NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya ANHA’yê, li Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di wesayita serçete Ebû Dirai Mix de teqînek pêk hat.
Hate ragihandin ku teqîn li gundê Barih ê Tirkmenan pêk hatiye. Di encama teqînê de serçete hate kuştin û kesên din ên di wesayita wî de birîndar bûn.