RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Pêwîst e evîna we nû be, gelo hûn ji bo şerê mezin ê vê amade ne? Şerêkî pir zore, lê wekî din çareya me nîn e. Ez nabêjim hûn tev wisa bikin, lê evîna PKK e hindek evîneke wisa ye û şerê hatî pêşxistin hindek şerêkî wisa ye emê bînin pêş çavên xwe. Ez nabêjim bi bertekên erzan nêzîkê hev bibin. Ji van hemûyan encamê ku dertê; ne ew bertekên jin ango çespandinên zilam yên bêwate ne, ku dikarin refên rêxistinê û atêşê serûbin bikin. Di radeyeke dawî de pêdiviya we bi hev heye. Lê di radeyeke dawî de jî pirsgirêkên we yên ku bên çareserkirin hene. Di wateyeke mitlaq de em pêdiviya le bi hev heye, lê peywirên me yên perwerdeyî, rêkxistînî û çalakî ku em bînin cî hene. Heya ku ev peywir neyên cî, tu nikarî deste zilamekî bigirî, zilamek nikare bi hêsanî destê te bigire. Da ku ev hemû di rêjeya asta pêşxistina şer de bin, ez di wê hizrê de me ku ev formûl rast e û di bîçimê tê xwestin de ye. Yanî divê xwîngermiyeke we, eleqedariyeke we ka çiqas bi pêşxistina şer ve pêwendîdar e? Heta wê çiqas pêş dixe û çiqas qada jiyanê vedike?
Di vê bingehê de hûnê xwe pê bidin pesendkirin û wî pesend bikin. Di hemû pîvanên min de ev hene. Biramin çavên keça ku dixwaze min hez bike, hema li Kurdistan’ê û li şer e. Bi hezaran jin hene û bi hezaran pakrewan hene. Bi rastî jî ez vê watedar dibînim. Lê têkîliyên gelek hevalên me yên şervan diqedînin. Her kê ku ji bo bi min re têkilî avakirinê were, pêşî baweriya xwe bi armanca min û bi şerê min tîne. Ev pir eşkere ye. Lê gelek kes ji bo xistina keçan nêzîkê wan dibin; nêzîkê zilam dibe ji bo xistina wan. Tebî emê haydar bin. Em nikarin rê bidin têkîliyên xistinê. Jixwe Kurd, di vê bingehê de jin û zilamên xilasbûyî û qedandî ne. Pevretîya wan, pevretiyeke mirî û qediyaye. Emê çawa karibin wê şêwazê bimeşînin? Di vê mijarê de hewldanên hatine pêşankirin, hewldanên pir zor in. Lê dahûrîneke Kurd e, dahûrîna asta netewe û afirandina azadiya jinê ye. Bi misogerî ev pirsgirêkeke hêsan nîn e. Hûn jî dibêjin em şervanên azadiyê ne, lê ez jî şerê azadiyê bi rê ve dibim.
Gelo hûn ji bo xwe hêza birêvebirina şer nîşan didin? Ew derfetên şer yê ji were hatî berpêşkirin, hûn dikarin binirxînin? Bi awayekî din hûnê çawa di rastîna PKK’ê û Kurdistan’ê de rê wergirin? Rastîn li rastê ne. Heke ku riyeke din hebe, hûn nîşanê min bidin, min bidin bawerkirin û girê bidin. Ji gotûbêja azad re vekîrî me. Mînak bila keç min girê bidin. Jixwe ji vê re vekirî me, sînordanîna herî piçûk jî nedanîme. Ez berdewamkarê qirêna xwe me. Hûn jî bi têgîhîştina tevahî aliyên vê qirênê ve tevlî me bibin û piştre nebêjin “em tênegîhîştin û me nebîhîst.” Bila zilam jî bi vê têbigihîjin. Li rastê têkîlî ka çiqas xedar in bila bibînin. Nebêjin “zilamtiya me ya berê wisa ye, wiha ye.” Bila xwedê bela xwe bide zilamtiya berê. Zilamtiya berê, ji jinê xiraptir e. Wê tu çi bikî ji vê zilamtiyê, ev zilamtî çend pere dike? Zilamtiya ku dikare hindek kar bike, ew zilamtî ye ku pirsgirêkan wisa dibîne û dinirxîne. Jixwe pêdiviya wê zilamtiyê jî bi dahûrînê heye. Tenê ne dahûrîna jinê, zêdetir pêdiviya dahûrîna zilam heye. Em dixwazin vê hindek bi ser bixin. Ma ez dahûrîna pêş nexim, di nîvî de bihêlim? Ma hingê di dest de tiştek dimîne? Bi misogerî pêdiviya dahûrandinan heye.
Ev di heman demê de kontrol e. Kontrol; pîvanên partiyê ne, pîvanên serokatiyê ne. Vana tev weke pîvanan datînim. Kontrol; jinê rast kişandina artêşê ye; artêşbûna wê ye; di bingehê wekhevî û azadiyê de peywir wergirtina wê ye; serleşkerbûna wê ye. Kontrol; zilam jî, di vê mijarê de bi gor rastînên partiyê xwedî derketina peywirên partiyê; gihîştina çemka evîna rast, hest û hezkirina rast e. Piştî ku ev tev peyda bûn, ma dikare pêş nekeve? Heke ku bi zanebûn hinek kes xirab bikin û bi rêxistina şer bileyizin, wê wenda bibe û biçe. Li ser rêxistineke wisa ku mezintirîn dixebite, dereşer û dererêxistinî, li ser asta wê ya pir hatî ronahîkirin biçespînî, wê tu wenda bikî. Di vê mijarê de kontrol pêş dikeve, wê bêtir pêş bikeve. Pêwîst e ku hun têbigihîjin ku ji niha şunde wisa bi hêsanî bûyîna kadroyê PKK’ê nabe. Ma pêwîst nake? Hun dibînin, hunê şer bi vê qezenc bikin. Bi awayekî din hun nikarin ji miriyê xwe re ciyê veşartinê nabînin; wê cendek birizin û bîhn bidin.”
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN