KOBANÊ/GIRÊ SPÎ – Li dijî gefên dewleta tirk a dagirker li Kobanê û Girê Spî çalakiyên mertalên zindî diomin. Mertalên Zindî ku li dijî êrîşên dewleta tirk çalakiya konvedanê li dar xistin çalakiya xwe berdewam dikin û serdana kon a ji aliyê welatiyên herêmê ve jî berdewam dike.
Di bin dirûşmeya “Em welatê xwe diparêzin” Mertalên Zindî li gundê Qeremux li dijî êrîşên dewleta tirk çalakiya konvedanê li dar xistin û çalakî di roja 13’an de li Herêma Firatê nêzî sînor berdewam dike. Bi heman armancê li gundê Ziyaretê jî heman çalakî hat destpêkirin û ew jî di roja 11’an de berdewam dike. Herwiha li Girê Sipî jî çalakiya Mertalên Zindî ku hat destpêkirin di roja 12′ an de berdewame. Bi serdana dehan ji gel, sazî,heyetên ji bajarê Reqqa, Tebqa, Kobanê û dezgehên Rêveberiya xweser çalakiya mertalên zindî didome.
‘Em jiyaneke wekhev dijîn’
Çalakiya ku her roj tê dewerkirin bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan ya Kantona Girê Sipî Necah Mihemed axivî û wiha got: “Li bajarê Girê Sipî hemû pêkhate jiyaneke wek hev dijîn, Lê Erdogan jî dixwaze vê projêya netewa demokratîk tevlihev bike. Gelê me amede ye li hemberî faşîzmê bisekinê. Çawa ku YPJ/YPG’Ê çeteyên DAIŞ’ê têk birin em ê jî dewleta Tirk têk bibin. Em gelê vê herêmê bi awayekî hêsan axa xwe bernadin. Ji ber ku me ev ax bi xwîna têkoşerên azadiyê rizgar kir.”
‘Em axa xwe bernadin’
Paşê li ser navê Kongreya Star Fewza Ebdî jî axivî û wiha got: “Em axa xwe diparêzin ji ber ku ev ax berxwedêran diyarî me kiriye. Me bi xwîna têkoşerên azadiyê axê xwe parast û em ê îro jî bi rihê berxwedana wan axa xwe biparêzin û xeyalên wan zindî bikin..”
Li ser navê jinên bajarê Reqqa jî Xaliya Kijwan axivî û got: “Dewleta tirkî bi cureyên cuda cuda dixwaze axa Bakur û Rojhilatê Suriyê dagir bike, lê gel vê yekê baş dizane ku armanca dagirkeran çi ye û çi dixwezin. Ji ber vê jî em weke jinên Reqqayê me dest bi hemleya ‘Em welatê xwe diparêzin’ kir û em ê bi hev re vê hemleyê berdewam bikin.”
Çalakî bi bernameyên cuda cuda didomin.
Çalakiya Mertalên Zindî li Girê Spî jî didome
Bi sedan şêniyên herêmên Firat, Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê li bin konê çalakiya mertalên zindî ya li taxa El-Munbetih li bajarê Girê Spî beramberî sînorê Sûriye û Tirkiyê hatiye vedan, li hev kom bûn û nerazîbûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gefên Tirkiyê re diyar kirin.
Li bin kon dirûşmên teqezkirina berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê hatin berzkirin, her wiha bav û dayikên şehîdan li pêşiya kon rûniştin û wêneyên zarokên xwe yên şehîd hildan.
Di çalakiya mertalên zindî de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî Necah Mihemed, endama Kongreya Star û hevseroka Meclisa Zagonsaz a herêma Firatê Fewziyê Ebdî û endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Xaliyê Kejwan axivîn û diyar kir ku gelên herêmê hewldanên dagirkeriya Tirkiyê red dikin.
Her wiha jinan di axaftina xwe de wiha got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Erdogan û partiya wî hewl da alozî û şer li Sûriyê derxin, planên dagirkeriya Tirkiyê û Erdogan armanc dikin ku zilm û bindestiyê li ser gelan belav bikin, her wiha hewl didin derbeyê li îstiqrara herêmê bixin û hemû pîvanên exlaq derbas kirine.”
Jinan îşaret bi girîngiya bilindkirina asta têkoşîn û berxwedana li dijî hêzên dagirker kir.
Çalakiya mertalên zindî li Girê Spî didome. Şênî tekez dikin ku ew ranawestin heta ku Tirkiye ji gefên xwe rawestîne.