NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker gefên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Serçete û Serokkomarê Tirkiyê R.T Erdogan dema tevlî vekirina rêya bi lez û nexweşxaneya giştî li bajarê Izmîrê bû dîsa gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna ku Efrîn, Cerablus, Bab û herêmên din dagir kirine xwar.
Her wiha got wî her du aliyên Rûs û Emerîkî girêdayî êrîşa xwe agahdar kirine.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglo di meha borî de gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.