ŞENGAL – Operasyona hevbeş a YBŞ/YJŞ û Artêşa Iraqê li derdora Şengalê dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin, li gundê Solax didome.
Operasyonên hevbeş ku YBŞ/YJŞ û Artêşa Iraqê ji 11’yê Tîrmehê ve li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê dane destpêkirin, didomin.
Wekî berdewama van operasyonan, îro jî li gundê Solax ê Şengalê operasyonek hevbeş hat destpêkirin. Operasyona ku saet derdora 11.30’an hat destpêkirin didome.
Li gel vê operasyonê ev dibe operasyona 5’an a ku hêzên YBŞ/YJŞ û Artêşa Iraqê li dijî hucre û noqteyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê dide meşandin.
Di 11’ê Tîrmehê de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Foca Yekemîn a Serketî (Nûsr-El Mûbîn) Haşd Aşayirî, Artêşa Iraq û Haşd-î Şabî li herêma Cizîre (navbera Selehedîn, Anbar û Musilê) li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek dabû destpêkirin û di encamê de gelek çete hatibûn kuştin û birîndarkirin, her wiha gelek kel û pel, cebilxane û tiştên jiyanî hatibûn bidestxistin.
Piştî ku di 24’ê Tîrmehê de çeteyên DAIŞ’ê 2 welatiyên Êzîdî yên bi navê Hûsên Etêş û Hecî Hesen qetil kirin; hêzên YBŞ-YJŞ, Artêşa Iraq, Heşdî Şabî û hinek hêzên din yên herêmî, di heman rojê de li herêma gûndê Golat dest bi oparasyonek nû kiribûn. Di encama operasyonê de 2 çete hatibûn kûştin.
25’ê mehê jî, hêzên YBŞ-YJŞ’ê weke berdewamiya operasyonê, li herêmên gûnden Neînê, Golat û Xana Şahwaniyê operasyon meşandibû. Di encama operasyonê de cihek (Stargehek) çeteyên DAIŞ’ê hatibû dîtin. Di vî cihî de gelek erzaq, cil û berg, cebilxane, çekek kelaşnikof, çekek M16 û rextê wê, sê teqemeniyên bi dest hatine çêkirin û tiştên jiyanî hatibûn dîtin.
Li heman cihî nasnameya walatiyê bi navê Hecî Hesen Hemo yê ku di 24’ê mehê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû kûştin, hatibû dîtin.
Di 2’yê Tebaxê de jî li herêma Golat a girêdayî Şengalê operasyona hevbeş hatibû destpêkirin û lêgerîn berfireh hatibûn meşandin.