NAVENDA NÛÇEYAN
Îstixbarata dewleta tirk a dagirker MÎT xebatên xwe ên avakirina tora sîxurtî li dijî Têkoşîna Azadiyê û ji bo têkbirina wê didomine.
Li Mêrsînê, hin kesên xwe wek îstixbarata polîs û cendirmeyan didin nasandin, her meh bi awayekî rêkûpêk diçin malên malbatên welatparêz ku zarokên wan tevlî Tevgera Azadiyê bûne û sîxurtiyê li wan ferz dikin.
Li Mêrsînê, hin kesên xwe wek îstixbarata polîs û cendirmeyan didin nasandin, her meh bi awayekî rêkûpêk diçin malên malbatên welatparêz ku zarokên wan tevlî Tevgera Azadiyê bûne, der barê zarokên wan de agahiyan berhev dikin û ji bo wan wergerine hevkarîtiyê li wan ferz dikin. Malbatên ji ber vê rewşê nerihet dibin, anîn ziman ku ev kesên navbirî zêde zêde wan nerihet dikin. Malbateke ku nexwest navê wê bê aşkerekirin, bilêv kir ku wan ji kesên hatine mala wan re gotiye “em nizanin zarokê me li kuderê ye û em nizanin çi jî dike”, lê belê dîsa jî çewisandina li zar wan didome.
‘ALÎKARIYA ME BIKIN’
Malbatê, bilêv kir ku kesên tên bi kurdî bi wan re dipeyivin û dixwazin xwe li ber dilê wan şîrîn bikin. Malbatê, anî ziman ku ev çewisandin her diçe zêde dibe û ji ber vê nizanin ê çi bikin. Ferdên malbatê anîn ziman ku kesên hatine ji wan re gotine: “Bi salan hin kêmasiyên dewletê çêbûn. Ji ber vê zarokên niha zarokên we niha an di girtîgehan de ne an jî tev li refên gerîla bûne. Dewlet naxwaze careke din daxilî kêmasiyeke wilo bibe. Ji bo vê jî em dixwazin hûn zarokên xwe bînin. Eger vegerin bawer bikin wê neyên binçavkirin jî, wê tiştek jî neyê serê wan. Ji bo vê hûn dikarin bi me bawer bin. Hûn dizanin li kuderê ne. Miheqeq we hevdu dîtiye. Tenê ji me re cihên wan bêjin û hinekî jî alîkariya me bikin. Em ê bi sax û silamet wan bînin. Me gelek eks anîne. Niha ew li cem malbatê xwe ne û kêfxweş in.”
Malbatan ji bo vê yekê ji hêzên demokrasiyê doza alîkariyê kirin û gotin: “Êdî em jî nizanin wê çi bibe. Tên bi saetan rûdinên, çay û qehwê vedixwin. A rast ne em zanin zarokên me li kuderê ne ne jî ew.”