Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn
“Di roja îro de dewleta tirk tam weke gayê Êspanya li ku derê deskeftiyêk Kurda heye erîş dibe ser. Lê muxabin li hember van erîşên hovane gelek caran dengek bilind dernakeve. Heta hinek caran hinek kurd bi bêdengiyê xwe ji wan erîşên hovane re dibin piştpal. Hincetiya wan bêdengiyê jî amade ye; em nikarin dewleta tirk ji ber ku pir bi hêz e!
Dibe ku dewleta tirk û hovane pir bi hêz bibe lê em jî netewekin ku bi hezaran salan li ser axa xwe dijîn. Dîsa kevnşopek bav û kalên me heye. Kevnşopek ku heta îro em anîn.
Pir zore ku em piçek dîroka xwe ya kewnar bimeyzînin?
Şêx Seîd Efendî dema ku dibin sêdarê gotinên xwe yên dawî bi tijî şîretin;” Dawî li jiyana min a dinê hat. Ji ber ku ez ji bo neteweya xwe dibim qurban, ne poşman im. Tenê bila neviyên me li ber çavên dijmin me fedîkar nekin” bi serbilindî anîbû ziman.
Dîsa rû spiyek din yê kurdan Seyîd Riza ruxme ku ewqasî qal bû, serî xwe li hember mêtingeran netewand û dema birin sêdarê gotinên wek:
“Min derewên we nikarî, ew ji min re bû ders; min jî li hemberî we çok danenî, bila ew jî bi we re dert be” bi serbilindî kar anîbû.
Her wiha rûpelek din yê dîroka me jî Pêşewayê Kurd Qazî Muhammed e.
Beriya ku Qazî Muhammed bibin sêdarê hinek amojgeriyan dike. Di nava van amojgeriyan de wan gotinan jî kar tîne: ”Divê hûn ji kuştina min, bira û kurmamê min netirsin. Dibe ku di vê rêyê de hêj gelek kes şehîd bibin ta bigihijin mirazên xwe…
Min her tim dixwest ku ez dema bimirim li hember Xwedê, pêxember û gelê xwe rûspî bim. Ev mirin ji bo min serkeftin û pîrozî ye.”
Dîsa di heman şoreşê de dayikên ku kûrên xwe bi êş û azarî windakirine jî hene. Yek jî wan;
Dayika Zerewşan Feyzulabegî ye. Dayika Zerewşan 3 kurê xwe di milê rejîma Îran a Şahatî li herêma Saqiz de hatine darvekirin. Dayika Zerewşan dema tê ser kurên xwe yên ku hatine darvekirin, helwesta xwe ne gîrîn e, ne xwe avêtina erdêye. Berovajî Dayika Zerewşan ji bo kurên xwe yên hatine darvekirin wiha dibêje: “Kuren min, şîre diya we li we helal be, gerdena we azad be, ru spî bin, çawa ku we ruye diya xwe li dine ru spî kir. Ez ji bo we tazî u şîne nagirim, xweliye bi ser sere xwe de wernakim, çimkî hun bi merxasî u serfirazî jiyan u bi meranî çune ser sedara îdame. Hun li ser dizî, merkujî, xiyanet u xwefiroşiye nehatine kuştin. We ji bo azadiya welat u azadiya gele xwe, li ser şeref û namuse cane xwe kire gorî. Lewre hun qet namirin, ji ber ku hun şehîden Kurdistane ne û herdem di nav dile netewa xwe de zindî ne…”
Dayikek din ya wiha serbilind di tekoşîna Bakurê Kurdistan de Gulnaz Xanime. Dema ku ew li girtigeha Muşê de ye ji bo teşhîsa kûr û mêrê xwe wê dibin cem cenazayên wan: “Ewil çû çok danî li ser Îzet Begê ku serî wî jêkirî, û bi dengek bilind lehengtiya hevjînê xwe rêz kirin.
Piştra jî çû cem kûrê xwe Sidik yê ku serî wî jekirî. Destên xwe dirêje serî jêkirî kir, çavên wî misdan, û bi dengek bilind qîr kir û got: “Ev kûrê min e, min şîr ji bo vê roje da ye wî. Ger min di uxura Kurdistanê de bi vî avayî mirina wî nedîteba, min tucarî şîrê xwe jî wî helal nedikir …”
Bi kurtahî dîroka vî gelî ne dîrokeke ku her tim li ber dagirkeran serî xwe tewandiye. Dîroka vî gelî derveyî çend kesên ku xiyanet kirine her tim dîrokek serbilindî û lehengiye. A girîng ew e ku wek bav û kalên me, wek mezinin me çawa ku li ber sêdaran serî xwe netawandine û çava ku dayikên me yên leheng di rêya welat de bi şahadetê kûr û keçên xwe serbilind bûne em jî bikaribin bibin evladên wan yê bi xêr û serî xwe li her derê û li her cihê dijî mêtingerî û dagirkerî –şert çi dibin bila bibin-rakin!