ÊLIH – Li gundê Dêle ya bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve ciwanê bi navê Yusuf Sonuk di ava Bendava Êlihê de ku xwest xwe hênik bike fetisî.
Li mezraya Dêle ya gundê Xoxê ya bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve ciwanê bi navê Yusuf Sonuk (19) û birayên xwe û pismamên xwe çûn Bendava Êlihê ya li ber gund ku xwe hênik bikin. Hat zanîn ku Sonuk li ser tatê şemitî, dengeya xwe winda kir û ket avê. Hat diyarkirin ku dema Sonuk dikeve serê wî li tatê dikeve û ji ber bi avjeniyê nizane di avê de fetisî.
Birayên wî û pismamên Sonuk bedena wî ya bêcan ji avê derxistin û pişt re agahî dan gundiyan. Piştî ambulans hat cihê bûyerê û wî ji bo otopsi rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê. Xizm û nasên malbatê li ber nexweşxaneyê kom bûn û li benda radestkirina cenaze sekinîn.
Piştî kar û barên otopsiyê malbatê cenaze wergirt û birin li mezra Dêle veşartin.