BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 27’ê Tîrmehê de li Bestayê çalakiyek li dar xistine û di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.”
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 27’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li qada Eyşedinkê ya Bestaya Şirnexê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.”