MÊRDÎN – Li Midyadê cerdevan Medenî Akkûrt ji ber ku tundiyê li hevjîna xwe S.A. kir, hat binçavkirin. S. A. ku dayika 8 zarokan e tedawiya wê didome.
Li gundê Nebil ê navçeya Midyadê ya Mêrdînê, cerdevan Medenî Akkûrt tundiyê li hevjîna xwe S.A. ku dayika 8 zarokan e kiribû. S.A ji ber vê tundiya lê hatibû kirin, niha li nexweşxaneyeke taybet a navenda Mêrdînê tê tedawîkirin û rewşa wê giran e. Cerdan Akkûrt ku tundiyê li hevjîna xwe S.A kiribû, duh di saetên êvarê de ji aliyê polisan ve hat binçavkirin.