GIRÊ SPÎ – Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Girê Spî yê Rojava amadekarî û tevgera xwe ya leşkerî zêde dike.
Artêşa Tirk a dagirker duh gelek tank, panzêr û wesayîtên leşkerî li Akçakaleya Rihayê bi cih kir. Firfirokên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk a dagirker îro jî heta destê sibehê li ser sînorê Girê Spî geriyan.