KERKÛK – Komek ciwanên Kerkûkê li dijî dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kombûn û nerazîbûn nîşanî dorpêçê dan.
Dorpêça PDK’ê ya li ser wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê di roja 14’an de didome, ji bo şermezarkirina vê dorpêçê komek ciwanên Kerkûkê kombûn û bi daxuyaniyek nerazîbûn nîşanî dorpêçê dan.
Daxuyaniya li ser navê ciwanan ji aliyê Dilzar Kerkûkî ve hate xwendin, di daxuyaniya ciwanan de ev tişt hatin gotin; “Wekî ku tê zanîn bi rojane dorpêçek giran li ser kampa Mexmûrê heye. Em wek ciwanên bajarê Kerkûkê li dijî dagirkerî û bombebaranên dewleta Tirk a faşîstin, em li dijî astengiyên hêzên asayîşa herêm û hêzên Iraqê ne ku li beramberî xelkê sivîl yên kampa Mexmûrê têne kirin. Bi rojane bi tû awayî rê nayê dayîn ku rûniştvanên kampê herin Hewlêr û deverên din ên Herêma Kurdistanê.”
Di beşek din a daxuyaniyê de hate gotin ku dinava kampê de gelek zarok, nexweş û extiyar hene pêwîstiya wana bi çûna nexweşxaneyê heye, lê ji aliyê hêzên ewlehî yên herêma Kurdistan û Iraqê ve têne astengkirin.
Di daxuyaniya ciwanan de dorpêça li ser Mexmûrê bi dorpêçek dervey mirovahiyê hate binavkirin û hate gotin, em bang dikin di zûtirîn dem de dorpêçaça li ser gelê me ya li kampa Mexmûrê rakin.