NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Elmanyaya Euskirchenê roja 13‘ê mehê yekemîn festîvala ciwanan a enternasyonalîst bi duruşmeya “faşîzme hilweşîne, xwazayê biparêze“ pêk hat. Bi kelecanekî mezin ciwanên Kurd û enternasyonalist kom bûn û giringiya têkoşîneke hevpar bin xet kirin. Festîval bi meşekî ji bo şehîdên şoreşê destpêkir. Di destên ciwanan de wêneyên şehîdên şoreşê û alên YPJ û YPG hebûn. Pişt re program bi stranên Xecê, Lardy´s, Serhado, Hüseyin Bozbayır, Koma Siyabend, S. Castro û Mikail Aslan dewam kir. Wekî din bi govend, panel, şanoya jinên ciwan, aktîviteyên werzişê û lîstokên zarokan programa festîvalê hat dewlemend kirin.
Kanala Kurdî ya Stêrk TV ji dîmenên festîvalê dosyayekî amadekir. Di reportajan de ciwan festîval dinirxînin û bal dikşînin ser pêwîstiya têkoşîna li dijî faşîzme.