NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengal û Yekîneyên Jinên Şengalê ji bo 5’emîn salvegera Fermana 73’an daxuyaniyek da û hemû şehîdên fermanê bibîr anî.
Fermandariyê ev got: “Di 5’emîn salvegera ferman û berxwedaniya li dijî fermanê de di destpêke de em di kesayeta Mam Zekî Şêngalî de tevahî şehîdên axa berxweder şehîdê 73’an fermana û tevahî şehîdên têkoşîna azadiye bibîr tînîn. Di sala 6’an de jî em ê di şopa şehîdan de bimeşîn û xwesteka şehîdên xwe pek bînîn.
HEM PÊŞIYA FERMANÊ HATE GIRTIN Û HEM JÎ BERSIVA ÊRÎŞAN HATE DAYIN
Wekê tê zanîn bi plansaziyeke dagirkerî, bi navê DAÎŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an xwestin fermanekê li serê gelê me bînîn koka me ji holê rakin, lê belê bi berxwedaniye ke bêhempa ev planên dagirkeriyê di tekoşîna van sala de hatê valaderxistin. Di serî de bi hezaran keç, dayik û milêtê me li berxwedan û radetî dagirkerîyê nebûn û xwîna xwe li ser vê axê ji me re kirin dîrok û çanda tekoşîne. Bi saya berxwedan û pakrewanên azadiyê re ne tenê me ev êrîşa hovane şikand, di heman demê de bi rêxistineke parastinê ya bi hêz me bersiva vê fermanê da. Dagirkerên ku bi vê berxwedanê plane wan vala derketin û xêrnexwazê vê xakê dev jî hesûdiye xwe yê qirêj berne dan. Di 3’yê Adara 2017’an de ev erîş bi navê çeteyên roj ên ku dagirkeriya Tirkan ew demek bû amadekarî dikirin û bi hewldanekî provakator êrîşekî dan destpê kirin. Di Nîsana heman salê û dîsa bi êrîşa hewayî êrîşek li ser vîna me hat peşxistin. Di 15’ê Tebaxa 2018’an de bi planekî xwînxwar li ser mamê civaka me Zekî Şengalî pêk hat, xwestin bi vê erîşê vîna gele me yê berxwêdêr bişkînîn lê wekî her êrîşî ev erîş jî vala hat derxistin. Di Adara 2019’an de dîsa êrîşekî hewayî bi fermana dagirkeran pek hat. Di van salên têkoşîne de me berxwedana mayîn û nemayîne da .Bi dawîbûna sala 5’an a fermanê re hemû êrîşê dagirkêra hatin şikandin.
HER DILOPEK XWÎN WÊ BIBE HÊZA TÊKOŞÎNA YBŞ Û YJŞ’Ê YA SERKETINÊ
Li ser vê esasê di salvegera 5’an a fermanê de em ji tevahî gelê xwe û tevahî cîhanê re dibêjin wê her dilopek xwîna şehîdên me bibe heza têkoşîna YBŞ û YJŞ, wê bibê ezma zaferê. Em cardin di huzura hemû şehîdên xwe de soz didin ku wê bi têkoşîn û bi berxwedaniyê li ser vê axê paşerojek azad wê were avakirin, wê ti dagirkerî nikaribin li ser vê axê xeyalê azadiyê bi çewisînin. Wê tolhildana me ya şehîdan di sala 6’ê de jî wê her dilopêk xwîna şehîdan wê xwe mezin bike, bibe hêz, rêxistin û pêşeroja civaka Êzîdî. Di têkoşîna me ya sala 2019 de wê bibe sala serkeftinek mezin. Heman demê wê bibe sala şikandina faşîzmê û azadiya gelê Êzîdxanê. Di roja îro de êdî cihê ku em hîştin reviyan di Şengalê de nîne. Ti mafê wan ê ku li ser me bipeyîve jî nîne. Di têkoşîna 5 salan de YBŞ û YJŞ li ser hîmê xweseriya demokratîk avakirina hêzekî dîrokî yê. Êdî ne têne hêza parastina Şengalê di heman demê de bûye hêzekî sereke ya aramiya Iraqê. Xwedî mîsyonekî parastin û aramiya Iraqê û herêmê yê.
DAWÎKIRINA DAÎŞ’Ê MÎLADEKE NÛ YE
Têkoşîna sala 5’an ya jî bo me wek mîladekê yê. Ji ber di têkoşîna îsal de çeteyên DAÎŞ’ê hate bi dawî kirin. Bi dawîkirina DAÎŞ’Ê re di dîrokê de rûpelekî nû ji bo gelê azadîxwaz vekir, ev mîladekî nû yê. Ev pêngava rizgariyê bi bedelê giranbûha pek hat. Ev kerasete bi nave DAÎŞ’ê pek hat, planekî qirej û şerêkî bi wekalet bû. Di kêliyê de ku herkes bê hêvî bû û digot; ‘hat ket wê bikeve Kobanê’ ev erîş hat sekinandin, li Şengal hat paqijkirin, li Minbîç û Reqa starta bi dawikirine hat destpê kirin. Îro jî ev koma çete bi bahoza Firatê jî ket nav sergoyên dîrokê. Di keliyê de ku teknîka serdemê li hember vê dagirkerîye bê çare ma, zarokên vê axê bi bawerî, vîn û fedakariyekî pir mezin xwe kirin mertalê azadiye, bûn tîrêjê siberojê, hêviya azadiyê. Rastiya berxwedanê serketin nîşanî herkesî da. Ev ked û berxwedaniya pîroz serdemekî nû bi xwe re avakir û bû nirxê hevpar a tevahî gelan.
Disa em di şexsê tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê û 73 fermana bibîr tînin û soza xwe ya têkoşînê nû dikin.”