QENDÎL – Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bombebarana balafirên artêşa Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê 50 roje li binarê Qendîl û 40 roje jî li herêma Bradostê ciwanan çalakiya Mertalên Zindî dane destpêkirin. Ciwanan bi hatina salvegera komkujiya Zergelê de daxuyaniyek dan. Ciwanan diyar kirin ku divê bi yekîtiyê bersiva êrîşan were dayîn.
Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşerê, nêzî 2 mehe li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê çalakiya Mertalên Zindî dane destpê kirin.
Ciwanan li Binarê Qendîlê şehîdên komkujiya Zergelê bi bîranîn û komkujiyê şermezar kirin. Li ser navê ciwanan Dersîm Germiyanî daxuyanî xwend û wiha hat gotin; “Em di şexsê şehîdên Zergelê de hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin. Em komkujiyên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd şeremzar dikîn. Em bang li kesên ku alîkariya dijmin dikin û dibêjin vegerin ser rêya rast û doza gelê xwe. Tenê bersiva hemberî dijmin yekitiye.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin; “Peyama me ji bo hemû Kurdan, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin ser piyan. Ji bo ku destkeftiyên gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê têk neçe û komployên dijmin vale derkevin dengê xwe bilind bikin. Gelê Kurd di ber azadiyê de gelek qurbanî dane. Ji bo vê nabe kes xeta xiyanetê bişopîne û destê xwe tevlî dijmin bikin.”