HESEKÊ – Meclîsa Leşkerî ya Hesekê li ser agahiyên ku şêniyên taxa Xiwêran a bakurê bajêr girtin ku kesên guman li ser wan hene di taxê de hene dest bi lêgerînê kirin, diyar bû ku ew kesên guman li ser wan hene girêdayî şandeyek veşartî ya çeteyên DAÎŞ‘ê ne.
Li ses vê yekê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Polîsên Leşkerî, Hêzên Hawarê û Hêzên Parastina Civakê (HPC) duh saet 03:00 derengî şevê operasyonek da destpêkirin, operasyon heta saet 10:00 vê sibehê dewam kir.
Di operasyonê de 20 çete hatin girtin, ji wan nasnameyên Iraqî hebûn.
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Idrîs Selmo di daxuyaniyek çapemeniyê de ku li navenda Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Hesekê hatibû lidarxistin got, destpêka operasyonê wan bi hevkariya Asayîşa Jin û komên din ên leşkerî şêniyên taxê hişyar kiribûn ku nêzî cihê operasyonê nebin û armanca operasyonê bi wan ragihandibû.
Selmo, diyar kir ku wan bi vê operasyonê rê li ber qetlîameke ku îhtîmal hebû di rojên cejnê de hatiba kirin girtin.
Idrîs Selmo her wiha destnîşan kir ku di operasyonê de miqdarek mezin a çekatn hate desteserkirin û heta gotin: “9 bombe, 29 demançe, hejmarek klaşînkov, brno, bi dehan tiving û dûrbîneke şevê hatin desteserkirin.”
Selmo bal kişand ku li gorî agahiyên çavkaniyên pê bawer kesên hatin girtin têkiliyên wan rasterast bi DAÎŞ‘ê re hene û dosyayên wan ên tevlîbûna wan a nava DAÎŞ‘ê de li gel wan hene.
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê anî ziman ku wan bi hevkariya şêniyan 20 çete girtin.
Hêjaye bi bîrxistinê ku di demên dawî de li bajarê Hesekê rêzeteqîn rû dan.