DÎLOK – Meclîsên Ciwanan ê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li dijî tiryak, fuhûş, û polîtîkayên bişavtinê ku di demên dawî de zêde bûne di çarçoveya kampanya “Nebe Muptela, Azad Bibe” tûrnûvayên fûtbol û voleybol didin destpê kirin.
Li Dîlokê jî Meclîsa Ciwanan di çarçoveya hamleyê de bi 12 timên fûtbolê tûrnûva da destpê kirin. Pêşbirk yekemîn bi beşdarbûna rêveberên HDP’ê îşev (05.08) pêk hat. Di bernameya yekem a tûrnûvayê de gelek welatî jî amade bûn û pêşbirkê temaşe kirin.