DÊRIK – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêrikê der barê êrîşên di çarçoveya şerên taybet tên meşandin daxuyanî da û got ew ê bi rêbazên qanûnî hesab ji kesên ku agahiyên şaş der barê Tevgera Ciwanên Şoreşger belav dikin bixwazin.
Endamên Tevgera Ciwan Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan êrîşên dewleta tirk a dagirker û hevkarê wê ENKS û PDK’ê bi tundî şermezar kir û got ev êrîşên wan wê negeheje armanca xwe û ew ê bi rêbazên qanûnî hesab ji kesên ku agahiyên şaş belav dikin bixwazin.
Befirehiya daxuyaniya Ciwanên Dêrikê wiha ye:
“Weke tê zanîn em di pêvajoyekî tÊkoşînê yê girîng re derbas dibin ji bo wê dewleta tirk û hevkarên wê di riya şerên taybet de van êrîşan li ser tÊkoşîn û şoreşa me pêk tînin bi taybet van êrîşan li ser ciwanan û jinên ciwan pêk tînin. Dagirker dixwazin ciwan û jinên ciwan ji berpirsiyartiyên wan yên şoreşgerî dûrî bixin, lê belê em wek ciwan û jinên ciwan helwesta xwe ya şoreşgerî nîşan didin û dibêjin berpirsiyartiyê şoreşê dikeve ser milê me û em dev ji erka xwe ya şoreşgerî bernadin ta ku em serkeftinê bi dest bixin.
Bi taybet van demên dawî gelek agahiyên ne rast ji hêla kesên girêdayî dewleta tirk û hevkarên wek ENKS û PDK’ê li ser Ciwanên Şoreşger û jinên ciwan yê bajarê Dêrikê tên kirin.
Bi navê Ciwanên Şoreşger yê bajarê Dêrikê em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku ev agahîyên li Ciwanên Şoreşger yê dêrîkê tê kirin ne raste û armanca van agahiyan ew e ku ciwan û jinên ciwan ji berpirsyartiyên wan yên şoreşgerî dûrî bixin û em ê ji wan kesên ku ev agahiyên şaş belav dikin bi rêbazên qanûnî hesab bixwazin!”