ÎZMÎR – Li gelek navçeyên Îzmîrê polîsên faşîst avêt ser malan û 9 kes binçav kirin.
Li gelek navçeyên Îzmîrê polîsên faşîst serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polîsên faşîst li malan lêgerîn pêk anî û kelûpelên malan serûbin kirin. Polîsên faşîst dest danî ser gelek pirtûk materyalên dîjîtal. Polîsên faşîst piştî lêgerînê bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “di nava rêxistinê de xebat birêve birine” 9 kes binçav kirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê.