NAVENDA NÛÇEYAN – Eyûb Xelîl yek ji wan ciwanên ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk beşdarî çalakiya mertalê zindî bibû. Eyub 23’ê roje ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tê ragirtin. Birayê Eyub da zanîn ku wî bi Eyub re hevdîtin pêkaniye û li asayîşa giştî ya Hewlêrê ye.
Welatiyê Kerkûkê Eyûb Xelîl li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê beşdarî çalakiya mertalên zindî bibû û ji Kerkûkê ber bi navçeya Sîdekan a Balakayetî ve ketibû rê. Lê di dema vegerê de ji 8’ê Tîrmehê ve ji aliyê asayîşa Sîdekan ve tê girtin. Eyûb Xelîl bi sûcê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk deketiye hatiye binçavkirin.
23’ê roje ciwanê tevlî çalakiya mertalên zindî bûyî ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin. Eyub Xelîl 15 roje li asayîşa gitşî ya Hewlêrê ta ragirtin.
Birayê Eyub, Îsmaîl Xelîl ji Rojnews re axivî û got; “27’ê Tîrmehê min serdana asayîşa giştî ya Hewlêrê kir. Liwir me zanî ku birayê min di zindanê deye. Ez çûm û min dît. Tendirustiya Eyub başe û nêzîkî 15 roje li asayîşa giştî ya Hewlêrê ye. Li gorî tê gotin Eyub ji ber sucê teqemeniyê hatiye girtin.”
Birayê Eyub Îsamîl di dewamê de got; “Asayîşa PDK’ê lêkolînên xwe kirine û tê payîn bê dadgeh kirin. Lê nediyar wê çi dem were dadgeh kirin.”