STENBOL – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê avakirina xwe îlan kir. Endama Meclisa ciwanan Zîn Aslan, diyar kir ku li ser ciwanan polîtîkayên taybet ên şer tên meşandin û wiha got: “Em ê li dijî van polîtîkayan li nirxên xwe yên cewherî xwedî derkevin. Em ê ji bo parastina nirxên xwe têkoşîna xwe berdewam bikin.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê li pêş avahiya HDP’ê ya Navçeya Beyoglu bi daxuyaniyekê avakirina meclîsê îlan kir. Her çend polîsan xwest li derve destûr nedin jî, ciwanan dîsa li derve daxuyanî dan. Ciwanan tîşortên li ser “Ne girêdayî be, azad be.” li xwe kirin û daxuyanî dan. Li ser navê ciwanan, Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê Zin Aslan, daxuyanî xwend. Aslan, polîtîkayên hikûmetê yên li ser ciwanan rexne kir û wiha got: “Li ser ciwanan komkujiya çandî û civakî tê meşandin. Em têkoşîna parastina nirxên xwe yên cewherî didin. Li Tirkiye û herêmê îktîdar bi amûrê zordarî û zordestiye hebûna xwe berdewam dike. Ev zordarî hemû nirxên civakê dike armanc. Polîtîkayên înkar, yekperestiyê li ser hemû beşên civakê ferz dikin. Ciwanên ku peşengiya civakê dikin, lêpirsîn dikin û venêrtinê dikin dikin hedef. Hikûmet li ser ciwanan polîtîkayên taybet ên şer dimeşîne. Em li dijî van polîtîkayên taybet têkoşîna parastina nirxên xwe yên cewherî didin.”
Aslan, herî dawî anî ziman ku ewê li dijî komkujiya çandî bi zanebûna nirxên xwe yên cewherî ji bo parastina nirxên xwe têbikoşin. Aslan, anî ziman ku wê bi vê bîr û zanebûnê rêxistinbûna xwe ya ciwanan mezin bikin û wekî meclîsa jin û ciwanan a HDP’ê li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê bi ruhê ciwanên 68’an û got: “Em bang li hemû ciwanan dikin ku xwe bi rêxistin û azad bikin. Em li ser vê bingehê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê îlan dikin.”