NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Jinên Ciwan ên Azad her sê mehan carekê kovara xwe bi navê “Xwebûn” derdixe. Ji bo meha tebaxê jî jinên ciwan rolên zeyendperest ku li ser jinê tên ferz kirin kire mijara kovara xwe û ji bo vê pirsgirekê riyên çareseriyê nîşan dan.
Komîteya Xwebûn ji bo naveroka kovara xwe wiha got: “Divê em jina îro, û helbet mêrê îro, wek encamên êrîşên derunî yên pergala baviksalarî bibînin. Tevgerandina me, mêzekirina me, nêrîna me, kena me bîle ji bêjinga pergala baviksalarî derbasbû. Ji bo ku em bibin xizmetkarên herî baş yên pergalê em hatin perwerdekirin. Malbat, dibistan, çapemenî hemû bûn amûrên propagandaya pergalê. Niha divê em xwe bipirsin: Ger ku ez ji aliyê pergala baviksalarî ve hatim mezin kirin, gelo ez kî me? Rastiya min çi ye?”
Guhertinên nû: “Amargî”
Xwebûn kovara xwe ya yekem di sala 2017 de derxist. Kovara ku dixwaze hitaba jinên ciwanên Kurd û enternasyonalîst bike ji sala 2017ê ve tê derxistin. Niha di her Xwebûnê de nivîsên bi zimanê Elmanî, Înglîzî, Kurmancî û Kirmançkî cih digirin. Ji ber ruxandina xwazayê, ekolojî di dema me de bûye mijarekî esas ya şoreşê. Li ser vê esasî jinên ciwan bi kategoriyekî nû bi navê “Amargî” berhemên xwazayî ku bi dest bê çêkirin pêşkeşî jinan dike. Bi vê away tê xwestin ku jinên ciwan ji berhemên qirêj ya pergala kapîtalîst dûr bikevin û alternatîfa xwe ava bikin.
Wekî din wê êdî pêşniyarên filman jî di nava kovarê de cihê xwe bigre.
Naveroka kovarê wiha ye:
Rêber APO
– Ich spreche nicht von ewiger Liebe, sondern von einer endgültigen Loslösung – Teil III
– Follow Beritan’s path!
Civak û Siyaset
– Kein Leben wie im Bilderbuch
– Liebesbeziehungen sind der größte Individualismus der Menschheitsgeschichte
– Reinkarnation der Demut
– Der Arbeitsplatz als Kampfplatz
– Pergala kapîtalîste kerakterê xo ro ser bedenê cenîyê ciwanan, xo mende kena
– Im Sumpf der Medien gefangen
– Is The Modern Woman A Traditional Man?
– Lasst uns wir selbst sein
– Women’s subordination to the patriarchal society & the importance of resistance
– Rola jin di avakirina neteweya demokratîk de
Şehîd
– Sterne der Revolution (Şehîd Besê Tolhildan, Tîjda Ekecik û Ronahî)
Amargî
– Eine Einleitung in die Pflanzenheilkunde
– Gänsefingerkraut bei Neigung zu Menstruationskrämpfen
Huner
– Filmempfehlung: Mother!
– Bild: Mütter mit den weißen Tüchern