RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Ev gotûbêj wisa bi rê ve diçin. Hun jî berfirehî tevlî bibin. Ez hizir dikim ku ji pirsa “Çawa Bijîn’’ re bersîvdayîneke ku ji hemû netew re bibe mal û heta nirx tevlî mirovatiyê bike, gengaz e. Ez hewl didim ku çarçoveya gotûbêjê wisa bidim pêşxistin. Gelo hêza nêzîkatiya we çawa ye? Tebî eleqe û nêzîkatiyên we jî qîmetekê diderbirînin. Ji ber ev ne wisa ye ku karibe yekalî pêk were. Divê hun xwe tevlî bikin. Hizir dikim ya herî rast ev e. Kêmasiya xwe heye yan na, nizanim. Dibe ku hinek babetên zêdetir bixwazin bên vekirin hebin. Di destpêkê de jî min got. Derfetên ku hun dikarin herî zêde rehet bin, ji her pirsgirêkê girîng re, ji her tiştekî ku wek tabûyê tê dîtin re pir hêsan nêzîkbûnê nîşan bidin hene. Em dibêjin, çi bextewarî ye ku bi destê xwe em ji nû ve mirovên xwe diafirînin. Mirovatî vê fersendê bi dest girtiye. Ez rewşa we nizanim. Rewşa min ji bo gotûbêjkirinê hindek derfet dide. Weke kesekî li pêşberî we hem wêrekî dayîn hem jî, bûyîna min di hêza çareseriyê de zemînekê pêşkeşkirin mijara gotinê ye. Hunê vê rast binirxînin. Di her halî de hunê gelek hêz bigirin û tebî di vê navberê de jî tevlî bibin. Hun tev dikarin bibin namzetekê hevalbendiya baş.
Di rewşa we de gava ku têketina têkiliyan pêk tê, bi îhtîmaleke mezin bi aliyên rizî ve, yên ku ne saxlem in têketin çêdibe. Yanî di bingeh de ya ku tê parastin, ew genên in ku we bi pergalê û bi rasteqîna civakê ve girê didin. Cewaziyeke min a din jî di virê de dest pê dike. Min xwe bîst salan bi rengekî rewneq tevlî têkiliyan kir. Mirov dikare bibêje ku di nava yên heyî de, ev şêwaza tevlîkirina herî xurt e. Ez bi hemû heza xwe ve ji lîstikê re heme. Ji bo avakirina rêxistinê bi hemû rişta xwe ve heme. Li gelek elemanê rêxistinê dinêrî, wek fantaziyekê dibînin, weke ku demên xwe yên vala binirxînin dibînin. Dîsa dibistan û malbata wan, çareçar didome. Cewazî di vê derê de bû. Şoreşgertiyê weke fantaziyekê, weke luksekê, weke modayekê layiqê xwe didîtin. Tebî dema ku ev wisa dibû, ew têkiliyên ku digotin şoreşgerî ne, di qîmeteke ku pir xapînok, ji puxte qut, zêde kûrbûn nîn e, bi rehetî tê karanîn, pê tê leyistin û tê hêliştin dima. Di vê xalê de berxwedêriya me her ku çû pêş ket. Her wekî ku şoreş, tiştekî herî nirxdar e, wê gavê divê mirov bi hemû hêza xwe û bi hemû aliyên herî nirxdar ve xwe tevlî bike. Hun dizanin ku ev vegeriya şerê rêxistineke mezin. Me bi rengekî rewneq biriya xwe da ser rêxistinê, afirandina rêxistinê, ew hêza ku me di têkiliyên takekesî de nikaribû pêk anîba, lêgerîna nav rêxistinê da ku em pêk bînin, pêşxistina bîrdozî û siyaseta nav rêxistinê û tim û tim da pratîkê. Ev ji çi re bersîv e? Ev, di bingeh de ji pergalê û di nava pergalê de ew hevalbendiya ku me nikaribû peyda bikira jê re bersîvekê mezin bû.
Li wirê têkiliyên xwe yên bingehîn di gelala romanê de datînim rastê. Ger hun bala bidinê, di şêwazeke pir balkêş de ye. Di aliyekî de eleqeyên min ên rewneq, nêzîkatiyên min û heza min a kêşvan, di aliyê din de jî kevneperestiya awarte ya aliyê dijber, sarîtî û xeniqokî ya wek qeşayê, di bingeh de rewşeke ku wê bi ku derê ve bibe nediyar e… Bi can e yan ne bi can e, ew jî ne diyar e. Carna wek marekî gezoker, dîsa carna wek marekî sar, lê dîsa jî kişkişînek heye. Ez çima dev jê bernadim? Ew çema vê şêwazê terk nake? Gelala romanê hindek jî vê têkiliyê di naveroka xwe de peyda dike. Ji ber vê yekê bingeh digire: Di bingeh de gengaz e ku têkilî neyê avakirin, dikare hema di cî dê terk bike, lê dikeve pey. Taybetmendiyekê din jî, va di vê derê de ye. Heya dawî neanîna têkiliyekê dev jê bernedan ango ka çi ye û ne çi ye, eşkere kirin heye. Baş be baş e, xirab be xirab e; ger bije bide jiyandin, ger bê avêtin bavêje. Bêtêkoşîn, bêhesab, bêlêpirsîn dev jê bernedan, lê di heman demê de qedandin…Yanî şêwazake têkiliyê… Ne her tiştê xwe di oxira wê de bişewitîne, ne jî nişkave xwe bide şewitandin! Na, hewl bide ku tu aliyê dijber fêm û çareser bikî. Bi hizra min ev, di heman demê de şerê têgihîştina peyvê ye, pêvajoya rexnedayîna wê ye. Ger bê dîqatkirin rexnedayîna li wê derê pir balkêş e. Têkiliyê kom û partiyê, di komê de têkiliya jinekê û li wê derê têkiliya şer bi pergala civakî re pir bi hostayî, hem jî bi hedan û eleqeyê tê birêvebirin. Bi gor rêpîvanan tevgerîn, ger ku bi qasî serê derziyê puxteya pêşketinê hebe ji bo girtinê hewl dayîn, têkiliyeke ku hevalên milîtan yên nirxdar rojekê jî nikarin bitebitînin ango nêzîkatiya ku dixwestin bi mirinê ve ceza bikin, deh sal bi xedarî û ber bi çûyînê ve di astên bêhedar de wêrekî nîşandana jiyandinê heye. Tebî asta vê ya dewletê, herifandina li ser rêxistinê, lê bi vê ve girêdayî pêşketina rêxistinê jî mijareke nirxandina siyasî ya cuda ye. Ev der ne karê wêjeyê ye. Di encam de çi derket? Rexneyeke mezin li ser malbatê, dahûrîna jinê, ji vê derê pê ve encamên ku gihîştin çêbû; yanî encama “divê têkilî çawa bin’’ derket.
Asta têkiliyên di navbera mirovên Kurd de çi ye? Korgirêkên têkiliyê, têkiliyên mirî, têkiliyên bi tayê pembû ve girêdayî, îcar têkiliyên ku bi nirxên bilind ên bingehîn ve nehatine girêdan, pergala têkiliyên li welat û gelê xwe xiyanet, a ku bêhêz dikeve, ji dijmin re lavelav dike, pêşkeş dikişîne, wê çend pere bike? Di vê bingehê de têkiliyên jinzilam çi ye? Ev têkilî li derdora zayendîtiyeke bêteşe hatine avakirin. Me vê yekê baş derxiste zelaliyê: Dixwaze di jiyana gund de, dixwaze di ya bajar de, di bûyera Kurd de ji berjewendiyên bingehîn ên netewî, siyasî, çandî, heta civakî û aborî hewqas dûrxistin pêk hatiye ku, di vê bingehê de tunebûna nirxan di astekî hewqas pêşketî de ye ku, di destê mirovan de tenê û tenê ajoyên wan ên bêteşe mane. Ev çi ne? Ev ajoyên bîrçitiyê ne, ajoyên zayendîtiyê ne. Dema ku ev jî di bîçimekî herî bêteşe de tên peydakirin, bersîva wan dibe “ya rebî şikir, em îro jî ter bûn.’’ Di vê bingehê de qîma xwe bi nanekî ziwa û girarê bîne! Dîsa bi têkiliyeke jin-zilam ê herî bêteşe mal û mulkê esas bigire! Lêgerîna xweşiktiyek herî piçûcik û civakbûnê nîn e, îcar ramandineke girêdayî bi bingehê siyasî ve qet nîn e. Çi ma li paş? Ger te xwarineke savarê peyda kir, ji te re bravo! Ku te jin ango zilamek peyda kir, wê tu bibêjî “hebûn û tunebûna min ev e!” Bi rastî jî encam ev e. Dema ku tişt bi yekî tê dibêje, “hebûn û tunebûna min çû.” Xwe qediyayî dihesibîne. Ma cîhan hewqas e? Çi hat bi cîhana siyasî? Cîhana te ya leşkerî heye yan na? Cîhana te ya çandî û felsefî li ku derê ye? Em dikarin bêtir vekin. Ma cîhan qet nîn e? Di mirovên Kurd de cîhan nîn e. Ji ber ku dijmin her tiştî ji dest girtiye. Ger bê dîqatkirin, rewşeke giyanî ya ku dijmin afirandiye heye. Bi taybet jî malbat vegeriyaye damezrakeke mezin çelexwarîkirina mêtîngeriyê ango xistinê. Di vê dere de ji têkiliyê jin-zilam zêdetir, têkiliyeke rencdar, nayê kişandin û jiyanê jehr dike mijara gotinê ye. Ez bi xwe ji vê têkiliyê reviyam û bûm şoreşger. Her ku min têkilî û jiyana nayê tebatkirin ya di malbatê de didîtim, diketim nava erjengê û min xwe diavêt Enqerê, dibistan û şoreşgertiyê. Malbata Kurd kêm-zêde malbateke wisa ye. Dibe ku hinek malbatên hevkarmend cuda bin, lê asta gelemperî wisa ye. Ez hizir dikim ku ya min jiyaye di ve mijarê de jiyana herî di quncik de ye; teşeyê têkiliya rewşa herî xizan, herî zor û herî bêîdîa ye. Her wiha ji van têkiliyan bi lezginî qut dibim. Ev têkilî ji min re qet tiştekî belên nakin, hingê dive ez bi xwe biafirînim. Yanî bi xwe birame, bi xwe peyda bike. Ev jî, di pîvanên awarte de rê vedike ji hewldanên min ên rê vekirin ango gihîştina nirx û şêwaza şoreşgerî re. Ez xwe ji her kesî zêdetir neçar hîs dikim. Ev dibe eger ku ez xwe tevlî bikim, hewldanên xwe biponijîn bikim, hema hema bi her awayî peywirên şoreşê hembêz bikim. Teorî be teorî, çek be çek, ev yek dibe neçariya peydakirina her tiştî. Me di dirêjahiya vê pêvajoya nirxandinê de, ji bûyera nehezkirina mezin re pênase çêkir. Min nihêrî ku, rasteqîna ku ez dijim, rasteqîna netewekî ye. Dema ku min wê rasteqîna rizîbûyî, êdî wisa bûye ku di derbarê wê de gihandina biryara “mirî ye’’ çêbûye ango fermana “wê bê kuştin’’ hatiye dayîn dît, wa hingê ber bi vejînê ve rê wergirtin û xwe bi gor wê afirandin pêwîst dikir.
Dîqat bikin, wateyeke hewldanên min ên din jî, hewldanên vejînê ne. Ez vî navî hê lê nakim, hewldanên zindîkirinê ne. Hema hema her tiştê ku derdikeve pêşberî min perçiqandî, çilmisî, bêîdîa, bêeleqe, bêcan, hindek ji jiyanê dûr e. Jiyan bi min re hêz qezenc kir. Çima? Ev jî niha li Kurdistan’ê bûyereke mezin e. Min xwe çawa vegerand çavkaniya jiyanê? Ez barkêşê ramanê me; min xwe xistiye rewşa barkêşê hest, azwerî, hêz, çek bi kurtasî her tişt î. Ev tê çi wateyê? Ev, li hember dijmin ango li hember her tiştê ku li ser jiyanê gef dike, şerê heyînê ye. Di vê mijarê de hewqas mezin dikim ku zorê didim asta netew û heta derbas dikim. Hun dibînin ku, di vê bingehê de têkilî li ba min bêtir berfireh in; li ser bingehê zanistiyê ye, bingehê sincî û felsefî nû ye. Ya herî girîng jî bi hêz ve girêdayî ye. Yanî têkiliya şêwazeke şoreşger e. Bi şer diafirînim û her tiştî di vê bingehe de belav dikim. Min xwe arasteyê pirsgirêka têkiliya jinê kir; di wirê de min berê xwe da koletiyê, bûyera kolekirinê û mal-mulkirinê. Min di hingekî de gelek endamên azad derxiste rastê. Di berê de ji jinekê pir û pir direviyam. Tê bîra min, diçûm ba melê gund û jê dipirsiyam, “jin di dawetê de dileyizin, ez li wana binêrim ma guneh e, yan xêr e?’’ wî jî digot, “di sêsed metreyî de dikarî binêrî, zêde guneh nayê jimartin.’’ Ez yekî wisa bûm ku, di qonaxekî de vê dijiyam. Lê niha ji pirsgirêkê re tevlibûneke min a awarte heye. Di berê de pir pir keçeke ciwan û xortek ku dihatin ba hev hema digotin, “me hev û dî eciband, me çav berda hev’’ û diçûn. Niha hun dibînin: Qismê jinê hewqas pêşketiye ku, keçên ciwan ên ku ji koletiyê rizgar bûne li hawîrdor me kom dibin, têkiliyê milîtan pêş dikevin, dibine artêş, hema hema baz didin hewldanên bi her awayî. Asta pir pêşketî û lêgerînên têkiliyê pir pêşketî hene. Hun tev ji dikarin têkiliyên pir berfireh pêş bixin. Wisa nirxandinên pir teng nîn in, yek jî hevalbendiya pir berfireh û rewşa avakirina hevalbendiyê heye.
Hevalbendiya ku piraniya we di keviyê de derbas nedibû û hêz pê re peyda nedikir, em çawa pêş dixin? Dema ez hê zarok bûm azwerî ya min bû; min digot, pêwîst e jin jî di lîstikê de be, di jiyanê de cî bigire. Niha em ji vê re bersîva herî berfireh didin. Rasteqîna jinê ya ku civak derveyî dikir, niha bi têkoşînê hêdî hêdî xwe tevî nava jiyanê dike. Di berê de têkiliyeke jinê têkiliyekê zayendîtî yê herî bêteşe bû. Zilam ango jina herî gewre di vê mijarê de bi têkiliyeke pir bêteşe nêzîkê hev dibûn. Jixwe zewac jî wisa ne. Ez hizir nakim ku zilamekî Kurd di keçeke Kurd de hêza ramanê bigere, bawer nakim ku hêza gotûbêjê bigere. Jixwe tiştekî wisa jî ne gengaz e. Çûyîna ba hev, bi teşeyekê tu kê yî, çi yî pirskirin jî tune. Ji dûr ve bi îşaret û nîşanên birû û çavan derbirîna ecibandinekê mijara gotinê ye. Ango nêzîkatiyeke wan hestên ku dikarim bibêjim kevnare û di hinav de pir zêde hatî xwedîkirin bi teşeyekê “rojekê emê hev bibînin û bigihîjin hev’’ serdest e. Di bingeh de min van tevan hilweşand û şikand. Xeyalên hesretê çî ne? Hestên kevnesale çi ne? Heta ez dibêjim, ev tev xeternak in. Ya ku tu bijî, bije, rast hez bike, hezkirina xwe eşkere bike. Tebî dema ku ez hezkirinê eşkere dikim rêpîvanan datînim. Li wirê te dikişînim ber bi welatparêziyê, azadibûnê, partîbûnê û şerkirinê. Ku tu egît bî, di hezkirin û azweriya xwe de xurt bî, li wirê xwe nîşan bide. Egîdî di van sehayan de dibe. Ji ber ku ev nebin, tu ne tiştek î, penç pere qîmeta hezkirina te nabe. Tebî ev bankirinên bi îdîa ne, bahaneyên egîdiya rasteqînî ne. Ku hebe, ji têkilî û rasteqîna keçên ciwan û xortan re wê tu bibêjî biravo! Ku pêk neyîne, jixwe miriye. Ango wê jiyana xwe deyne rastê û hezkirinê qezenc bike. Dema ku ez li derdora hewqas ban mirovan dikim mafdar im ango bi esasê têgihîştî me. Jiyan di vê bingehê de tê qezenckirin. Her wiha yên puxtedar in tevlî dibin. Ev şêwaza têkiliyeke nû ye. Keça ciwan a ku dibêje, “ez egîd im, bi îdîa me’’ wê li ba min be. Wekî din çare ya wê nîn e. Ji ber ku di vê qonaxê de yê ku vê mijarê herî zêde pêş dixe, zelaliyê dide qezenckirin û rast tevlî dike ez im. Yanî dema tê gotin, bûyera serokatiyê ve xwe girê bidin, tê vê wateyê: Serokatî di aliyê dîrokî û civakî de, di vê qonaxê de dibe hêza hîmî ya dahûrîner. Hêz û têkiliyê din zêde mirov nadin jiyandin. Ew têkiliyên we yên ku bi rêxistin, zilam, jin, malbat ango rêveberiyê re hene, yanî çawa dibe bila bibe, di her aliyê de têrbûnî çênake. Aliyekî vê yê din jî, zêde hezkirin û rêzdarî tevî jiyana mirov nake. Çima? Ji ber ku kêm e û serkeftina xwe tune. Zilam bawêriya xwe ya şoreşê hebe jî, ka wê çiqas karibe çêbike diyar e. Ne şoreşgerekî xurt e. Ji ber vê yekê jî nikare te bigire, nikare bi te têbigihîje. Tu jî zêde nikarî têbigihîjî û bigirî. Ev nakokiyeke ku li benda çareseriyeke rastînî ye. Helbet yê ku li çareseriyê digere di têkiliyan de jî xurt e. Yekî ku çareseriyê di esas de hel dike, têkiliya jin ango ya jin-zilam rast digire dest û dikare berekî rast bide têkiliyê.”
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN