KOBANÊ – Çalakiya mertalên zindî ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gef û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Ji 17’ê meha Tîrmehê ve bi sedan şêniyên kantona Kobanê li ser sînorê Bakurê Kobanê dest bi çalakiya mertalên zindî kirin.
Çalakiya Mertalên Zindî li kantona Kobanê li du cihan kon hatiye vedan yek li gundê Qeremox ê Şerqî yê nêzî sînor hatiye vedan û di roja 13’emîn de didome, yê din jî li Gundê Ziyaret ê nêzî sînor milê Xerbî di roja 11’an de didome.
Çalakiya îro ji aliyê gundê pêndir û Qinê ve hate dorgirtin. Bi sedan kes herikîn bin kon û nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriya dewleta Tirk dan.
Di bin konê çalakiyê de pankarên “Ji dagirkeriya faşîst re na” û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Kongira Star, fotografê Şehîd Diyar Xerîb, Pankarta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Çalakiyên mertlên zindî yên bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê yên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Girê Spî jî didome û seranserî Bakur û Rojilatê Sûriyê çalakiyên nerazîbûnê têne lidarxistin.