MEXMÛR – Balafirên keşfê û şer li ser Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) digerin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê me, ji serê sibê ve balafirên şer û keşfê bi ser ezmanê Mexmûrê ve digerin.
Liv û tevgera balafiran hîn jî dewam dike. Nayê zanîn bêka balafirên şer yên dewleta Tirkiyeyê ne, yan jî koalîsyonê ne.
Hêjayî gotinê ye balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk di 18’ê Tîrmehê saet 00:10’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bombebaran kir. Li gel balafirên şer balafirên keşfê jî li ser wargehê firiyan.Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn.