ÊLIH – Heskîf a xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye, dixwazin bi bendava Ilisû vê dîrokê tine bikin.
19 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Jinên Ciwan ên HDP’ê yên ji Stenbol, Wan, Amed û Êlihê ku biçin Êlihê tevlî çalakiya nobedê ya bi armanca rizgarkirina qadên dîrokî bibin, hatin destgîrkirin.
Ciwanan piştî li Rêxistina HDP’ê ya navçeya Heskîfê daxuyanî dan û şûnde berê xwe dan cihên dîrokî bigerin, polîsên dagirker êrîş bire ser wan.
19 ciwanên di dema gerîna li şikeftên dîrokî de bi hinceta ‘Bi girseyî meşîn qedexe ye’ lê dan û hatin destgîrkirin. Ciwan birin Midûryeta Emniyetê ya Navçeyê.