ANHA’yê re ragihand ku li başûrê Cerablusê di navbera du komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şerekî dijwar rû da.
Çavkaniyan destnîşan kir ku şer di navbera fesîleya “Ketayib Siwar Şiûx” a girêdayî fesîleya “Lîwa Şemal” û çeteyên Koma Ebû Beraa Sirîsî û eşîra Cîsat di nava ketîbeya El-Cebhe El-Şamiye de derket. Di encama wê de 1 kuştî û 3 birîndar ji koma Ebû Beraa Sirîsî çêbûn.
Çavkaniyan diyar kir ku şer li gundê Tîşan ê 3km dikeve başûrê Cerablusê, çêbû û her du alî hêzên xwe kom dikin bêyî ku sedema nakokiyê were diyarkirin.
Li herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin ji Cerablus, Efrîn û heta Idlibê tevliheviyeke ewlehiyê heye. Di navbera çeteyên ku Tirkiyê rêveberiya herêmê daye wan de, şer derdikeve. Gelek caran jî şerê wan ji ber parvekirina mal, milk û pereyên ji diziyê û sivîlên têne revandin distînin, derdikeve.