NAVENDA NÛÇEYAN – Di dîroka 30’ê Tîrmeha 2019’an li Denîzlî û di 31’ê Tîrmehê li Îzmîrê di deopyên Yediemin de şewat rû daye û li qada depoyê bi dehan wesayît hatin şewitandin û bûn xwelî. Milîsên HBDH bi daxuyaniyekê ev çalakiyan girt ser xwe.
Daxuyaniya nivîskî ya HBDH wiha ye:
“Deopyên Yediemin ku girêdayî wezareta edaletê ye û li wir bi biryara dadgehan wesayîtên hatibûn desteserkirin hatibûn bicih kirin. Di dîrokên 30/31 Tîrmeha 2019’an li depoyekek li Denîzlî û yek li Îzmîrê ji milê hêzên me ve hatin şewitandin. Di encama çalakiyan de li Denîzlî 36 û Îzmîr 42, bi giştî 78 wesayît hatin şewitandin û bûn xwelî.
Dihat gotin ku ew depoyan di bin “ewlehiya dewletê” de ne, lê dîsa hatiye ditîn ku bi çalakiyên me ên rojên dawî hatin lidar xistin, tu cih û tu kes ne di nav ewlehiyê de ye.
Em ji ew kesên ku ji hêza dewletê bawer dikin, ji bo ew kesên ku bîat kirine û difikirin ku wê hemû tişt bê hesab pirsinê be, ji bo ew kesan ku li kêleka zilmê cihê xwe digrin, em bang dikin û dibejin “Wê bimine ji sibê re, lê li cem te namine”. Ew tiştên ku we li Gelê Kurd ê Mazlum û li kedkarên Tirkiye kirine wê li cem we nemine.
Beriya ku hêzên me wek bike hedef, piştgiriya xwe ji bo faşîzma Akp-Mhp şûnde bikşine. Yan jî wûnê wek desthilatdariyê hesab bidin.
Çalakiyên me dîsa nîşan da ku têkoşîna yekbûyî ya gel hêza yekane ye ku wê biser bikeve. Ji ber ku em bi haveynê Bostanci ku digot “Em ê bikevin, lê bes yên piştî me wê teqez vî şerî bidomînin” yan jî wek Orhan Yilmazkaya ku digot “Em berdewamiya nifşên fedayî ku teslîm nedibûn e” bi awayekî bi biryardar îradeya xwe datînin holê.
“Bila tekeve qeydê, qeydêê…”
Wek dawiya her dîktatoriyayê, wê dîktatoriya we jî bi têkoşîna hevpar bibe xwelî.