NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand tevî ku ew naxwazin bi hêzên rejîma Îranê bikevin nava peçvûnan jî, hêzên rejîmê di van demên dawiyê de li dijî gerîlayên wan operasyon didin destpêkirin û di vê çarçoveyê de jî hêzên wan li Kosalanê bersiva operasyonê dane û di encamê de kuştî û birîndarên rejîmê çêbûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YRK’ê têkildarî êrîşên hêzên rejîma Îranê ên li ser gerîlayên Rojhilat û tevgera balafirên keşfê ya dewleta Tirk li ser hêzên Rojhilat li ser malpera PJAK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de têgotin tevî ku hêzên naxwazin bi hêzên rejîma Îranê re bikevin nava pêvajoyeke pevçûnê jî, hêzên rejîmê li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê li dijî gerîlayên wan operasyonên bejahî dide destpêkirin.
YRK’ê diyar kir di çarçoveya xweparastina rewa de gerîlayên wan yên li herêma Kosalana Rojhilatê Kurdistanê bersiva hêzên derketine operasyonê dane û di encamê de kuştî û birîndarên wan çêbûne.
Berfirehiya daxuyaniya YRK’ê wiha ye;
Dewleta Îranê, li qada Rojhilatê Kuridstanê ev demeke li dijî hêzên me dest bi operasyonan kiriye. Hewl dide bi rêya operasyonan li gerîlayên me bixe. Di vê çarçoveyê de hêzên rejîma Îranê 26’ê Tîrmehê li herêma Kosalan a girêdayî Hewremanê li dijî hêzên me dest bi operasyonê kirin. Ji ber operasyonê pevçûn di navbera gerîlayên me û hêzên rejîmê de pevçûneke dem kurt rû dide. Hêzên me di çarçoveya xweperastinê de bersiva êrîşên dijmin dane. Di vê operasyonê de kuştî û birîndarên dijmin çêbûye, lê Îran wendahiyên xwe vedişêre û weke yek kuştî dide nîşan.
Operasyona rejîma Îranê bêyku ti encamek bidest bixe, hêzên xwe paşve kişand û bi rêya topxaneyan herêmê dan ber hewanan. Ji ber topbarana rejîma Îranê agir bi dehl û zeviyên gundiyan ket.
Hemû gerîlayên me bêyku ti wendahiyek bidin vegeriyane baregehên xwe.
Balafirên keşfê li ser Asosê digerin
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk 25-26-27’ê Tîrmehê li ser qada Asosê geriyane.