NAVENDA NÛÇEYAN
“Em bi kurtasî dîroka PDK’ê, saziya ku hevirê wê bi îxanetê vê hatiye strandin mêze bikin.
Dema mirov dîroka saziya ku di zibildana dîrokê de cihê xwe garantî kiriye û îro jî PDK ya hêj diçe xwe bêtir dike zibil mêze dike tê xuyan ku ji ber vê hevirê wê ev rewş bûye jê re bûye mayînde.
PDK’ê di destpêkê de li Başûr û Rojhilata Kurdistanê de bi xîtab kirin a hestên “welatparêzîyê” ve ji xwe re cih dît û xwe di nav demê de bêtir mezin kir. “Serokê wê pîroz” yê di serê pêşîn de di dema Komara Mahabadê de derkete meydanê Mele Mistefa Berzanî bû. Dema Qazî Muhammed û rêhevalên wî di oxura azadiyê de dihatin daliqandin, fermandarê artêşa komara gel şoreş berdida û reviya. Di nav pêvajoya dîrokê de ev rev bû nîşaneya bûyerên ku werin jiyan kirin. Hêz li kijan aliyê be xwe dide li wî alî. Û xwe bi vî awayî jiyan kirin bû taybetmendiyek kesayeta PDK’ê. Di fersend û derfeta bûyîna şervanekî azadiyê de di cîhê berxwedanê de nûnertiya îxanetê kirinê ve “jiyana xwe berdewam kirin” bû taybetmendiyek kesayeta pêşengê PDK’ê û niha jî vê yekê bi awayekî bêtir kûr didin jiyan kirin.
Ev saziya ku bi armanc û polîtîkayên dagirkerên ku dem bi dem diguherin ve çerxa xwe dizivirîne û ji bo kêrî mêtînkara bê çi ji destê wan tê dikin, di nav demê de li qadê de bûn çeka dagirkera ya herî bi bandor. Vê bûyîna çeka bi bandor de bêguman berê namlûyê li şervanên azadiyê û gelê Kurd ê ku ji bo azadiya xwe têkoşîna bi her awayî dide ye. Her çiqas; ziman Kurdî, gotin azadînû Kurdistan be jî, ya rastî di bin vê maskeyê de veşartî; îxanet e. Bûutên îxanetê tenê bi van ve sînorkirî nîn in.
Li salên derbasbûyî de li hember pêşengên ku ji ber hestên welatparêziyê girêdayî PDK’ê bûn û di nav demê de îxanet a di bin vê maske û rûdankê de veşartî dîtin sûîkast pêk anîn û li hember tevgerên azadî û welatparêziyê bi rûmet diparêzin û şerê wê didin êrîşê eşkere pêk anîn û bi vî awayî ev rewş heta îro anîn.”
NC/ Harun Xweza