RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Mêtîngerî, di heman demê de ji bo pekanîna qirkirina hunerê hendazetiyekî (pîvankarî) mezin nîşan dide. Qirkirinên di her astê de ku li Kurdistanê hatiye pêkînandin, di rêjeyeke giring de qirkirina hunerê jî pêk aniye. Lê huner, ji ber ku hindek bi giyanê ve girêdayî ye pir û bêtir zindî ye, di nava kategoriya yên dijîn de cî digire û aliyê xwe yê arişî de giraniyê dide çêkirin, ew qirkirinên ku di şertên daringî (madî) de pêk tên, qasî wan qirkinê napejirîne, ango vala derdixe. Huner, xwedî taybetmendiyekê wisa ye jî. Lewma civaka Kurd, di rasteqîna gel de nasname, kêm zêde berdewamkirina bi huner tê fêmkirin. Bi taybetî folklor û mûzîk bûne sebeb ku nasnama netew di rewşeke diyarî de xwe li ser piya bihêle. Lê gelek alî û çalaktiya hunerê hatiye tewişandin (parçe kirin) û rastî pişaftinê hatiye. Her wiha ji bo hunera netewa serdest bûye amrazekî bikaranînê.
Serdestiya mêtîngerî, di heman demê de serdestiya hunerî ye jî. Ev yek jî derbirîna xwe, destpêkê di nejiyandina rastîna hunera gel, tewişandin, ji xwe re malkirin û anîna halê nenasînê û piştre jî hunera xwe wek hunera ku ya gelê bindest e, di vê nêzîkatiya nîşandanê de peyda dike. Dîsa mêtîngerî di hemû dezgehên fermî de, bi taybetî, li ser piştevaniya hêza dewletê, ji bo vê yekê şiringa cîhana giyan û hestên gelê bindest da ku baweriya “di bingeh de tu ji netewa serdest î, wek wî yî, nasnameyekê te yê cuda nîne’’ bide çêkirin, serdestiyeke mezintirîn pêş dixe. Her wiha netewa serdest di rêjeya (oran) ku xwe dide pejirandin de, tunekirina netewekê temam dibe. Bi vî rengî nasnama netew wenda dibe û nasnama netewa serdest desthilat dibe. Bi rastî jî ev, di rasteqîna Kurd de rewşeke herî pêş ketiye. Ji ber vê sedemê, li hember rasteqîna netewa serdest berxwedaneke pir hindik heye. Tebî ev yek nîşan dide ku mêtîngerî ka çiqas pêş ketiye.
Nexwe, têkoşîna li hember mêtîngeriyê di warê hunerî de piçûk nayê dîtin. Dîsa di warê huner de pir bi sînor be jî, hebûna nasnama netewî di hinek aliyan de domandin dikare bingehekê çêbike, ji bo derketineke girîng di têkoşina rizgariya netew de. Di qonaxên destpêkê de bi taybetî, xebata çand û hunerî piştgiriyekê ji netewbûn û têkoşîna netew re dide çêkirin. Heya qonaxeke diyar roleke girîng dilêyîze. Lê heke ku şîdeta siyasî û leşkerî nebe, têkoşîna çandî û hunerî zêde wateyekê naderbirîne û zelal tê dîtin ku erka xwe nikare bide temamkirin. Mirov dikare qala nêzîkatiya rewşenbîr û mîliyetperestiya hoveber ku di vê wateyê de huner rast nanirxînin bike. Em baş dizanin ku huner, çand û xebata wêjeyê ya ketûber bi rizgariya netewî, bi taybetî jî bi peywirên siyasî û leşkerî têkil hev dikin ango bi vî rengî naxwazin peywirên xwe bibînin, mafê hunerê jî nadin û rê vedikin ji bona têkilhevkirinekê.
Bi pêşketina têkoşîna me ya şoreşger ve hem erkdariya hunerê ya di nava şoreşê de hatiye zelalkirin, hem jî ew çemkên (feraset) çewt ên di nava şoreşê de neyêniya wan hatiye tehlîlkirin. Çawa ku giraniya pêwîst dike ji rola hunerê re hatibe dayîn, li hember karanîna helperestî jî, rexneyên pêwîst hatine pêşxistin. Ka çiqas ev yek rast e, di nava têkoşîna şoreşê ya bilindbûyî de pêşketina hunerî weke aşutekî mezin bûye, li ba vê yekê qasî bandora warê hunerî li warê siyasî û leşkerî, van waran jî li ser warê hunerî bandoreke giran çêkirine. Di vê wateyê de çalaktiya hunerê hatiye gihandin bingehên rast ên erkdariya şoreşgerî. Ji destpêka sedsalê vir ve heta pêşiya wê jî, nasnameya netew a ku dihate xwestin xwe bigihîne asta hunerê, weke dêwekî hilperînê pêk aniye û ev tenê bi têkoşîna siyasî û leşkerî derketiye rastê. Lê, li ba vê yekê erkdariya hunerê kêm nebûye, tam berevajî zêde bûye.
Her wisa ku şoreşa Kurdistanê serûbinbûneke girîng dije, şer ji hemû girseyan re bûye mal, xwe kûr dike, her çîn û tebeqeyî digire nava berfirehiya xwe, vê yekê didomîne, li ba vê yekê kêmbûyîna erkdariya hunerê bila li vir bimîne, em dibînin ku bêtir zêde bûye û hatiye halê pêdiviyeke şênber. Girseyên gel, bi mûzîk, folklor û wêneyên şoreşgerî bêtir hatiye rewşeke zindî û ji bo teşeyê jiyaneke baş hewl dide ku zêdetir xwe lêhatî bike. Yanî di vê wateyê de bi kiryarî şoreşeke hunerî tê jiyîn. Lê li rexmî vê diyar e ku, ev yek nayê terkeserkirina jixweberiyê, tam berevajî pir eşkere ye ku pêdiviya xeteke huner a pir rehdar û xebata wê ya pratîk heye. Her wiha ji bo derbaskirina kêmasiyên heyî mîna afirandina eniya hunerê û berê xwe dayîna xebateke wisa hem pêdivî ye, hem jî sehayek e ku ji pêşketina şoreşî re tevkariyekê çêdike.”
JI PIRTÛKA “RASTIYA ZIMAN, WÊJE Û ÇANDA KURD” HATIYE WERGIRTIN