NAVENDA NÛÇEYAN – Li hemû herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, rewşa tevlihevî û bêewlehiyê heye û nexasim rojane teqîn lê rû didin.
Li gorî agahiyên destpêkê ku çavkaniyên herêmî ji ajansa me re ragihandine, li bajarê Babê di encama teqînekî de Ebû Ebdo Ensarî ku serçeteyê Feyleq El-Şam e û bi eslê xwe ji Humisê ye, hate kuştin. Her wiha 3 kesên bi wî re jî birîndar bûn.
Heta niha tu aliyan berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.
Di 29`ê Tîrmehê de şêniyên Babê li dijî dagirkeriya Tirk daketibûn qadan.