AMED – Parêzerê Ahmet Yoldaş ê di serdegirtina malê de ji aliyê polîsên dagirker derb xwar, ji 3 cihan parsû û lingê wî şikandin Mehdî Ozdemîr derbarê berpirsiyaran de serlêdana sûc kir.
Polîsên dagirker ên girêdayî Miduriyeta Ewlekariya Amedê, di 21’ê Tîrmehê de bi ser mala Ahmet û Bîrsen Yoldaş a li Cadeya Karacadag a navçeya Rezan a Amedê de girtin. Di serdegirtinê de, welatî Mucahît Yilmaz ê ji navçeya Qoser a Mêrdînê jî hatibû înfazkirin. Xwediyê malê Ahmet û Bîrsen Yoldaş jî hatibûn binçavkirin û ew biribûn Şaxa TEM’ê. Piştî karê îfadegirtinê Bîrsen Yoldaş hatibû berdan û Ahmet Yoldaş jî ji ber îşkenceya lê hatibû kirin rakiribûn Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê. Yoldaş ê piştî emeliya derbas kir û 9 rojan di beşa lezgîn de ma, rakirin Sevîsa Ortopedî û li wir dermankirina wî dewam dike.
ÎŞKENCE Û MÛAMELEYA DIJÎ MIROVAHÎ
Parêzer Mehdî Ozdemîr ê li Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê bi muwekîlê xwe re hevdîtin kir, piştî hevdîtinê derbarê polîsên îşkece û mûameleya xerab a dij mirovahî ya li Yoldaş kirin de, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdan sûc kir.
DIJÎ POLÎSAN DERNEKETIYE
Prz. Ozdemîr, diyar kir ku muwekîlê wî di dema serdegirtina malê de, dijî polîsan derneketiye û got: “Li gel vê yekê jî polîsên ku Yoldaş devdevkî bi erdê re dirêj dikin, pehînan li pişta wî dixin, bi martalên xwe li serê wî dixin, kûçikê xwe derdixin ser pişta wî û derbên giran li parsûyê wî yê çepê dixin.
LI MIDURIYETA POLÎSAN JÎ ÎŞKENCE DIKIN
Ozdemîr, da zanîn ku polîsî bêyî ku muwekîlê wî bibin nexweşxanê, dibin Şaxa TEM’ê û wiha bilêv kir: “Li Şaxa TEM’ê jî muwekîlê min rastî îşkencê tê. Polîs ji bo ku Yoldaş bi wan re bixebite, zextê li dikin û rastî fîzîkiya tundî tê.”
PERDEYA GUH DIQETE, PARSÛYÊN WÎ DI CIGERA WÎ RE DIÇIN
Ozdemîr, da zanîn ku Yoldaş ê rakirin nexweşxanê 9 rojan di beşa lezgîn de dimîne û wiha behsa serlêdana xwe kir: “Perdeya guhê muwekîlê min qetandin, parsûyên wî yên şikandin di cigera wî re çûne û travmaya mejî derbas kiriye. Ji ber ku parsûyên wî di cigera wî re diçin, hınavê wî xwîn dibe. Lingê wî yê rastê ji 3 cihan hatiye şikandin û platîn kirin linge wî. Me ji bo van hemûyan serlêdan sûc kir.”