BEHDÎNAN – Avesta, tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, her wusa dagirkeriya dewleta Tirk a li Başurê Kurdistan, fermana Şengalê û pêve girêdayî divê statuya gelê Êzîdî li heremê çawa be, dîsa ji bo çareseriya van pirsgirêkan divê gavên çawa bên avêtin di bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV de nirxandinên berfireh kirin.
‘SOZA ME TOLHILDAN Û KURDISTANEKE DEMOKRATÎK Û AZAD E’
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bi minasebeta fermana Şengalê got, “Em dikevin salvegera 5’emîn a fermana 73’an a ku li ser Şengalê pêk hatibû. Her wisa di meha Tirmehê de ku em dikevîn meha Tebaxê gelek êrîşên hovane li ser gelê Kurd çebûn. Êrîşekî xayînane, namerdane di 5’ê Tirmehê de endamê Konseya me hevrê Diyar Xerîb (Helmet) şehîd ket. Her wiha di 21’ê Adarê êrîşa faşîst a dewleta Tirk de hevrêyên me Sînan, Serhat, Navdar ku şehîd ketibûn di şexsê hevrê Helmetan, Sînanan, Serhatan û Navdaran de tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê bi rêzdarî, bi hurmet bîrtinîm. Li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînim. Dîsa di şexsê komkujiya mezin fermana ya 73’an de ez hemû qurbaniyên van komkujiyan bibîrtinîm. Ew soza ku me dabû gelê xwe em ê tola van hevrêyên xwe bi Kurdistanekî demokratîk û azad bi Rêberê xwe re misoger bikin.”
‘ASTA ŞIDETA TECRÎDA LI ÎMRALÎ EM BI ÊRÎŞÊN LI SER GEL LI DERVE DIBÎNIN’
Avesta, di berdewama nirxandinê xwe de bal kişand ser asta tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Bi Rêbêr Apo re ji 18’ê Hazîranê vir ve hevdîtin pêknehatiye. Ev hevdîtinên ku di demên derbasbûyî de çêbû hem Tevgera me û hem jî wekî hêzên demokratîk kesên rewşenbîr li ser vê pêvajoyê gelek şîrove kirin. 4 hevdîtin bi parezeran û 2 hevdîtin jî bi malbatan re çêbû. Ev encam bi saya berxwedana grêva birçîbûnê ya 200 rojê bû û di vê berxwedanê de me 8 hevrê şehîd da. Berxwederên grevê jî dabûn diyarkirin ku tecrîd ranebûye û berdewam e. Dijwariya şiddet û tecrîda li Îmraliyê, em li derve bi asta êrîşa li ser gelê me tê kirin dibînin. Em êrîşa li ser Başurê Kurdistanê de dibînin. Êrîşên ku li ser hêzên demokratîk çêdibin em dibînin ku ev şerê dijwar destpêkê li ser Rêber Apo destpêdike û pêl b ipêl li derve jî berdewam dike. Di demê borî de hevdîtinên bi Rêber Apo re ku hat kirin, dewleta AKP-MHP xwestin taktîkekî pêşbixin û di hilbijartinan de çarekî din gel bixapînin. Ji vê taktîka xwe jî bawer dikirin. Lê dîtin ku gelê Kurdistanê bi dehan sala in ku bi fikr û ramanên Rêber Apo ve hatiyê perwerdekirin û zanabûye. Êdî bi lêstokên dijminan, berjewendiyên dem kurtî re naxapin. Dîtin ku armancên van pêknehat hevdîtin qut kirin. Divê em bizanibin ku tecrîd nehatiyê şikandin ev 21 sal in li Îmralî tecrîd berdewame û her ku diçe tê şidandin. Di hevdîtînên borî de Rêber Apo weke 7 xala rêya 3’êmîn ji bo muzakereyekî demokratîk pêş bikeve di Rojhilata Navîn û li heremê de pirsgirêkên ku hene bi şîdetê zêdetir bi şêwazekî diyalog xwest pêşî lê veke. Di esasê xwe de ji bo van pêngava dem ev dem e. Divê helwestên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Ew hêza ku di hilbijartinan de derket holê divê heman şêwazî seknê xwe ji bo vê pêvajoyê jî deynin holê.
‘BÊ OCALAN TI PIRSGIRÊK LI TIRKIYEYÊ ÇARESER NABE’
Dîvê tecrîda li Îmraliyê tecrîdekî li ser xwe bibînin. Heta ku tecrîda li Îmralî berdewam bike, Rêber Apo wekî muxatabê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd neyê dîtin û hevdîtin li gel pêk neyên, yek pirsgirêkêk jî li Tirkiyê çareser nabe. Em dibînin ku Tirkiyê her ku diçe ber bi felaketekê ve diçe, ber bi kaosekî ve diçe û ev rewş hîn zêdetir li Tirkiyê bi xwe re nakokiyên mezin derdixîne holê. Bi xwe re krîzên mezîn tîne. Ger ku aramî tê xwestin, ji bo ku ev pêvajo hîn xetertir nebe, dîvê xalên ku Rêber Apo dabû diyarkirin divê bikeve meryetê. Zedetirî kes derdikevîn tiştên ku werin kirin dinirxînîn, lê divê ev êdî werin kirin. Ev xalên ku hatine diyarkirin kar û xebatên wan in. Divê hîn zêdetir xwedî pêngava ku hatiye destpêkirin derkevin. Elbet mirov bawerî bi faşîzmê nayne ew dem divê mirov bawerî bi hêza xwe bîne. Çareserî em bi xwe ne. Bi çalakiya xwe, bi hêza xwe, bi rêxistinbûna xwe, bi îtîfaqê ku çêdike re bawer be û bikaribe hemû beşên demokratîk, rêxistinên jinan, rêxistinên qada medenî, rewşenbîr dîvê xwe rêxistin bikin û seferber bibin. Niha desthilatdariya AKP-MHP lewaz bûye. Darbeya ku di hilbijartinan de xwarin divê neyê hiştin ku careke din xwe komî ser hev bikin. Tecrîd jî dikare bi van şêwazan were şikandin.”
‘KES BILA NEXAPE EV ÊRÎŞ NE TENÊ LI SER PKK’Ê YE’
Sozdar Avesta, li ser dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî nirxand û wiha domand: “Ev êrîş li ser tevahî Kurd û Kurdistanê ye. Êrîşekî bi giştiyê lê carna hinek qad zêdetir derdikevin pêş. Di sala 2019’an de piştî 26’ê Gulanê grevên birçîbûnê dema hate bidawikirin, hema pey wê re 27’ê Gulanê li ser Başurê Kurdistanê êrîşekî berfireh hate destpêkirin. Ev êrîş bê navber heta niha berdewam dike. Gelek qadên li ser sînorên xwe û bi taybetî gelek cih jî wekî hêzê başûr têde bûn, em dizanin ku radestî devleta Tirk kirine. Heta niha armanca ku di van êrîşan de dixwestin bikin li hemberî îrada gerîla nikarin bi encam bikin. Armanc ji vê çiye? Armanc bi hemû awayî tunekirina Kurdê azad e, Kurdê xwedî îrade ye, Kurdê xwedî rûmet e, xwedî şeref e. Kurdê ku dibêje di Kurdistanê de bi nasnama xwe, bi xwebûna xwe ez ê bijîm, li dijî van Kurda ne. Di şexsê wan Kurdan de ev şiyarbûna ku niha di Rojhilata Navîn de û di hemû Kurdistanê de bi gelê din re jî çêbûye, ev tekoşîna mezin ya ku bûye malê hemû gelan. Ev êrîş li ser gelên demokrasîxwaz e, yê azadîxwaze û yê ji bo mafê xwe tekoşîne dike, li dijî hemûya ne. Niha li Başûrê Kurdistanê de dixwaze pêngavêkî pêşbixîne hinek qadên stratejîk ku ji xwe re esas girtiye dixwaze wana bixe bin serweriya xwe. Di heman demê de ev êrîş di çapemeniyê de wekî propagandaya şerê taybet dide meşandin. Em dizanin di sala 97’an de dewleta Tirk digot; ‘ez ê komara Zapê têk bibim’ niha jî heman propagandaya şerê taybet li ser Qandilê dixwaze pêşbixe û bi vî rengî dixwaze motîvasyonekî di nijadperestiyê de çêbike.Êrîş di şexsê Tevgera Azadî de li ser tevahî destkeftiyên Kurdistanê ye. Li ser pêşeroja gelê Kurdistanê ye. Beriya niha faşîzma 12’ê Îlonê heman şêwazê dikir û heman gotinan digot. Hebûna gelê Kurd ew dem jî nedihat qebulkirin niha jî nayê qabulkirin. Li ku derê Kurdistanekî hebe em ê wir jî têk bibin. Heman hişmendî hîna jî didome. Hişmendiyeke faşîst û yekparez e.
‘ÊRÎŞ DIDE NÎŞANDAN KU ÇIQAS TENGAV BÛNE Û PROJEYÊN WAN ÊN ÇARESERIYÊ NÎNE’
Hinek hêz xwe dixapînin, berjewendiya xwe esas digrin û teng difikirin, rojane, hizbî, malbatî difikirin wusa dizanin kû ev destkeftiyên hatine avakirin ji xwe bi hesanî hatiye avakirin. Ji bo na vê jî bi dewleta Tirk re dibin yek û hevkariyên wan dikin. Êrîşa ku li ser PKK’ê û li ser Başûrê Kurdistan dide diyarkirin bê ka çawa tengav bûne. Hêza wan ya çareseriyê nine dide diyarkirin. Projeyekî li ser çareserkirina pirsgireka Kurd nîne dide diyarkirin. Li ser vê rastiyê divê kesekê/î bendewarî li wan hêvî neke. Çareserî li kûderê ye? Çareserî têkbirina vî hişmendiyê ye. Dîvê kes nexape ku ev êrîş tene li ser PKK’ê ye. Dîvê kesek nebe darê bin milên wan. Êrîşa ku niha li ser Başûrê Kurdistanê berdewan dike heman gef ji bo Rojavayê Kurdistanê jî derbasdare. Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye amedekariya xwe dike. Ger ku derfet bibîne em dizanin ku faşîst Erdogan yek saniye jî nasekine. Dibêjin hemû Rojhilatê Kurdistanê agir berdin û tûne bikin ka Kurd ji vê çi fam dikin? Kijan Kurdê birûmet dikare bi vê hişmendiyê re hevkariyê bike? Êrîşa li ser Rojavayê Kurdistan perçekirina destkeftiyên Kurda ne.
‘HEVRÊ HELMET DENG Û PÊŞENGÊ GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÛ’
Mesele çima ewqas dixwaze êrîşê pêşengên tevgera Azadiyê bike? Ji Başurê Kurdistanê hevî nake, ji kesên din hevî nake ji ber ku ev hevkarî bi wan re dikin. Ji bo vê tenê asteng tevgera Azadiyê dibine ji ber vê tecrîdê li Îmralî dişidînin û şêrê xwe dixe meriyetê. Hevrê Helmet çibû? Dengê gelê Başurê Kurdistanê bû, reng û pêşengê gelê Kurdistanê bû. Nezî 25 sal zêdetîr di nav tevgera azadiyê de derbas kir. Nefes bi nefes ji bo gelê Başurê Kurdistanê tekoşîn kir. Li hemberî qatilê Helepçe tekoşîn pêşxist û li hemberî qatilê Enfalê tevlî tevgera Azadiyê bû. Ew kesên ku dixwestin serweriya xwe li Başûrê Kurdistanê misoger bikin hevrê Helmet li hemberî van kesan dengê gelê şoreşger a Başûrê Kurdistan bû. Ji bo vê hevrê Helmet û hevrê Zekî hedef bû. Dixwazin di nava civakê de derdikevin dizanin ku azadiya wan bi Tevgera Azadiyê re ye. Êzîdî jî bi PKK’ê re azad dibin, civaka Soran, Kelhor, Lorî, Ereb, Turkmen, Sûryan jî di PKK’e de azad dibe. Hemû azadîxwaz pêşeroja xwe di Tevgera Azadiyê de dibînê. Ji bo vê jî êrîşê van taybetmendiya dike. Tevgera me tevgerekî hemû pêkhateya ne. Yê ku êrîşan li ser me dikin divê baş bizanibin ku her ciwaneke/î Kurdistanê her gerîlayeke/î Helmetekin, Zekiyekin, Sinanekin, Navdarekin. Hêzên ku hesabên xwe li ser van êrîşan dikin divê dest ji van têkiliyên xwe yên çewt berdin. Ger îro Tevgera Azadiyê têkbinin ti carî nikarin têkbibin sibê jî dora te ye. Em di dîroka Kurdistanê de vêya baş dizanin. Sadam ji bo van nedigot; ‘hûn terorîstin?’ Dema ku em têde dema yekbûyîna Kurdane. Herî dawî Kongreya Netewa Kurdistanê şewrek pêş xist. Ew helwestên ku di wê kongre de derketin divê hemû layenên Kurd ji xwe re esas bigrin û divê ji şaşîtiya xwe vegerin. Bê guman têkiliyên van li welatên cîran tunebin, têkiliyên wan ya aborî tunebin. Bi dehan caran Tevgera me ev nîşanda ku divê gelê me yê li Başurê Kurdistanê baweriya xwe û pişta xwe nede hevkarî ve dewleta faşîst.”
‘BI 12’AN Û BERXWEDANA GERÎLA BI SEDHEZARAN MIROV HATIN RIZGARKIRIN’
Avesta bi rasthatina salvegera 5’an a fermana Şengal a sala 2014’an ev nirxandin kir: “5 sal li ser fermana Şengalê re derbas bû. Ez carekî din bi minasebeta vê rojê hevrêyên ku di berxwedan Şengalê de şehîd ketine bibîr tînim û bejne xwe li hemberî wan ditewînim. Wan pêşî li trajediyekî ya sedsala 21’emîn girtin. Ew wê hertim di dilê me û di dilê mirovatiyê de bijîn. Zêdeyî deh hezar mirov dîl hate girtin. Ji xeynî kesên ku hate qetilkirin heta niha zedeyî sê hezar mirov aqûbeta wan nediyarin. Yên ku bi pêşengtiya YPG,YPJ û QSD û dîsa Yekîniyên Berxwedana Şengalê, Yekîniyên Jinên Şengalê hatin rizgarkirin.Civakek bi qirkirinekî re derbas bû. Hemû tişt hate dagirkirin û civakek ji welatê xwe hate koçberkirin. Bi berxwedana 12 hevrêyan re û têkoşîna gerîlayê azadiyê hêzên me yê HPG/YJA Starê re bi sedhezaran mirov bi korîdorên mirovî re hatin derbaskirin û rizgarkirin. Gerîlayên ku di çiyê de man wana parastin. Ew hêza ku bi hejmarekî kêm di çiya de mabûn, bi xweliyên xwe carekî din ji nû ve zindî bûn. Çawa kû di tufanê Nuh de hîn zindî xwe xelas dikin û ji nû ve mirovahî carekî din ava dikin li derdara Şengalê jî bûyerekî wusa çêbû. Yên kû filitîn çarekî din jiyaneke nû dan destpêkirin.
Di van 5 salan de Şengal û derdora Şengal hate rizgarkirin, bi hezaran mirov li welatê xwe vegeriyan. Bi îrada xwe sazî û dezgehên xwe avakirin. Ji hêza xwe ya parastinê bigre heta îrada xwe ya siyasî û bi rêxistinbûyîna xwe ya civakî çêkirin. Ev destkeftî pîroz bûn hemû bi êşan ve hate çêkirin, bi bê derfetiyê hate çêkirin. Bedelê wê giran bû û bi kedekî mezin ve hate çêkirin. Bi taybet ji destpêkê heta dawî bi ked ve Mam Zekî Şengalî pêşentî li vê civakê re kir. Dema ku mirov dizivire û lê mêze dike bêgûman destkeftiyên pîroz hatine çêkirin. Lê hîna jî birîna Şengal nehatiye pêçan. Hin jî li derdora Şengal dorpeçek heye. Ev êrîşên li ser Kurdistanê tê kirin li ser Şengalê jî têne kirin. Heta niha çend çara dewleta Tirk êrîşê Şengalê kiriye. Dîsa bi hînceta ku PKK li Şengalê ye ‘ez ê êrîş bikim’ dide pêş. Dema tevgera me têde bû denge xwe nedikirin. Ji ber ku li hemberî DAÎŞ’ê di nava şerekî mezin de bû. Bi hevkariya DAÎŞ’ê ve hevî dikirin ku em ê li wir bin bikivin û têk biçin. Lê ruxmê van astengiyan Tevgera me bi kedekî mezin îrada gelê Şengalê derxist holê. Li pêş hemû cîhanê fermandariya HPG’ê daxiyanî da û wusa derbasî Şengalê bû. Ew dem ne hikumeta Irakê, ne ya Başurê Kurdistanê, ne hêza koalîsyonê li holê tine bû. Hemû civaka Êzîdî tenê hiştibûn. Ger ku ew dem ev berxwedan nehatibe kirin niha çawa ji bo DAÎŞ’ê dadgeheke navdewletî têne xwestin heman demê ev kesana jî wê di wan dadgehan de bihatana darizandin. Heta niha jî tune barin, hin hesabên vana nedanin. Hîn jî lêborîna xwe ji vê civakê nexwestine. Tevgera me çawa ku li pêş hemû cîhanê derbasî Şengalê bû û rûmeta mirovahiyê parastin. Di heman demê de dîsa 1’ê Nîsana 2018’an de heman şêwazê ji Şengalê vekişiya. Di vê qonaxê de dîsa hîn tiştan dikin hincet û êrîşê civakê dike. Nahelin gelê Şengalê bibin ya xwe. Ev civak Kurdên resen e, çand û hûnera xwe heta roja îro parastine. Divê gelê Şengalê vê baş bizani be. 5 sal li ser fermanê derbas bû lê hîn jî xeterî li ser Şengalê hene. Divê her ku biçe yekîtiya xwe xurt bike. Yekîniyên xwe avabikin, ji bo ku ji derve êrîşekî dubare were kirin re amade be û xwe xurt bike. 72 ferman li ser civaka Êzîdî hatiye kirin û beşekî fermanê beşekî mezin bi xwe tinekiriye. Ev êşên ku şikandî ji bo xwe kir pêngava derketinekî nû. Ferman bi dawî nebûye, niha fermana spî di meriyete de ye. Her roj bi sedan ciwan li ser rêkên derveyî welat têne tinekirin. Civakekî koçber be her roj perçeyekî xwe wenda dike. Di vî sala 6’an de erka ku dikeve ser mile Şengaliyan zêdene. Divê mirov li ser van bisekine û xurt bike.”
‘LI GORÎ DESTÛRA IRAQÊ MAFÊ ŞENGALÊ PARISTÎ YE, DIVÊ RÊ BÊ DAYÎN BIKEVIN MERYETÊ’
Avesta ji bo xweseriya Şengalê bal kişand ser gavên bên avêtin û nexşerêya çareseriyê û her wiha rola hikûmeta Iraqê û wiha pêde çû: “Tişta ku dijmin dike ji xwe diyar e, em dixwazin li ser çareseriyê bisekinin. Ya girîng divê civak çawa xwe ji vê xelas bike û pêşî li êrîşan bigre. Niha bi deh hezaran mirov vegeriyane Şengalê ji bo vê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê divê di vê deme derbasbûyî de Kongra xwe ya 3’emîn ji lidar xist. Ji bo civakekî saziyên pêwîst çine li Şengalê hatine avakirin wê dikin. Ji bo vê rêveberiya Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li hemberî civaka Şengalê denydarin û sûcdarin. Ew kesên ku hatin revandin li kolanan hatin firotin berpirsyar in. Ger ku dixwazin xwe ji vê xelas bikin, divê îrada Şengalê nasbikin. Îrada ku li Şengalê hatiye avakirin ne li hemberî desthilatiya wan e. Li gorî destûra bingehîn ya Iraqê ye. Di destûra Iraqê de hemû herêm dikarin meclîsên wan hebin. Di herêmê de hêzên parastinê dikare habe. Mafên wan civaka heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin.
‘DIVÊ PIRSGIRÊKA ŞENGALÊ LI RENG Û HIQÛQA XWE BÊ ÇARESERKIRIN’
Çawa ku li Başûrê Kurdistanê bi Kurmancî, Soranî û Erebî perwerde tê dîtin bi aramî, Suryanî, Aşurî jî tê dayîn. Di heman demê de li Şengalê bi zimanê xwe perwerde ditîn mafê wî/wê ye. Li ser rêûresmê xwe, li ser bîr û baweriya xwe û bi çanda xwe re dixwaze bijî. Bi sed salan ola wî hate dijberkirin. Divê dest jê were berdan ku Êzîdî derbasî ola Îslamê bibe. Dîvê statûya Şengal tiştên ku di nava 5 salên de hatine avakirin bên naskirin. Tevî ewqas tiştên ku pêk hatin niha bêjî, niha bêjî ‘ez ê ji te re desthilatdariyê ji te re bikim’ nêzîkatiyeke bê exlaqî ji siyaset, nirx û mafên mirovan dûr e.Iraq cihê şariştaniyê ye û her wusa dikare bibe cihê şaristaniya demokratîk jî. Hinek kes vê bi zanabûn berovajî dike. Ev kîne? Diktatora Erdogan û dewleta Tirk e. Divê bi vê minasebetê fermana Şengalê vê vînê nas bike. Hêzên YBŞ/YJŞ’ê ev cend roj in li hemberî şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê bi hêzên Iraqê re hevbeş operasyonek pêk anîn. Ev girîng bû, lê ev têrê nake. Divê vê hêzê bi rengê wê û li gorî destûr û hiqûqa welatê xwe êdî nas bike pirsgireka heyî çareserbike. Divê pêşî li gefên faşîzma dewleta Tirk bigire. Êrîşa li ser Şengalê êrîşa li ser IraQê ye û li ser Hewlerê ye. Ev wusa neyê dîtin helbet wê berovajî çêbibe. Ji bo ku çarekî din ferman pêk neyê, divê pêşî li van werin girtin. Ev jî bi diyalogê çêdibe, bi danûstandinê ve çêdibe. Em dizanin ku hikûmeta Iraqê ji vê re vekiriye û hîn danûstandinê wan jî hene. Dikarin vana hinek din bi pêş ve bibin. Civaka Êzîdî jî xwe bibe yek û hevdû bigre wê çareserî pêk bê. Ji bo civak vegere ser axa xwe û bikaribe bibe xwediyê mafên xwe, divê yekîtiya xwe çêbike ku bikaribin bêşî li hemberî nebaşiyan were girtin. Divê di sala 6’an a fermanê de tişta ku were kirin ev bin. Herema Başûrê Kurdistanê jî divê Şengal wekî perçeyekî heremê bibinin.”
‘DIVÊ JIN TIM LI SER PIYAN BE’
Herî dawî Avesta li ser pêngava ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ û tevlîbûna jinan a ji pêgnvavê re û ev nirxandin kir: “Fermana ku li ser civaka Êzîdî hate çêkirin zêdetir bi qirkirina li ser jinan ve hate naskirin. Ya herî zêde şidet lê hate kirin jin bû. Sedemê vê jî ne ji rêxistinbûyînê tê. Jinên ku êşkişandî rastî jî bi vê rastiyê hesiyan û rabûn ser piyan. Ev pêngava ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ di 19’ê Tirmehê de destpê kir pir bi wate bû. Divê ji xwe jin hertim li ser piyan be. Têkoşîneke neberdewam be, ew tekoşîn bi encam nabe. Di 3’yê Tebaxê de divê hîn bi girseyî derkeve qadan. Gelek rêxistin daxuyanî dan û di nav wan de jî tevgera azadiya jinên Êzîdxan li dervayî welat û li Şengalê daxuyaniya xwe dan û rêzeçalakî dane destpêkirin. Divê çalakiyên hîn bi bandor pêşbixînin.
‘DIVÊ HEMÛ TÊKOŞÎN JI BO 3’YÊ TEBAXÊ WEKE ROJA QIRKIRINA CIVAKA ÊZIDÎ BÊ NASKIRIN BÊ KIRIN’
Divê li hemberî hîşmendiya desthilatdar tekoşînekî mezin bikin. Roja 3’yê Tebaxê divê weke roja qirkirina civaka Êzîdî bê nas kirin. Bi vî awayî pêşengtiya wê jî jin dike. Êrîşa Şengal heman demê qirkirina li ser jinê ye jî. Ji bo 3’yê Tebaxê banga me ji bo tevahî jinan hete bi taybet jinên Êzîdî, civaka me yê Elewî û hemû civakên ku azadiya xwe digerin, tevahî dostên gelê Kurdistanê, hêzên demokratîk divê roja 3’yê Tebaxê li kû derê dibin bila bibin di serî de jin wê rojê dakevin qadan; denge xwe li hemberî faşîzmê bilind bikin. Dîsa bertekên xwe li hemberî hêzên dagirker bidin diyarkirin û piştevaniya xwe bi Şengalê re bidin diyarkirin. Yên ku dibêjin êdî gelê Şengalê divê bi statûya xwe bijîn divê pişgiriya vê civakê bikin. Netevê Yekbûyî, Konseya Avropa û hemû saziyên mafên mirova divê ku ew kesên di destê DAÎŞ’ê de mane hîn zêdetir bikevin nava hewldanan. Banga me jî ew kesên ku di kampên penaberan de ne li Bakurê û Başûrê Kurdistanê, li derveyî welat êdî vegerin Şengalê. Weke ku Rêber Apo da diyarkirin êdî Şengala Azad û demokratîk divê pêk bê. Êzdîtayî afirandina jiyana azad e. Em tevgera azadiyê her tim li gel civaka xwe bin. Divê herkes vê bawer be û li ser vê xwedî erkên xwe derkevin.”