NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîlayên HPG û YJA-Star di meha Tîrmehê di di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya û ji bo Tolhildana endamê Konseya Serokatiya KCK’ê şehîd Helmet (Diyar Xerîb) û şehîd Şahîn û Dewran çalakiyên bi bandor li dijî artêşa dagirker a tirk pêk anîn. Di van çalakiyan de 137 leşkerên dagirker ên tirk, 2 dagirkerên payabilind, 2 Serbaz, 1 Efserek, 2 polîs û 4 kontra hatin kuştin. Bi dehan leşker, kontra û polîs jî di encama çalakiyan de bîrîndar bûn. Gerîlayên ku gelek caran konvoyê dijmin kir hedef, gelek wesayîtên zirxî ên leşkerî, yên tîpa Kobra, Reo û Amarog rûxandin. Li dijî avakirina çeper û kozikên dagirkeriyê jî gerîlayan gelek wesayîtên kar û kepçeyên dijmin rûxandin û gelek amûrên kargehan yê aîdî kontrayan şewitandin. Her wiha Helîkopterek bi fîşekên gerîlayan derb xwar û ji herêma operasyonê xwe şûnde kişand.
Li dijî bicihbûna leşkerên dagirker li gir û tepeyên Kurdistanê gerîlayan gelek kozik û çeperên dijmin bi temamî rûxandin. Raderek, kamerayên mobeseyê û panelên rojê yên aîdî artêşa dagirker a tirk bûn hedefa gerîlayan û ev bi temamî hate îmha kir.
Der barê propagandaya rêş a dijmin û êrîşên şerê taybet ku wendahiyên artêşa dagirker vedişerê HPG’ê ev nirxandin kir: “Çapemeniya şerê taybet ê Tirk bi vê pêvajoyê re halanên serfiraziyê diavêje û propagandaya operasyonekî duyemîn dike. Artêşa TC’ê ya dagirker ku hemû pêvidiyên teknolojiyê seferber kiriye û bê navber çiyayên Kurdistanê bombebaran dike her çirkeyê bi berxwedana gerîla re rû bi rû dimîne. Artêşa TC’ê ya dagirker ku her rojê derbeyê ji gerîla dixwe, binketina xwe berevajî dike û destpêkirina operasyonekî nû servîsî raya giştî dike. Hêzên dagirker ên ku bi girtina çend giran difikire ku hakimyet bi dest xistine lê bi vekirî xuya dike ku bandoriya gerîla ya li eraziyê wê bersiva herî xurt were dayîn û derbeyên giran li dewleta TC’ê ya dagirker were xistin.”
Detayên çalakiyên di meha Tîrmehê ku Hêzên Gerîlayên HPG û YJA-Star lidar xistî bûn wiha ne:
31’ê Tîrmehê 2019
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 30’ê Tîrmehê saet 12:30’an li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Derwêş ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bûbûn, çalakiya sekvanî li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.
- Roja 28’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka yekîneyên veşartî li herêma Çelê Sor ya herêma Şehrîban a herêma Besta ya Şirnexê operasyon da destpêkirin. Heman rojê saet 12:40’an hêzên me bi yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker re hatin pêşberî hev û şer derket. Di şerê li vê herêmê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nahate zelalkirin.
- Roja 27’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma gundên Germik û Zêtka yên navçeya Silopya ya Şirnexê operasyon da destpêkirin. Heman rojê artêşa TC’ê ya dagirker herêm bombe kir û sibeha 28’ê Tîrmehê leşker danîn herêmê. Ev operasyon heman rojê saetên nîvro bêyî encam bigire paş ve vekişiyaye. Artêşa TC’ê ya dagirker bi rêya medyaya xwe nûçeyên derew yên windahiyên gerîla di operasyonê de servîs dike. Di operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye.
30’ê Tîrmehê 2019
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, roja 29’ê Tîrmehê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakiyên bi bandor lidarxist. Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;
Hêzên me saet 10:30’an li dijî yekîneya operasyonê ya li derdora Girê Şehîd Sarya yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Bi serkeftî li yekîneya dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.
Hêzên me saet 11:30’an li dijî konvoya zirxî ya artêşa TC’ê ya dagirker ku ji Qereqola Astenga Reş ber bi qereqola Wargenima ya navçeya Gever a Colemêrgê ve diçû çalakiyek lidarxist. Di vê çalakiya ku bi tektîka sabojatê pêkhatî de wesayîteke zirxî hate rûxandin û 13 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran herêm gulebaran kir û bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.
- Roja 29’ê Tîrmehê saet navbera 21:00 û 23:00’an artêşa TC’ê ya dagirker gelek wesayîtên zirxî sewqî Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê kir. Di dema vê sewqiyatê de helîkoptera tîpa kobra ku bombe li herêmên Xeregol û Şelalê barand bu hedefa hêzên me. Hêzên me bi giranî li helîkopterê dan û helîkopter neçar ma ji herêmê dur bikeve.
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ku li herêma Botanê didome de, roja 28’ê Tîrmehê saet 17:15’an li dijî wesayîteke ku alavên leşkerî ji qereqola Şûxa ya navçeya Berwarî ya Sêrtê re dibir çalkiyek lidarxist. Bi serketî li wesayîta dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran herêm bombeberan kir û di encama bombebaranê de li herêmê şewat derket.
29’ê Tîrmehê 2019
- Roja 27’ê Tîrmehê di saetên şevê de artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Navsera Cûdî ya li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê operasyon da destpê kirin.
Heman rojê balafirên şer saet 22:00’an û roja 28’ê Tîrmehê saet 03:00’an herêm bombeberan kir. Piştî bombeberanê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka helîkopterên Skorsky leşker danî herêmê. Heman rojê saetên nîvro operasyon paşve vekişiya û agahiyên têkildarî operasyonê her ku bidestketin wê bi raya giştî re werin parve kirin.
- Roja 26’ê Tîrmehê saet 15:30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Şêx Hebîb a Bedlîsê barand. Piştî bombebaranê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopeterên Skorsky leşker danî herêmê û dest bi operasyonê kir. Operasyon saetên şevê paşve vekişiya û di encama bombeberanê de 2 hevreyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.
28’ê Tîrmehê 2019
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li navçeyên Çelê û Gever ên Colemêrgê derbeyek giran li artêşa TC’ê ya dagirker dan. Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;
Roja 27’ê Tîrmehê saetên sibê hêzên me li herêma Deriyê Cafer ê navçeya Gever a Colemêrgê yekîneyeke dijmin xistin bin kontrola xwe. Heman rojê saet 10:30’an hêzên me li yekîneya xistîbûn bin kontrola xwe dan. Ji nêz ve bi serkeftî li yekîneya dijmin hate xistin, yek jê fermandarê yekîneyê bi giştî 8 leşkerên dijmin hatin kuştin. Yekîneya me ya ev çalakî pêk anî bi silametî gihişte baregeha xwe.
Roja 26’ê Tîrmehê saet 05:30’an hêzên me bi tektîka kemînan li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku ji bo ewlehiya rêya Girê Xereqol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê yekîneyek bicih kiribûn, çalakiyek li dar xist. Ji nêz ve bi du baskan li yekîneya dijmin hate xistin, 11 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Hêzên me hemwext li baregeh û çeperên dijmin ên li Girê Xeregol dan. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir û qada çalakiyê bi balafirên şer, topên hawan û obusan bombe kir. Di vê bombeberanê de hevreyên me Çiya û Xwînrej şehîd bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî ku derbeya giran xwar li herêmê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon bi şêweyê kemîn danînê didome.
27’ê Tîrmehê 2019
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî li dar xistin. Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;
Roja 25’ê Tîrmehê saet 13:00’an hêzên me yên YJA-Strarê li dijî wesayîta leşkerî ya ku ji qereqola Bezelê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê ber bi qereqola Gemanê ve diçû bi tektîka sabotajê çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayît hate rûxandin yek jê payebilind bi giştî 4 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Roja 26’ê Tîrmehê saet 17:20’an hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Sarya ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn çalakiyek li dar xist. Bi serketî li yekîneya dijmin a li gir hate xistin, leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Roja 27’ê Tîrmehê (îro) saet 02:30’an hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Botan a herêma Xakurkê çalakiyek li dar xist. Bi serketî li leşkerên dijmin hate xistin û di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Yekîneya me ya çalakî li dar xistî bi silametî gihişte baregeha xwe.
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ku li Botanê didome de, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzêçalakiyên bi bandor li dar xist. Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;
Roja 24’ê Tîrmehê hêzên me li herêma Berê Pirê yê Besta Meryemê ya herêma Besta a Botanê yekîneyeke veşartî ya artêşa TC’ê ya dagirker xistin bin kontrola xwe. Hêzên me demekê yekîneya dijmin xistin bin kontrola xwe û heman rojê saet 17:00’an bûn hedefa hêzên me. Ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin, qasî hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir.
Roja 27’ê Tîrmehê danê nîvro hêzên me li dijî nuqteya kontrolê ya artêşa TC’ê ya dagirker li nêzî gundê Hedît yê navçeya Silopya ya Şirnexê çalakiyek li dar xist. Bi serketî li konteynir, wesayîta zirxî û leşkerên li nuqteya kontrolê hate xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya tîpa kobra û konteynîr hate rûxandin, qasî hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker rêya Îpekê heta saetên şevê ji trafîkê re girt.
Yekîneyên me yên ku herdu çalakî li dar xistin bi silametî gihiştin baregehên xwe.
- Roja 22’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çermê ya Çewlikê operasyon da destpêkirin. Di operasyonê de hêzên me bi yekîneyeke dijmin re hate pêşberî hev û şer derket. Di şerê giran ê li vê herêmê de gelek leşker hatin kuştin. 4 hevreyên me yên ku bi lehengî li dijî dagirkeran şer kirin şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.
26’ê Tîrmehê 2019
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, çalakiyên li dijî yekîneyên operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC’ê dewam dikin. Agahiyên li ser çalakiya ku derbên giran li dagirkeran hatin xistin wiha ne:
Artêşa TC’ê ya dagirker berî niha bi demekê li Qada Geliyê Doskî ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dest bi operasyonekê kiribû. Li derdorî gundê Berdereşê leşkerên dagirker dest bi çêkirina çeperan kirin. Hêzên me piştî ku vê tevgera dagirkeriyê demekê şopand û xistin bin kontrolê û şûnde, 23’yê Tîrmehê saet 19:30’î bi çalakiyekê çeper û kozikên leşker lê bûn kirin hedef. Di vê çalakiyê de ku ji du baskan ve bi dijwarî li çeper û kozikan hate xistin, avahiyeke yê dijmin bi temamî hate rûxandin, û wesayîteke zirxî bi dijwarî derbên giran lêketin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 9 leşekr hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.
Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi helîkopterên Skorsky leşker danîne derdorî gundê Berdereşê. Leşkerên TC’ê êşkence li şivanên derdorî gund kirin û herêm ji çûn û hatinê re girtin.
- 26’ê Tîrmehê saet 08:30’î artêşa TC’ê ya dagirker li derdorê gundê Kavlegundê û Pagenkê ya navçeya Gever a Colemêrgê dest bi opersyonekê kirin. Her ku li ser operasyona ku didome agahî hatin girtin wê bi raya giştî re bê parvekirin.
- Dewleta TC’ê ya ku li hember têkoşîna Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya dike tengav dibe, weke her demê di demên dawî de jî serî li rêya çapemeniya şerê taybet dide û dixwaze bi vê bandora xwe li ser gel bide çêkirin. Dagirkerên ku ji Xakukrê bigire heta Zapê û ji Zapê bigire heta Dersimê ji destê gerîla derbên giran dixwe, bi rêya nûçeyên ti rastiya wan nîne dixwazin moralê gelê me yê welatparêz bixe û çavên derdorên nijatperest boyax bike servîs dikin.
Di vê wateyê de, bi êrîşên xwe yên derveyî mirovî yên li ser Harêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê, bi nûçeyên ‘Li Koordîneya Çalakiya MÎT’ê hatiye xistin’ nûçeyên derew belav dike, li aliyê din jî li Botanê 5 kes xwe radestkirine, servîs dikin. Bi vê dixwazin rûmeta gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bixin.
Ji beriya her tiştî weke ku Fermandariya Navendî ya me li ser çapemeniyê ragihandî, ti têkiliya me bi çalakiya li Hewlêrê ya li dijî MÎT’ê hatî kirin re nîne. Ji bo vê li qadên gerîla li koordîneya çalakiyê jî hatibe xistin bê wate ye. Li pêşberî rewşa li hember ciwanên Kurd ên welatparêz bê çare mane û jibo xwe rizgar bikin ketine pey nûçeyên wiha yên ti qîmetên xwe nîne. Li ser agahiyên li Botanê 5 kesan xwe radestkirine jî, di dîrokên berê de ji refên têkoşîna me qût bûyîn li Başûrê Kurdistanê hinek kesên ji aliyê TC’ê ve hatine kirîn. Li devera Şirnexê agahiyên ku hinekan xwe radestkirin dûrî rastiyê ne. Tiştekî wiha nine.
Ji bo raya giştî ya demokratîk û welatparêz dibêjin; Hikûmeta AKP-MHP’ê ya di demên dawî de li pêşberî têkoşîna me ya bi maf tengijîne, divê li hember lîstikên şerê taybet hişyar bin. Carekî din em dibêjin, di nava her şert û mercan de çi dibe bila bibe heta azadiya gelê xwe wê têkoşîna me bidome.
25’ê Tîrmehê 2019
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de çalakiyên bi bandor ên li dijî artêşa Tirk lidar xistine. Di vê derbarê de:
Kesên bi navê Haşim Hesen û Cebelî Balî yên ji gundê Kaportê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li ser mijara bi artêşa TC’ê re karkirin bi dehan car ji aliyê hêzên me ve hatiye hişyarkirin. 23’yê Tîrmehê saet 22:00’an hêzên em li dijî van kesên ku ev hişyarî li ber çav negirtin agir berdane 3 kamyon, 2 kepçe û gelek amûrên kargeheke ku girêdayî wan bû û tinekirine.
24’ê Tîrmehê saet 08:00’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Afat a navçeya Geverê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ji nêz ve li çeper û kozikên dijmin hatin xistine de 4 çeper hatin ruxandin, bi qasî hate zelalkirin 12 leşker hatine kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopteran kuştî û birîndarên xwe bi helîkopeterên Skosky ji qadê rakirine.
Heman rojê seet 12:20’ê hêzên me yên YJA Starê, li dijî tevgera dagirkeriyê ya li Herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên TC’ê yên li devera daristan a Girê Şehîd Sarya dar jêdikirin çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Piştî çalakiya sekvaniyê ya li dijî leşkerên li Girê Şehîd Sarya hate kirin û şûnde, hêzên me saet 19:30’î li Girê Şehîd Dewrêş ê li herêma Xakurkê kepçeyeike ya girêdayî TC’ê kirine hedef. Di vê çalakiya bi dijwarî li kepçeyê hate xistin de li ser hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehate bidestxistin.
24’ê Tîrmehê 2019
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 23’ê Tîrmehê saet 06:50’an li dijî 2 wesayîtên kontra yên ji navçeya Şemîznan a Colemêrgê ber bi Girê Harûna ve ji bo leşkeran bigrin ve diçin çalakiya sabotajê lidarxsit.
Di çalakiyê de wesayîtek hate rûxandin, wesayîta din jî derbe xwar û kontrayek hate kuştin û 2 kontra jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker cihê çalakiyê û derdora wê bi çekên giran biseruber gulebaran kir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.
- Roja 23’ê Tîrmehê saet 00:10’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Stûna yê sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê bûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de bi serkeftî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin.
- Roja 9’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çiyayê Fila yê herêma Besta a Şirnexê şivanên bi navê Valî Çevîk û Hekîm Demîr qetil kirin. Herdu welatiyên me yên ji gundên Bîryan û Kronê bi awayekî zanebûn ji aliyê leşkerên faşîst ve bi hovane hatine qetilkirin û ev sûcê xwe yê dij mirovahiyê xwestine bi rêya çapemeniya hawûzê bixin stuyê hêzên me de. Ev bûyer bixwe ji aliyê leşkerên dagirker ve hatiye kirin. Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk ji van nûçeyên bi armanca şerê pîskolojîk tê kirin bawer neke.
4.Roja 14’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka yekîneyên veşartî li herêma Dorşîn a navçeya Pasur (kulp) a Amedê operasyonek da destpê kirin. Roja 16’ê Tîrmehê saet 19:00’an balafirên şer ên dagirkeran herêma operasyonê bombebaran kirin. Divê bombebranê de hevreyên me Sorxwîn (Meryem Aksû), Roj (Evîndar Dûrsûn) û Viyan (Revşen Akil) şehîd bûn. Operasyon şeva 17’ê Tîrmehê ji herêmê vekişiya ye.
23’ê Tîrmehê 2019
- Roja 21’ê Tîrmehê saet 20:30’an hêzên me yên YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, konvoya wesayîtên zirxî ya artêşa TC’ê ya dagirker ku ji navçeya Çelê ya Colemêrgê ber bi navenda Colemêrgê ve diçû li herêma Şîva Stêrk û Kanî Orê kir hedef. Di çalakiyê de bi serkeftî li hemû wesayîtên di konvoyê de hate xistin, wesayîteke tîpa kîrpî bi temamî hate rûxandin.
Di vê çalakiyê de 13 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka balafirên keşfê kuştî û birîndarên xwe û enqaza wesayîtê ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî kirî bi silametî gihişte baregeha xwe.
19’ê Tîrmehê 2019
- Artêşa TC’ê ya dagirker roja 19’ê Tîrmehê saet 00:10’an bombe li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) barandin. Dewleta TC ya dagirker herêma ku jîngeha gelê Mexmûrê ye bêseruber bombebaran kir û di bombebaranê de 2 sivîlên wargehê birîndar bûn. Zirarek mezin gihişte bax û baxçeyên gel.
Ev êrîşa ku li dijî gelê Mexmûr ê ku li dijî DAÎŞ’ê ya ku bûyî belaya hemû mirovahiyê şer kir û li ber xwe da, ti ferqekî ji hişmendiya DAÎŞ’ê nîne. Ev gelê ku êrîşa DAÎŞ’ê têk bir û pêşî li dagirkeriya Başûrê Kurdistanê girt li ser navê hemû mirovahiyê liberxweda. Heta ku NY, hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî van êrîşên ku li dijî gelê ku Mexmûr û Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya DAÎŞ’ê parastin, eger daxuyainyek qane nedin wê ew jî gumanbar werin dîtin. Qada hewayî ya Iraqê dibin kontrola dewleta Iraq û hêzên kolalîsyonê de ye û NY jî parastina wargehê berpisyar e.
Di demekî ku Têkoşîna Azadiya Kurdsitan di qonaxekî dîrokî de ye, koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê dijminatiya gelê Kurd dike û êrîşên bi namerdî pêş dixe. Ev êrîşa ku li dijî gelê Mexmûr ê welaparêz ku ji ber zilma dewleta TC ya dagirker koçber bûne, bi vê êrîşê re carek din rûyê xwe yê rast nîşan daye. Dewleta TC a faşîst ku li tu derê nirxekî girêdayî Kurd qebûl nake bi hincetên cûda bi namerdî êrîşan pêk tîne. Ev êrîşa li dijî wargeha Mexmûrê pêkhatî êrîşekî li dijî şikandina îradeya gelê Kurd e. Divê her kes bizane ku wê hesab ji vê hişmendiya ku êrîşî gelê Kurd dike were pirsîn. Di êrîşa nemerdî de ji welatiyên birîndar re şifaya xêrê dixwazin.
- Roja 18’ê Tîrmehê navbera saet 17:00’an û 18:00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li gundê Sipîndare yê qezaya Çemanke ya Dihokê barandin. Di bombeberanê de 2 wesayîtên gel bûn hedef û di êrîşê de 3 welatiyên me yên sivîl birîndar bûn. Li vê herêma ku ti xebatekî leşkerî yên gerîlayên me nîne, dewleta TC’ê ya dagirker bi awayekî zanebûn welatiyên sivîl dike hedef. Hêzên dagirker bi van êrîşan re dixwaze gelê Başûrê Kurdistanê bi tirsîne û teslîm bigre. Di vê êrîşa pêk hatî de ji welatiyên birîndar re şifaya xêrê dixwazin û carek din didin diyar kirin ku wê hesab ji vê hişmeniya faşîst a li dijî gelê sivîl êrîşan pêk tîne, were pirsîn.
18’ê Tîrmehê 2019
- Di 15’ê Tîrmehê de hêzên me li Girê Olûkê yê Kemaha Erzîncanê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin.
Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran herêm bomberdûman kiriye û leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistiye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegerîyane baregeha xwe.
Hêzên me di 16’ê Tîrmehê saet di 14.10’an de li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Girê Helîkopterê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopteran ji qadê derxistiye.
15’ê Tîrmehê li gundikê Çakliyayla ya girêdayî gundê Bîlgeç a navçeya Pulur a Dersimê di encama teqînekê de Ayaz û Nûpelda Guloglû yên xuşk û bira miribûn. Piştî vê bûyerê dewleta TC’ê nûçeyên ku ev bûyer ji aliyê hêzên me ve pêk hatiye servîs kirin. Ev bûyera nemerd a ji aliyê yekîneyên şerê taybet ên girêdayî dewleta TC’ê ya dagirker ve hatiye pêkanîn, zarok kirine hedef. Dewleta TC’ê ya faşîst bi salane dixwazin gelên herêmê yên tên van zozanan bitirsînin û herêmê ji sivîlan vala bikin.
Artêşa TC’ê ya ku gelek qadên Kurdistanê vegerandine qadên şer, dixwazin dagirkerî û qetlîamên xwe rewa bikin, dixwazin vê dagirkeriya xwe hê berfirehtir bikin. Dewleta Tirk a ji dîrokê ve û heta niha dixwaze pilanên qirêj ên taybet li ser Dersimê bide kirin, çawa ku her roj mirovên Kurd qetil dike, bi van qetlîaman jî dixwazin bi derewên mezin bi rêya şerê taybet ragihîne û raya giştî bi xapîne. Divê gelê me yê bi rûmet li dijî van polîtîkayên şerê taybet bi hestyar bin.
Divê dost û dijmin vê bizanin li dijî her qetlîameke li Kurdistanê wê gerîlayên Azadiyê bi derbên xurt ku li artêşa TC’ê dide hesab bixwaze. Polîtîkayên qirêj ên li dijî gelê me ku bigihêjin armancên xwe bi awayekî zanistî tê kirin, kiriyarên dij mirovan e li ser gelê me dikin bi tundî şermezar dikin; sersaxiyê ji malbata Ayaz û Nûpelda ên xuşk û bira ku di êrîşa nemerdî de mirin re dixwazin.
17’ê Tîrmehê 2019
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever û Şehîd Medya Mawa de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî kirin. Agahiyên berfireh ên têkildarî çalakiyan wiha ne;
Artêşa TC’ê ya dagirker ev demeke li Girê Kerkol yê navçeya Elkê ya Şirnexê baregehekê çêdike. Hêzên me roja 15’ê Tîrmehê saet 07:20’an li dijî wesayîta artêşa TC’ê ya dagirker ku ji bo baregehê alav dibirin çalakiya sabotajê li dar xist. Di çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin û qasî hate tespîtkirin 3 kontra hatin kuştin. Li aliyê din hemwext hêzên me li dijî kepçeya ku li ser rê kar dikir bi taktîka sabotajê çalakî kir û kepçe hate rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky kontrayên mirî ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî li dar xistî bi silametî gihişte baregeha xwe.
Artêşa TC’ê ya dagirker di çapemeniya xwe de ev çalakî weke li dijî karkeran daye nîşandan. Ev şexsên ku rasterast bi artêşa dagirker re kar dikin û karên kontratiyê dikin. Ev şêxsên ku xizmetê ji hişmendiya ku êrîşî nirx û gelê Kurd dikin re, nîşandana wan a weke karker nûçeyên şerê pîskolojî yê dewleta TC’ê ya dagirker e.
Roja 16’ê Tîrmehê saet 17:00’an hêzên me yên YJA-STAR’ê li dijî wesayîta leşkerî ya tîpa Reo ku ji bo qereqola Zêrin a bajarokê Esender ya navçeya Gever a Colemêrgê sewqiyat dikir û hemwext li dijî kûlûbeya nobetê çalakî li dar xist. Bi giranî li wesayîta leşkerî û kûlûbeya nobetê hate xistin, wesayîta leşkerî derb xwar qasî hate tespîtkirin 6 leşkerên dijimn hatin kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran herêm bêseruber gulebaran kir. Yekîneya me ya çalakî pêkanî bi silametî gihişte baregehên xwe.
- Roja 26’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çemçê yê navçeya Qaxizman a Qersê operasyonek dabû destpêkirin. Operasyona li herêmê didome û artêşa TC’ê ya dagirker kemînan datîne.
16’ê Tîrmehê 2019
- Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Qadên Parastinê yên Medyayê didome li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li herêma Xakurkê bi tevgera dagirker radibe, çalakiyên girîng li darxistine. di vê çarçoveyê:
13’ê Tîrmehê artêşa dagirker ku dixwest leşkeran li Girê Koordîne deyne hêzên me çalakiyeke sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de ji yekîneya dijmin ku bûye hedef 2 leşkerên dagirker hatine kuştin.
15’ê Tîrmehê saet 09.30’î li dijî kozik û sitargehên artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Derwêş çalakiyek hatiye kirin. Hêzên me li konteynireke dagirkeran a li serê gir xistine. Di çalakiyê de konteynir bi temamî derb xwariye û di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin.
15’ê Tîrmehê saet 13.00’an li dijî yekîneyên artêşa dagirker ku hewl dide li Girê Helîkoptêrê bi cih bibe hêzên me çalakiya sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin bûne hedef û derb xwarine. Hijmara kuştî û birîndarên leşkeran ne hate bi destxistin.
16’ê Tîrmehê (Îro) saet 08.00’an hêzên me yekîneyên dijmin ên li Girê Şehîd Derwêş dîsa kirine hedefa xwe. Li dijî leşkerên ku dixwestin bi cih bibin çalakiyeke suîkastê li dar xistin û leşkerek hatiye kuştin.
- Artêşa TC’ê ya dagirker 1’ê Tîrmehê li Çewlikê, li qadên Yayleder, Şehîd Hesen, Lameç, Şevdîn û Baravê operasyon daye destpêkirin. Di vê operasyonê de ku heta 10’ê Tîrmehê dom kirî hêzên dijmin bê encam ji van qadan vekişiyane.
15’ê Tîrmehê 2019
- Roja 13’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li Girê Şehîd Ezîz ê herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Balafirên şer roja 14’ê Tîrmehê jî saetên şevê girê Helîkopter û roja 15’ê Tîrmehê (îro) saet 08:00’an kendala Girê Şikerê Spî bombeberan kirin. Piştî bombebranê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky leşker danîn Girê Şehîd Ezîz û Girê Helîkopterê û xwestin bicih bibin.
Hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ku xwestin bikevin eraziyê û li herêma daristan daran bibirin çalakiyek lidarxist. Hêzên me li nêzî Girê Şehîd Sarya leşkerên ku xwestin derbikevin eraziyê xistin bin kontrola xwe û roja 14’ê Tîrmehê saet 11:00’an hêzên me yekîneya dijmin kir hedef. Bi serketî li leşkerên dijmin hate xistin, 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker saet 20:00’an kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî pêk anî bi silametî gihişte baregeha xwe.
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 14’ê Tîrmehê saet 06:00’an li dijî makîneyên kar ên artêşa TC’ê ya dagirker ku li rêya ewlehiyê ya di navbera gundên Wargenima û Kendalokê yên navçeya Gever a Colemêrgê kar dikirin, çalakiyekî sabotajê lidarxist. Di çalakiyê de kefçeya kar a dijmin hate rûxandin, hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate testpît kirin.
13’ê Tîrmehê 2019
- Di 9’ê Tîrmehê de hêzên me li dijî Qereqola Tepê Hîzanê ya Licêya Amedê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de li çeper û stargehên dijmin hatiye xistin û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin.Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker li qadê operasyonek daye destpêkirin û agir bi daristanê xistiye. Bêyî ku encamekê werbigirin, di heman rojê de operasyon hatiye vekişandin.
Di heman rojê de saet di 21.30’an de artêşa Tirk a dagirker li qadên Dingilheva, Koçeran û Banê Dêran ên Licêya Amedê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker bi helîkopteran li qadê dane. Di vê bomberdûmanê de hevalê me Merwan birîndar bûye. Di 10’ê Tîrmehê de dagirkeran bi helîkopteran leşker anîne qadê. Di navbera hevalê me Merwan û leşkerên dagirker şer dest pê kiriye. Di vî şerî de hevalê me Merwan yek jê serbaz, 7 leşkerên dijmin kuştiye û heta fîşeka xwe ya dawî şer kiriye. Hevalê me Merwan piştre ji bo ku dîl nekeve destê dijmin, bombeya xwe bi xwe teqandiye û şehîd bûye. Dijmin li herêmê 2 kesên sivîl jî birîndar kirine û bax û baxçeyên gundiyan şewitandine.
12’ê Tîrmehê 2019
- Hêzên me li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li dijî herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpê kirin, roja 11’ê Tîrmehê saet 09:10’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Sarya û derdora wê bicih bûbûn, çalakiyek lidarxist.
Di çalakiyê de ji sê baskan ve li çeper û baregehên dijmin ên li gir hate xistin, 4 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi seruber bi çekên giran herêm gulebaran kir û saet 14:00’an bi desteka balafirên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihiştin baregeha xwe.
Roja 4’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li gundên Kanîsor, Xazir, Axçur, Silila û Aşkan ên navçeya Payizava ya Wanê operasyon da destpê kirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li gund û derdora wê karê lêgerînan dikin heqaret li gelê xwecihî dike û zextan li wan dike. Ev operasyon heman rojê bêyî ku encamek bigre paşve vekişiya.
11’ê Tîrmehê 2019
- Di 30’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Dirişkê yê Dihêya Sêrtê bi alîkariya yekîneyên veşartî kemîn danîye. Hêzên me demekê ev yekîne şopandine û di 3’ê Tîrmehê de saet di 06.45’an de di çarçoveya Pêngava tolhildanê a Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye jî bi selametî vegeriyaye baregeha xwe.
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li hemberî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de:
Di 7’ê Tîrmehê saet di 22.20’an de hêzên me li Girê Derwêş ê herêma Xakurkê ji du milan ve li leşkerên artêşa Tirk a dagirker dane. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.
Di 9’ê Tîrmehê de saet di 13.30’an de hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Şehîd Tûfan a li Avaşînê çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, panelên rojê û kamerayên mobeseyê yên li gir jî hatine îmhakirin.
Di 10’ê Tîrmehê de saet di 07.00’an de hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên li Girê Şehîd Elîşêr ê Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê daye. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi daristanê ketiye.
- Di 11’ê Tîrmehê saet di 02.00’an de artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran qadên Şehîd Dîren, Şehîd Afat, Satê û Tepê Çeper ên Gevera Colemêrgê daye û piştre li vê qadê operasyon dane destpêkirin. Operasyona li qadê didome.
- Di 10’ê Tîrmehê de saet di 12.00’an de artêşa Îran bi çekên giran qadên Berbizina, Goşinê û Ornê yên li herêma Bradostê ya li Başûrê Kurdistanê bomberdûman kiriye. Di vê êrîşê de kesekî sivîl miriye û du kes jî birîndar bûne. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi qadê ketiye.
10’ê Tîrmehê 2019
- Di 5’ê Tîrmehê de balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Qada Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi hevkariya sîxurên li herêmê êrîşek kirine. Di vê êrîşê de endamê Konseya Serokatiya KCK’ê rêheval Helmet û hevrêyên me Şahîn û Dewran şehîd bûne.
Hevrê Helmet di nav refên PKK’ê de 25 salan têkoşiyaye û di nav partiya me PKK’ê de xwedî cihekî girîng e. Hevrê Helmet ji bo azadî û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd hemû peywirên xwe yên şoreşger li ser xeta milîtaniya Apoyî domandiye û bûye xwediyê kedeke hêja.
Ev êrîş li dijî xeta Rêbertiyê û yekîtiya neteweyî ya gelê me hatiye kirin. Hevrê Helmet, fermandarekî me yê pêşeng e û têkoşîna wî ya ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurdistanê têkoşîneke bi qîmet e. Wê teqez hesabê vê êrîşê were pirsîn a ku bi hevkariya sîxurên dewleta Tirk hatiye kirin.
Li ser vî esasî em fermandarê mezin hevrê Helmet (Dîyar Xerîb Muhammed) û Hevrêyên hêja şehîd Şahîn û şehîd Dewran bi hurmet bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û ji gelê Kurd re dixwazin.
- Li hemberî vê êrîşa bêbext hêzên me ji bo bibîranîna rêheval Helmet, hevrê Şahîn û hevrê Dewran li gelek qadan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt li dar xistine. di vê çarçoveyê de;
– Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 9’ê Tîrmehê de saet di 08.00’an de hêzên me li du kamyonên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker dane yên ku ji Rûbaroka Şemzînana Colemêrgê diçûn qada Tepê Xwedê ya li qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çalakiyê de wesayîteke dijmin hatiye îmhakirin û wesayîta din jî derbên giran xwariye. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndarkirin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin serbazek û efserek hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus, hawan û helîkopteran li qadê dane û leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.
Di çarçoveya pêngavê de di 8’ê Tîrmehê saet di 19.40’an de li qada Deriyê Cafer a Gevera Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.
– Artêşa Tirk a dagirker ev demek e di têketina Qelqeliya Wanê bendeke kontrolê ava dike. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ya ku li Botanê didome, li polîsan dane yên ku ewlekariya vê avahiyê dikin. Di vê çalakiyê de 2 polîs hatine kuştin û 3 polîs jî birîndar bûne.
Hêzên me yên ku ev her sê çalakî li dar xistine, bi silametî vegeriyane baregehên xwe.
- 5’ê Tîrmehê di saetên sibê de artêşa Tirk a dagirker li gundê Berdereş, Babawa û Sêguza ya dikeve herêma Geliyê Doskê ya girêdayî navçeya Gevar a Colemêrgê dest bi operasyonekê kiriye. Operasyona li herêmê hatibû destpêkirin hê jî didome.
- 1’ê Tîrmehê artêşa TC’ê li bejahiya navçeya Dortyolê ya Hatayê dest bi operasyonekê kiribû. 2’yê Tîrmehê hêzên me di navbera zozanên Tokdag û Ovacikê de, rastî yekîneyeke ya dijmin hatiye û li vir şer qewimiye. Di vê şerê dijwar de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndarkirin. Hevrêyekî me li dijî yekîneya dijmin heta guleya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bûye.
Heman rojê saet 17:30’î hêzên me li dijî yekîneyeke ya operasyonê çalakiyek kiriye. Di vê çalakiya bi dijwarî li yekîneya dijmin hate xistin de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. 8’ê tîrmehê operasyon bi qismî ji herêmê vekişiya, kemînên yekîneyên veşartî ya li herêmê didomn. Wê piştre nasnameya hevrêyê me yê di opersyonê de şehîd bûye bi raya giştî re bê eşekerkirin.
7’ê Tîrmehê saet derdorî 16:30’î artêşa TC’ê li derdora zozana Yunsûn a girêdayî navçeya Kirikhan a Hatayê êrîşeke hewayî pêk anîn. Di vê êrîşê de ti ziyan bi yekîneyên me nebûne.
8’ê Tîrmehê 2019
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 7’ê Tîrmehê li dijî artêşa TC’ê çalakiyek kirin. Agahiyên berfireh ên derbarê çalakiyê wiha ne;
Hêzên me saet 14:10’ê li dijî kamyoneke ya artêşa TC’ê ya dagirker a li navbera Girê Şehîd Elîşêr û Şehîd Derman ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê de çalakiyeke ya sabotajê kirin. Di çalakiyê de kamyon hate rûxandin, 3 leşkerên li nav bûn, hatin kuştin. Artêşa TC’ê ya dagiker piştî çalakiyê bi obus û hewanan derdor ketober bombe kirin, bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûrxistine. Ji ber bomberdûmana hêzên dagirker li bejahiya Gundê Şukê şewat derket.
Hêzên me saet 22:00’an li Girê Şehîd Derwêş ê girêdayî herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî hêzên artêşa TC’ê ên li herêmê bicih bûbûn, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
- 5’ê Tîrmehê saet 19:30’î hêzên me li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa Kobra û kulubeyeke ya nobedê ya artêşa TC’ê ya li gundê Saritosûn a girêdayî Herêma Pulur a Dersimê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ji nêz ve bi xurtî li dijmin hate xistin de, wesayîta zirxî derb xwar, 2 leşker hatin kuştin. Artêşa TC’ê ya dagiker piştî çalakiyê 6’ê Tîrmehê di saetên sibê de dest bi operasyonê kirin, bê ku encamekê bigire vekişiyan.
8’ê Tîrmehê 2019
Di bin fermandariya we de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 5’ê Tîrmehê saet di 10.30’an de li dijî konvoya leşkerî ya dagirker a ku ji alaya Êrîşê ya Çelêya Colemêrgê diçû Girê Xeregolê çalakiyeke serkeftî û encamgir hatiye lidarxistin.
Di nava rojê de, li qadeke ku dijmin xwe gelekî ewle hîs dike, bi nepeniyeke kûr û bi sebreke mezin we kemîn li ber konvoya dijmin daniye û derbên giran lê daye. Ev çalakî li gorî taktîka demê ye.
Ligel ku di destê dagirkeran de her cure teknîk hene, gerîla bi derfetên biçûk û bi giyanekî afirîner ev çalakî li dar xistiye. Careke din îrade, bawerî û afirîneriya gerîlayan derketiye holê.
Di vê çalakiyê de ya ku bi taktîka serdema nû hatiye amadekirin, derbên giran li dijmin hatiye xistin û tiştek bi gerîlayan nehatiye. Em hemû hevrêyên di vê çalakiyê de pîroz dikin û serketinê ji we re dixwazin.
- Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me yên YJA-Starê roja 5’ê Tîrmehê saet 12:30’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Tepê Xwedê yê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn çalakiyak lidarxist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker herêm bombe kir û di encamê de li eraziyê şewat derket.
- Roja 6’ê Tîrmehê saet 09:30’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Yekmalê ya navçeya Qileban a Şirnexê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de li çeperên dijmin ên li gir hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagiker bi topên hawan û obusan herêm bombe kir. Di encama bombebaranê de li herêmê şewat derket.
- Roja 7’ê Tîrmehê (îro) saet 05:30’an hêzên me yên YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ku li Botanê didome de, li dijî leşkerên li herêma Deriyê Beroj a herêma Şehrîban li herêma Besta a Şirnexê çalakiya sekvanî lidarxist. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
6’ê Tîrmehê 2019
Li Dijî Artêşa TC’ê Ya Dagirker Çalakî: 14 Leşker Hatin Kuştin
- Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzê me 5’ê Tîrmehê li dijî artêşa TC’ê çalakiyek bi bandor kiriye. Agahiyên berfireh ên li ser çalakî û hejmara kuştî û birîndarên dijmin wiha ne;
Hêzên me saet 10:30’î li dijî konvoyeke ya ji wesayîtên zirxî ya artêşa TC a ji alaya Erîş a navçeya Çelê ya Colemrêgê ber bi Tepeyê Xeregolê ve diçû çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ji 3 baskan ve bi xurtî li konvoyê hate xistin de wesayîteke bi tîpa Kîrpî bi temamî hate rûxandin û wesayîta leşkerî ya Reo jî derb xwariye. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 9 leşker hatine kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi gelek wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistine, li qadê dest bi operasyonekê kirine. Yekîneyên me yên çalakî kirine bi selametî gihiştine navendên xwe.
Hêzên me yên YJA Star saet 13:40’î li dijî yekîneyeke ya dijmin a ewlekariya Tepeyê Şehîd Sarya ya girêdayî herêma Xakurkê ya Herêmên Parasatinê ya Medyayê dikirin çalakiyeke ya sekvaniyê lidar xistine. Di vê çalakiyê de fermandarê yekîneyê hatiye kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran ketober derdor gulebaran kirin, di saetên şevê de leşkerê xwe yê kuştî bi helîkoptera Skorsky ji qadê rakirine.
Hêzên me saet 14:00’ê li dijî hêzên dagirker ên li Tepeyê Girê Bayê yê girêdayî devera Çarçella ya dikeve xeta sînor a navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî û bandor li çeper û kozikên dijmin hate xistin de, leşkerek hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.
- Roja 5’ê Tîrmehê saet 20:00’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ku li Girê Radar yê navçeya Qileban a Şirnexê bicih bûbûn çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de navenda radarê ya li gir bû hedef û navenda radarê hate rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran biserûber hêrêm gulebaran kir û li herêma daristan şewat derket.
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever û Şehîd Medya Mawa ku li Botanê didome, roja 5’ê Tîrmehê saet 11:00’an li dijî wesayîta amarog a artêşa TC’ê ya dagirker li navbera gundê Akir û Osyan a navçeya Perwarî ya Sêrtê çalakiya sabotajê lidar xist. Di çalakiyê de wesayîta dijmin hate rûxandin, 3 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker heta derengiya şevê rêya ku çalakî lê hatibû kirin ji trafîkê re girt. Yekîneya me ku çalakî lidarxist bi saxlemî gihişte baregeha xwe.
- Roja 4’ê Tîrmehê saet 05:00’an artêşa TC’ê ya dagiker li herêma Çiyayê Fila û Gundikê Melê ya herêma Besta a Şirnexê operasyon da destpê kirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li herêma Serkê Mihemedê Osê leşker danîn bi pêşengiya kontrayan li herêmê xebatên lêgerinê lidardixin. Artêşa TC’ê ya dagirker heman şevê bêyî encamek bigre paşve vekişya û li herêmê kemînan datîne.
5’ê Tîrmehê 2019
- Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 4’ê Tîrmehê saet 06:00’an li dijî wesayîta zirxî ya tîpa kirpî ku di navbera qereqola Êrîş û Serê Sêvê yê navçeye Çelê ya Colemêrgê tevger dikir, çalakiya sabotajê lidar xist.
Di çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin û hemû leşkerên di wesayîtê de hatine kuştin lê hejmara leşkerên hatine kuştin nehate testpîtkirin.
- Roja 4’ê Tirmehê saet 10:00’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Stûna yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidar xist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin ên li gir hate xistin û hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate testpîtkirin.
3’ê Tîrmehê 2019
- Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 3’yê Tîrmehê saet 00:10’ê li dijî yekîneyên operasyona ya li herêma Xakurkê çalakiyeke sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Hêzên me yên YJA Starê, di çarçoveya heman pêngavê de 2’yê Tîrmehê saet 18:00’an li dijî leşkerên dagirker ên li Devera Qesranê ya dikeve di navbera navçeya Çelê û bajarê Colemêrgê de çalakiyeke ya sekvaniyê pêk anîne. Di vê çalakiyê de jî leşkerek hatiye kuştin.
- Balafirên şer ên Tirk 2’yê Tîrmehê saet derdorî 13:30’î li gel Tepê Amêdiyê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihok û dever Çemço ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştiye hêzên me.