NAVENDA NÛÇEYAN
“Her ku çiqas di pelên dîrokê de 3’ê Tebaxê 2014‘an nîşan dida dê roj wek xwezayî û her carî hilbê jî; bi avaçûna rojê ya şeva 2’ê Tebaxê ve her çiqas tarîtî dest pê kiribe jî, bi têkoşînek dijwar ve zêdeyî ev hatibe qedandin jî, armanca temamkirina komkujiyê ya PDK’ê li pêşiya rojê ku mizgîniya azadiyê dide astengiyek herî mezin bû.
Di civîna PDK”ê ku ji aliyê ve tê rêxistinkirî jî tevlî dibe de di derheqê firotina Şengalê de lihevhatin çêdibe û her tişt li gor çarçoveya lihevhatina qirêj gav bi gav dihat pêkanîn. Dema ku DAÎŞ, di “rojekê“ de Mûsil bidestxistî de bi şervan û çekên ku wergirt re berî xwe wek li gor lihevhatinê da Şengalê û li hemberî êrîşên Şengalê jî ewilî ciwanên Êzîdî yên Gir Zerik, Siba Şêx Xidir û Tila Zer li berxwe dan û şehîd ketin. Lê Pêşmergeyên PDK’ê di êrîşên ewil de reviyan û hêzên mayî jî ber bi berbangê ve ew domandin û ji komkujiyek mezin re derfet dan.
Gerîlayên PKK ku yek ji tevgerekê ciwana ye, xwedî li berxwedan û bîranînên wan derket. PKK’ê berxwedêr, bi mîrata ku ji kevneşopiya berxwedêr girtî ve pêngava “Azadkirina Şengalê“ da destpêkirin û bi sedan şervanên HPG’ê şand Şengalê û pêşketina DAÎŞ’ê da sekinandin û dû re jî cihên ku hatine dagirkirin jî ji DAÎŞ’ê rizgar kirin. Di wê heyamê de bi hezaran şervanên YPG-YPJ’ê jî ji Rojava bi rê ketin û di qadên ku destê DAÎŞ’ê bû de “navbira jiyanê“ ava kirin û bi sed hezaran Şengalî ji komkujiyê rizgar kirin.
Çeteyên DAÎŞ’ê li hemberî berxwedana HPG û YJA STARê mat man û MÎT û PDK jî bîryarên ku di lihevhatinê de girtibûn di demek kin de xistin merîyetê lê dîsa jî serneketin.
Piştî têkoşînek dijwar û dirêj di salvegera 5’emîn a komkujiyê de Êzîdiyên ku bi fermana 73. ve dixwestin werine qetilkirin, li Şengalê qadên azad ava dikin û encamên bûjenî bi dest dixin.
Bêguman yên ku herî zêde ji vê rewşê aciz in PDK û mêtingeran e. Plana komkujiyê ku 5 sal berî hatibû plansazîkirin bêencam ma û her roj ku diçe jî bêbandor dibe. Ji ber wê jî mêtîngeran û piyonên wan PDK, plan û qomployên nû çêdikin û amadehiya êrîşên nû dikin.
Ji ber ku li Şengalê PDK bêîtîbar bûye, dixwazin bi riyên alîkariyan ve ji nû ve îtîbara xwe qezenc bikin. Ji aliyekî ve jî li hemberî şervanên YBŞ û YJŞ û Asayîşa Şengalê êrîşên qontrayî dikin û dixwazin aramî û ewlehiya Şengalê xera bikin. Bûyerên ku piştî gefên serçeteyê Dewleta Tirk Erdogan li Şengalê diqewimin, wek pêlê pêşîn ya planê ye.
Beriya 2 sivîlên ku di dema neçîrê de hatibû qetilkirin hinek kiryarên nediyar hatibû jiyîn û her çiqas di nava gel de xwestin alozî derxînin jî encam jê negirtin. Îcar jî ji bo qetilên 2 sivîlan werine peydakirin operasyonek dan destpêkirin. Ev senaryo ye. Kasim Şeşoyê ku bi MÎT û PDK’ê re dixebite, operasyon dide destpêkirin û piştre jî di girtina qetilan de daxuyanî dide; ev bûyer gumanên micid derdixîne holê. Ji ber ku heya niha di pratîkek nebaş de bûn û ji nişka ve jî bi senaryoyek wisa ve xwe didin pêş. Ev ne rasthatinî ye.
Lê piştî ku bûyer hate sehkirin, YBŞ kete liv û tevgerê û di hemû qadan de dest bi lêgerînê kirin. Di van lêgerînan de di hinek cihan de gelek pêlik û belge ku ji aliyê çeteyan ve hatine danîn, hatin dîtin. Bi xebatên ku hatine kirin ve YBŞ û YJŞ û Asayîşa Êzîdxan dîsa qontrol girtin destê xwe û da nîşan ku ji bo azadiya Şengalê xwediyê têkoşînê be. Diyar e ku yên ku ji vê rewşê aciz in jî di nava provokasyonan de wê bibin.
Ji bo pêvajoyên pêşerojê tiştekî teqez nayê gotin û ez ê jî ji vê qadê hemû pêşketinan bişopînim.”
NC/Xemgîn Roj