ŞENGAL – Di pêncemin salvegera fermana 73’an a ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ ve li ser gelê Êzîdî pêk hatibu ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzîdî ve bi meşekê hate şermezarkirin. Bi sedan ciwan li pêşiya meclisa gel a Digurê li hev kombûn û berê xwe dane koridora mirovahiyê. Ji bo biranina şehidên fermanê û îxaneta ku hatibu kirin bi sedan ciwan bi qasi 5 km meşiyan. Di meşê de pankarta “Bi Rêxistin û Serhildanan, Ciwan dê rakin tola 73 fermanan” û posterê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Mam Zekî û pankartên dimenên fermanê hatin rakirin. Di meşê de bi awayekî bê navber diruşmên weke “Bijî Serok APO, Şehîd Namirin û Bimre Îxanet” hatin berzkirin. Pişti meşa 5 km an ciwanan berê xwe dane çarxerêya Sinunê û li vir daxuyaniyek dan. Daxuyani ji aliyê endamê meclisa ciwanan Şahab Şingalî ve hat xwendin.
Beşek ji daxuyani yê wiha ye;
“Em weke Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzîdî em îxaneta mala berzanî şermezar dikin û em ê tu caran ji bir nekin. Carekedin em GERILAYÊN qehreman şervanên YPG Û YPJ fedaiyên SEROK APO silav dikin. Em soz didine gelê xwe yê Êzîdxanê ku em weke ciwanên şoreşger ên Êzîdxanê em ê gelê xwe ji hemu fermanan biparêzin û ferman nikarin me xilas bikin vayê daiş qediya lê ala Êzîdxan li baye û wê her li ba bê. Li ser van esasan em careke din fermana 74 çaran û îxaneta mala berzanî şermezar dikin.”
Çalakî Ciwanên Şengalê bi dirûşmeyan bi dawî bu.