NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîla TV di meha Tîrmehê de 6 dîmenê çalakiyên hêzên gerîlayên HPG û YJA-Star li dijî artêşa dagirker a tirk bi raya giştî re parvekir. Dewleta tirk a dagirker ku bi riya şerê taybet dixwaze wendahiyên xwe veşerê bi parvekirina dîmenên Gerîla TV vala derdikeve. Di dîmenan de dijwariya çalakiyên hêzên gerîla û takîtên wan ê pîspor tê ditîn.
Di meha Tîrmehê de Gerîla TV bi giştî 6 dîmenên çalakiyên gerîlayan parvekir.
Ev dîmen wiha ne:
Çalakiya li Tepê Xwedê ya herêma Avaşînê – 19.07.2019
Gerîlayên HPG’ê roja 19’ê Tîrmehê li dijî kamyoneke ku ji Tepê Xwedê ya herêma Avaşîn diçû Alaya Rûbarokê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiya sabotajê lidarxisitbû. HPG’ê ragihandibû ku kamyon hatiye rûxandin, 4 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Çalakiya li Girê Şehîd Derwêş – 15.07.2019 saet 09:30
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî dabû; “Roja 15’ê Tîrmehê saet 09.30’î li dijî kozik û strateyên artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Derwêş çalakiyek hatiye kirin. Hêzên me li konteynireke dagirkeran a li serê gir xistine. Di çalakiyê de konteynir bi temamî derb xwariye û di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin.”
Çalakiya gerîlayan li navçeya Gever a Colemêrgê – 07.07.2019
Gerîla Tv dîmenê çalakiya sabotajê ya gerîlayan weşand a ku di 7’ê Tîrmehê li dijî komyona artêşa Tirk a dagirker ya li navbera Girê Şehîd Elîşer û Şehîd Derman ên navçeya Gever a Colemêrgê de ku 3 leşker hatibûn kuştin.
Çalakiya li ser rêya Qereqola Girê ya Çelêya Colemêrgê – 21.06.2019
“Di 21’ê Hezîranê de saet di 08.00’an de hêzên me li ser rêya Qereqola Girê ya Çelêya Colemêrgê li dijî wesayîteyeke leşkerî ya Reo çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî hatiye îmhakirin û gelek leşker hatine kuştin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatine tespîtkirin.”
Çalakiya li Girê Xwedê yê Avaşînê – 29.06.2019
“Di 29’ê Hezîranê saet 16.00’an de hêzên me bi awayekî hemwext li Girê Şikêr û Tepê Xwedê yên li qada avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî li dar xistine. Di herdu giran de bi serkeftî li çeper û stargehên dijmin hatiye xistin û di vê çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistine.”
Çalakiya Girê Radarê yê Qilabanê – 05.07.2019
“Roja 5’ê Tîrmehê saet 20:00’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ku li Girê Radar yê navçeya Qileban a Şirnexê bicih bûbûn çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de navenda radarê ya li gir bû hedef û navenda radarê hate rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran biserûber hêrêm gulebaran kir û li herêma daristan şewat derket.”
Çalakiya bendava Farqînê – 09.06.2019 saet 19:20
“Di 9’ê Hezîranê de, saet di 19.20’an hêzên me li yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker dane, ku vê yekîneyê ewlehiya bendava Farqînê bi cih dianîn. Di vê çalakiyê de hêzên me li kûleya leşkeran danee û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên artêşa Tirk a dagirker nehatine tespîtkirin.”
Çalakiya Girê Xeregol, Çelê – Colemêrg – 29.05.2019
Di 29’ê Gulanê de saet 15:00 hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de ku derbên giran li stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin, 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker pişitî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê û ji ber vê yekê şewat bi daristanê ket.
Çalakiya Girê Xwedê, Avaşîn – 25.06.2019
Di 25’ê Hezîranê de saet 13.15’an de hêzên me li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ên li Tepê Xwedê ya li Avaşînê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.
Çalakiya Girê Elîşêr, Gever- Colemêrg – 27.06.2019
Roja 27’ê Hezîranê saet 09:40’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Elîşer yê navçeya Gever a Colemêrgê bicihbûbûn çalakiyek lidarxist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û li gir teqînek mezin çêbû. Di encama teqînê de li gir şewat derket û nêzî nîv saetê dom kir. Di çalakiyê de kuştî û birîndaraên dijmin çêbûn lê hejmar nehate tespîtkirin.”