NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo em sîstematîka nijadkujî û bişavtina ku dewleta tirk a dagirker li ser gelê Kurd dide meşandin fêm bikin pêwîstî bi hişmendiyek bûutdar heye. Sîstema nijadkujî û bişavtina Kurdan bi salane li ser gelê Kurd bi awayekî dijwar tê meşandin û dewleta tirk bi “Rejîma Şerê Taybet” ev gihandiye noxteya lûtkeyê. Milê vê sîstema faşîzan ku vî şerê taybet pêk tine jî ya herî giring saziyên “perwerdê” ne.
Dewleta tirk ku heta di nav rehê xwe ê bi kasî muyê mirov jî hişmendiya netew dewlet dide jiyîn, perwerdeya wê û heta girtina dest jî faşîzane û nijdakuje. Dewleta tirk ku bi Akp’ê vê hişmendiyê bi îslamyetê re kiriye yek, hemû ziman, ol û netew ku li dervî tirkbûnê û îslamyeta siyasî disekînin bi polîtîkayên xwe yê bişavtinê hewl dide ev civak û gelemperiyê bide helandin.
DIBISTANÊN tc NAVENDÊN BIŞAVTINÊ NE
Bi sîstema perwerdê ya 4+4+4 zarokên ku hin zar zor bi ser linga ketiye digrin dibistanên xwe ji bo wan fêrî tirkî bikin û bi vê sîstema perwerdê hewl didin zarokên Kurdan ji zimanê wan ê kurdî dûr bixe. Dîsa li her bajar û navçeyê bi vekirina dibistanên Îmamhatip elimandinên Tirkên Şîn li ser xwendekaran tê ferzkirin û wan wusa ji nirxên wan dûr dixe. Di dibistanên tc de çawa polîtîkayên bişavtinên li ser zarokên Kurdan tê meşandin me di nûçeya ku ajansa me Nûçe Ciwan bi sernivîsa “TAYBET – Mamosta Akp’yî û berpirsyara bişavtina Zarokan: Rukiye Kiliç” weşandibû dîsa dit. Polîs û leşkerên dagirker ku Kurdistanê talan dikin û piştre tên kuştin, ev dibistan li ser navê wan kesan tên vekirin û ev navendana ji bo Kurdan bide bişavtin û ji hebûna wî dûr bixe tên vekirin. Ev navendan ji navê wan bigrin heta mamosteyên wê ku bi faşîzmê hatine hunandin, zarokên 5 salî digre heta diçe zanîngehê û xelas dike bi awayekî sîstematîk ew bi polîtîkayên qriêj dide bişavtin.
Qaşo mamosteya ku bi navê ‘Rukiye Kiliç’ ev polîtîkayên qriêj li dibistana navîn a Îmamhatip ya bi navê dagirker Soner Îdil zarokên ku nû fêrî axaftinê bûn helbestên faşîzan bi wan dide xwendin ji bo wan ji rastiya wan dûr bixe. Ev mamoste ku bê kesayete, ji bo vê yekê hatiye erkdarkirin. Rukiye a faşîst bi vê re sinordar nema, bi pereyê ku ji dê û bavên zarokan komkiribû, ji bo zarokan tîşortên bi ala tc dabû çêkirin û bi awayekî bêterbiye li ser torên sanal parvekiribû. Dema em vê mînakê bigrin dest pêwîste tene em şexsî lê meze nekin. Tevgerandina Rukiyeya faşîst nîşaneya hişmendiya sîstema perwerdê ya dewleta tc’ê ye, ku li dijî zarokên Kurdan faşîzmê dide meşandin. Feraseta Rukiye, feraseta Akp-Mhp ye. Îro li Bakurê Kurdistanê bi sedan kesên wek Rukiye a faşîst hene, ku bi vê tevgerandina nijdakujî zarokên Kurdan ji nasnameya wan dûr dixe. Li dijî wan kesayetên faşîst helbet dîsa rol giring dikeve ser Gelê Kurd. Pêwîste Gelê Kurd ev bêkesayetên ku şerê taybet didin meşandin ne tenê li dibistanan li Kurdistanê jî yek deqe nehêlin nefesa rehet bistine û wan biqewitînin.
NC/Arhat BA